Geh
Geh an jî cumge (bi latînî: articulus, junctura, an articulatio; bi inglîzî: joint an articulation)
Peykerekoendam ji boy girêdana masûlke, endam û çerm rûyek req ava dike. Herwisa yek ji karê sereke ya peykerekoendamê jî parastina endam û pêkhateyên laş e. Lê li gel destekkirin û parastinê, peykerekoendama mirov bi navbeynkariya gehan, çemînbarî û livîna laş jî rêk dixe[1]. Bi gelemperî cihê ko du an jî pirtir hestî digehêjin hev wekî geh tê navkirin. Geh çemînbarî û livîna peykerê hêsan dike. Herwisa rê dide bo avabûna girêdanan di navbera hestiyan de[2]. Li gel girêdana hestî bi hestî re, dibe ko gehek bi girêdana hestî bi kirkirk re, hestî bi masûlke ve an jî hestî bi diran ve jî pêk were.
Geh bi du awayî tên polenkirin, li gor pêkhate û li gor erkên xwe. Pêkhateya gehê, diyar dike ko hestî bi çi awayê bi hev re girêdayî ne. Li gor pêkhateyên xwe sê cor geh heye; geha rîşalî, geha kirkirkî û geha sînoviyal. Di vê polenkirinê de geh tên polenkirin, li gor cora bestereşaneya ko hestiyan bi hev re girê didin an jî hebûna valahî di navbera hestiyên gehê de[3]. Herwisa geh li gor erkên xwe jî tên polenkirin. Ev polenkirin li gor asta livîna gehê çêdibe. Li gor vê polenkirinê jî sê cor geh heye, geha nebizêw, geha livoka sinordar û geha bizêw.
Geha rîşalî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Geha rîşalî (bi inglîzî: fibrous joint), ev gehê ko hestiyên gehê raste rast bi hev re girêdayî ne û di navbera hestiyên gehê de valahî an jî kirkirk tune. Hesti bi navbeynkariya rîşalên bestereşaneyê bi hev re girêdayî ne[4]. Wekî mînak, gehên navbera hestiyên kiloxê û gehên navbera diran û hestiyê çêneyê gehên rîşalî ne[2]. Herwisa li beşa jêrê mil de hestiyê kewere û hestiyê enîşkê li gel hev dirêj dibin, doxên van herdu hestiyan jî bi geha rîşalî bi hevre girêdayî ne[5]. Gehên rîşalî gehên nebizêw (bi inglîzî: fixed joint) in. Ango hema bêje qet nalivin an jî pir hindik dilivin[6].
Geha kirkirki
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Geha kirikirkî (bi inglîzî: cartilaginous joint) bi navbeynkariya kirkirkê, hestiyan bi hevre girê dide, loma vî navê lê kirine[6]. Gehên kirkirkî bi gelemperî gehên livoka sinordar (bi îngilîzî: bi inglîzî: semi-movable joint) an jî gehên nebizêw in e. Mînak, serê parsûyan bi navbeynkariya kirkirkê bi hestiyê sîngê ve girêdayî ye, ev geh, gehek lîvoka sinordar e. Herwisa navbera hestiyên birrbirreya piştê de xepleyên kirikirk hene bi vî awayê gehên birrbirreyê dikarin bi awayekî sinordar bilivîn. Hestiyên rûv ên piştêna hewzê li aliyê pêşiyê laş de digehêjin hev û bi navbeynkariya kirkirkê bi hev re girêdayî dimînin. Geha rûv ji xeynî dema ducaniya dayikê, gehek nebizêw e. Bejna mirov ji dayikbûnê heta temenê pêgehiştinê dirêj dibe. Bi eslê xwe dirijbûna bejnê ji ber dirêjbûna hestiyan e. Beşa ko hestî dirêj dibe wekî perê cemserê hestî (bi inglîzî: epiphyseal plate) tê navkirin. Li vir xaneyên kirkirk dabeş dibin, diguherin û dibin hestî. Di hestiyên dirêj, li beşa serî yê hestî de kirkirk di navbera hestiyan de cih digire. Ango di cemserê hestîyên dirêj de geha kirkirakî heye, lê ev geh geha nebizêw e. Kirkirka li perê cemserê hestiyên dirêj di temenê 17 -20 salî de bi tevahî winda dibe herdu beşên hestî digehêjin hev û geha kirkirkî winda dibe[2].
