Here naverokê

Berham Mîrzo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berham Mîrzo
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Berham Mîrzo (29ê sibata 1964an, di nasnameyê de 1ê kanûna paşîn a 1963an) helbestkar û nivîskarê kurd e. Li gundê Qerekilîsê yê navçeya Erdîşa Wanê ji dayik bûye.

Dibistana seretayî li gund, ya navendî û lîse li navçeya Erdîşê xwend. Di sala 1997an de Zaningeha Eskişehirê beşa Zanistiya Civakî qedand. Risteyên wî di kovarên Dengê Zîlanê, Sînor, Kewar û Çirûskê de û di rojnameya rojane Azadiya Welat de hatine weşandin. Eleqe ya wî ya Felsefe Cîvaknasî û olê, ew xîste nava lêgerîna rasteqînê. Ji ber komkujî, şer û polîtîkayên hegemonîk yên dewletan, kete nava liv û tevgerekî, xebata wî ya li ser "Lêgerîna Heqîqetê" encam da û dî meha nîsana 2014an de wekî pîrtûk hatiye weşandîn. Pîrtûka wî ya helbestan, mirov dikare bêje diyariyeke jî bo, evîndar û pakrewanên azadiyê.Pirtûka helbestan ya bi navê "Risteya Janê" zêdetir ji helbestên ji salên nodî û heta îro hatine afirandin pêk tê. Di sala 2018an de nasiya xwe da zîndanê, nêzîkî sêzdeh mehên wî di wê derê de derbasbûn.

Xelatên wî : Ji aliyê Kurdî-Derê ve, Ji bo kirinên wî yên têkariyê yên zimanê kurdî, xelata spasdariyê.