Azadiya Welat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Azadiya Welat

Hejmara yekê a Azadiya Welat (21-28 kanûna paşîn 1996).
Ziman Kurdî
Senifandin Rojnameya hefteyî (ji 2006an û pê de rojane bû)
Hejmara yekem 21ê kanûna paşîn 1996

Derketin Hefteyî (1996-2006) û rojane (2006-2016)
Tîraj 25.000 (2006)[1]

Gerînendeyê giştî yê weş. Emine Demir
Xwedî Menderes Öner[çavkanî hewce ye]
Malper azadiyawelat.biz

Azadiya Welat rojnameyeke kurdî bû ku ji 1996an heta 2016an li Stembol û Amedê derket. Azadiya Welat li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hat belavkirin û rojane derdora 14 hezar heb hatine firotin û bi vê yekê Azadiya Welat rojnameya kurdî ye ku herî zêde hatiye xwendin. Rojname di 28ê tebaxa 2016an de hate qedexekirin.

Ji Welat û Welatê Me heta Azadiya Welat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku mîsyona heftenameya Welatê Me bi dawî bû rojnameya kurdî bi navê Azadiya Welat di sala 1996ê de di bin gerînendetiya Mehmet Gemsiz û berpirsiya karên nivîsaran a Düzgün Deniz de dest bi weşanê kir. Piştî ku Düzgün Deniz derket derveyî welat, Salihê Kevirbirî bû berpirsê karên nivîsaran. Kevirbirî, ji ber vê peywira xwe gelek caran bi dadgeh û binçaviyan re rûbirû ma û kete girtîgehê. Xwediyê rojnameya Azadiya Welat, di destpêkê de Celalettin Yöyler bû. Piştî sala 2003an Azadiya Welat navenda xwe anî Amedê û gerînendetiya rojnameyê Tayip Temel girte ser xwe û ew bi rêve bir. Heta tebaxa 2006an heftane derket, ji 15ê tebaxê 2006a şûnve rojane derdikeve.

Rojnameya Azadiya Welat li ser kevneşopiya heftenameya kurdî Welat a ku ji aliyê Apê Mûsa, Feqî Huseyîn Sagniç, Zübeyir Aydar, Serhat Bucak û gelek rewşenbîrên din ve hatibû avakirin dest bi weşanê kir. Piştî ku Welat ji aliyê dewletê ve di sala 1994an de hate girtin, heftenameya Welatê Me bi qasî salekê weşan kir û ew jî hate girtin. Ji sala 1996an heta 2003an Azadiya Welat li ser heman kevneşopiyê weşana xwe domand.

Pişt re biryar da ku bê welat û navenda xwe anî Amedê. Bi tevahî heta tebaxa 2006an 554 hejmar bi awayekî heftane derketin. Azadiya Welat li hemû Kurdistanê rojnameya herî domdirêj e ya ku heta neha derketiye. Di nava 12 salan de ji sedî zêdetir doz lê hatin vekirin. Gelek dozên ku hatine vekirin ji ber wêneyan hatin vekirin.

Ji ber ku Tirkiye nedixwest behsa kurdî bê kirin, di îdianameyan de Azadiya Welat wekî rojnameyeke bi zimanekî neyê fêmkirin weşanê dike bi nav dikir.

Azadiya Welat di 15ê tebaxa 2006an de bi pêşengiya Tayip Temel û gelek kedkarên din gaveke din a yekem avêt û dest bi weşana xwe ya rojane kir. Lê ceza û doz bi dawî nebûn. Êdî dihate gotin ku bi kurdî propagandaya PKKê dike û lewre jî di nava sê mehan de nêzî 20 dozan lê hate vekirin. Li gerînendeyê karê nivîsaran Hamdullah Yilmaz ji du dozan bi tevahî çar sal û sê meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ji dosyayekê sê sal û ji ya din jî 15 meh ceza ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate dayîn û ew niha li benda erêkirina Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ye.

Ev dozên dawî dawî piştî ku serokfermandarê artêşa tirk Yaşar Büyükanit çapemeniya kurd wekî hedef nîşan da pêk hatin. Ev rewş diyar dike ka hiqûqa Tirkiyeyê di çi rewşê de ye. Gerînendeyê karê nivîsaran Hamdullah Yilmaz daxuyaniyek da û got ku ew êdî naçe dadgehê parastinê nake. Piştî Yilmaz, Vedat Kurşun bû xwedî û midûrê karê nivîsaran ê rojnameyê. Piştî Kurşun, Emîne Demir berpirsyariya hiqûqî girt ser xwe û bû xwedî û midûra nivisaran a Azadiya Welat.

Azadiya Welat di 28ê tebaxê de 2016 hate qedexekirin.[2]

Heftenameya Welatê Me[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heftenameya Welatê Me şeş meh piştî rojnameya Welat, di çiriya paşîn a 1994an de dest bi weşanê kir, di çiriya paşîn a sala 1995an de jî dawî li jiyana xwe anî ji bo cihê xwe ji rojnameya Azadiya Welat re bihêlê. Xwediya heftenameya Welatê Me, Aynur Bozkurt, gerînendeyê giştî Mazhar Gunbat û berpirsiyarê karê nivîsaran Mehmet Gemsiz bûn. Di rojnameya Welatê me de wekî din van kesan kar dikir: Duzgun Deniz, Suut Kiliç, Sami Tan, Songul Keskin, Metin Aksoy, Siraç Aksoy, Salih Gunbat, Cewdet Hekarî, Gulsen, Abdullah Cangir, Amed Tigris, Faysal Daglî, Şefîk Beyaz, Ismet Akkurt, Ahmed Şerîfî, Bêrîvana Dêrsimî, Nijad Yaruk, Welat Gul, Gaffar Erbek, J. Espar, Lerzan Jandil, Sirwan Rehim, Bekir Şiwanî, Salihê Kevirbirî, Zahir Kayan, Mirhem Yigit, Murat Baran, Murat Batman, Cemil Oguz Zulkuf Kişanak, Azad Altun, Mezlûm Doxan, Îkram Balekanî û gelek kesên ku ji derve carna bi dilxwazî nivîs û nûçe dişandin. Piraniya kesên di Welatê Me de xebitîn, berê di Welat de jî xebitîbûn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Şirket, Bianet.com, Azadiya Welatı Dağıtmak İstemedi
  2. ^ "Türkische Polizei stürmt kurdische Zeitung" [Turkish police raids Kurdish newspaper]. Der Standard (bi almanî). 28ê tebaxê 2016. Roja gihiştinê 29ê tebaxê 2016. {{cite news}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |roja-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]