Geha sînoviyal
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gehên laşê mirov herî zêde ji gehên sînoviyal (bi inglîzî: synovial joints) pêk tên[7]. Gehên sînovîyal firsend didin hestiyan ko bi awayekî serbest bilivin.[1] Ango gehên sînoviyal, gehên bizêw in (bi inglîzî: movable joints). Gehên milê, enîşkê, zend û çokê mînakin ji bo gehên sînoviyal. Serê hestiyên li gehê sinoviyal, bi kelêna gehê ji hev hatine cudakirin[3].Ango di navbera hestiyan de valahî heye. Hemû gehên sînoviyal hin pêkhateyên hevbeş li xwe digirin. Evana; qapsûla gehê, kelêna gehê, şileya gehê, kirkirkên gehê û bester in[3].
Qapsûla gehê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gehên sînoviyal bi qapsûlek du çînî dorpêçî ne, jê re dibijên qapsûla gehê (bi inglîzî: articular capsule). Çîna derve ya qapsûlê ji bestereşaneya rîşalî pêk tê û wekî çîna rîşalî (bi inglîzî: fibrous layer) tê bi navkirin. Çîna rîşalî zexmtiya gehê dabîn dike ko hestiyên gehê ji hev dûr nekevin. Çîna navî ya qapsûlê wekî perdeya sînoviyal (bi inglîzî: synovial membrane) tê navkirin. Perdeya sînoviyal, beşên bê kirkirk ên rûyê navî ya gehê rûpoş dike.
Kelên û şileya gehê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gehên sinoviyal, valahiyek bi şileya sînoviyal tijîkirî li xwe digirin. Ji vê valahiyê re tê gotin kêlena gehê (bi inglîzî: joint cavity). Kelêna gehê hestiyên gehê ji hev dûr digire. Kirkirkên gehê û şileya gehê ya kelêna gehê lêkxişandina hestiyan kêm dike. Şileya gehê (bi inglîzî: synovial fluid) li xaneyên perdeya sînoviyal, ji plazmaya xwînê tê parzûnkirn û derdan[3].Şileya gehê sê erkên sereke bi cih tîne;
1. Şileya gehê, rûyê kirkirkên hestiyên gehê xijokî dike bi vî awayî serê hestiyan ji lêkxişandinê diparêze.
2. Şileya gehê ji bo xaneyên kirkirkên gehê xurek dabîn dike, madeyên ziyanbexş ji xaneyan dûr dixe.
3. Şileya gehê hêza darbeyan dimijîne, pestoya darbeyan belavê ser rûyê kirkirkên gehê dike.
Kirkirkên gehê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serê hestiyên gehê bi kirkirk dapoşrav e. Kirkirk ji bo gehê rûyek lûs dabîn dike. Bi vî awayî lêkxişandina hestiyên gehê kêm dibe. Kirkirk nîvçereq e, pestan û darbeyên hawirdorê dimijînê hestiyên gehê ji bandora neyînî ya giraniya laş diparêze. Li rûyê hestiyên gehên zarokan de stûriya çîna kirkirkê bi qasî 7 mm ye, her ko temenê mirov zêde dibe, kirkirk tenik dibe, qaîşokiya wê kêm dibe. Kirkirk lûleyên xwînê li xwe nagirin, loma xaneyên kirkirka gehê xurekên xwe bi navbeynkariya şileya gehê dabîn dikin.
Besterên gehê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hestiyên gehê bi besteran bi hev re girêdayî ne. Bester (bi latînî: ligamentum, bi inglîzî: ligament) bandên zexm ên bestereşaneya rîşalî ne[7]. Bester, gehê destek dike, livîna asayî ya gehê hêsantir dike û lê rê li ber livînên neasayî an jî ji hev dûrketina hestiyan digire[5]. Gehên sînoviyal ji aliyê masûlke û jêyên masûlkeyan ve jî tên destekkirin. Jê (bi latînî: tendo, bi inglîzî: tendon) dişibin besteran. Bester hestî bi hesti ve girê dide lê jê masûlke bi hestî ve girê dide. Jê û masûlke jî mîna bester destek didin gehê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ a b c d McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
- ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
- ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.