Bern
Bern Berne (frensî), Berna (îtalî), Berna (retoromanî), Bärn (almaniya swîsreyî) | |
Wêneyekî Bernê ji hewayê
| |
(Mertal) | |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Swîsre |
Dûgel | Swîsre |
Canton | Berne |
Navçe | Bern |
Şaredar | Alexander Tschäppät (ji partiya SP) |
Demografî | |
Gelhe | 124.381 (2010) |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 51,60 km² |
Bilindayî | 542 |
Koordînat | 46°56′57″Bk 7°26′50″Rh / 46.94917°Bk 7.44722°Rh |
Agahiyên din | |
Koda postayê | 3000 - 3030 |
Malper | www |
Bern (bi fransî: Berne; bi îtalî: Berna; retoromanî Berna; almaniya swîsrî ya Bernê Bärn) paytexta Swîsreyê û serbajarê herêma Bernê ye. Bi 128.000 niştecihan Bern li pişt bajarên Zurîx, Jenev û Basel çarem bajarê Swîsre yê mezin e.
Bajar di sala 1191ê de ji aliyê Zähringeran ve hat damezirandin û digel ziqaqên xwe yên girtî (wek korîdoran) rewşa xwe ya dîrokî parastiye. Bern di sala 1218an dê bajardewleteke serbixwe bû, di sala 1353an de tevlî komara Swîsreyê bû û heta sedsala 16an ewqas pêşket ku wergeriya meztirîn bajarê li bakurê çiyayên Alp. Di sala 1983an de bajarê kevin ya Bernê derbasî lîsteya mîrasên cîhanî ya UNESCOyê.
Bajarê Bernê navenda aborî ya herêma Bern-Mittelland e: Jimara rûniştvanên wê nêzî 350.000an û 240.000 kes tê de dixebitin.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1208'an de navê Bern cara ewil di çavkaniyeke nivîskî hatiye bi nav kirin. Ev nav ji ku tê û tê çi watê hê bi tevahî naye zanîn: tê texmîn kirin ku eleqeya navê bi hirça li ser aramayê bajêr heye, ji ber ku navê hirçê bi almanî 'Bär' e, lê dîsa li gorî texmînên din koka navê yan keltî ye yan jî eleqeya xwe bi bajarê îtalî Verona heye.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajarê Bernê li ser bilindahiya 542 m jorî behrê hatiye avakirin û ji aliyê erdnigariyê ve dikeve nava erda navîn a Swîsreyê (ew beşa mezin a duz a Swîsreyê). Bajar xwe li her aliyê çemê Aare dirêj kiriye û di nava qotên Gurten (li başur) û Bantiger (li rojhilat) disekine. Çemê Aare li dora bajarê kevn ê Bernê bi şekla girêkeka ber bi rojhilatê viz dibe. Lewra çem li kenarên bajarê kevin ji bajêr 30 m heta 50 m jêrtir e.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî çavkaniyên herî kevin bajarê Bernê di sala 1191'an de ji aliyê dukê Berchtold V. von Zähringen ve hatiye damezirandin. Dû re ji salên 1200 heta 1360 bajar gav bi gav hat berfireh kirin:
Heta 1200'an bajar ji pira Nydegg gihaşte heya birca Zytglogge. Yekem berfireh kirina bajêr di sala 1255'an de ber bi birca biqefes (Käfigturm) ve hatibû kirin, ya duyem ji 1268 heya 1273 ber bi Nydeggstalden/Mattenenge ve, ya sêyemîn di sala 1344'an de ji 'Äussere Neuenstadt' heya birca Christoffel ve, û ya çaremîn jî heya Matte ve hatibû kirin.
Ji 1300 heya 1555 bajar saya siyaseta xwe ya herêmî bi alîkariya hevkarî, peyman û feth kirinên cuda yên wek Aargau û Waadtê werdigere komara herî mezin a li bakurê çiyayên Alpê. Di sala 1353'an de Bern dibe 8'mîn endamê konfederasyona swîsrî. Bi pêkhatina reformasyonê bajarê serbixwe di sala 1528'an de hemû avahî û strukturên olî ji holê radike û dibe xwediyê rêveberiyeke sekuler.
Ji sala 1798'an heya 1803'an bajar dikeve bin destê leşkerên fransî û Waadt û Aargau ku heta neha di bin emrê Bernê de bûn dibin kantonên serbixwe. Ji sala 1799'an heta 1802'an Bern dibe paytexta komara navendî ya helvetîk. Di sala 1848an de yekbûna neteweyên swîsrî werdigere dewleta Swîsre ku ji 22 kantonên serbixwe pêk tê (di sala 1979'an de ew jimar dibe 23) û ji wir û pêde Bern wek paytext tê zanîn. Di nava 1933 û 1945'an de hereketên nijadperest û nasyonalsosyalîst çalak dibin, lê di siyasetê de bisernakevin. Saya aboriya navxweyî ya erênî, bajar dema dûyemîn şerê cîhanê bêyî ku zerarekî mezin bibîne derbas dike.
Digel ku rêxistinên jinan qasî sed sal ji bo mafên siyasî yên jinan xebat kiribin jî, jinên Bernê di sala 1968'an de dibin xwediyê mafê hilbijartinê, û di sala 1970an de jina ewil wek endama meclîsa şaredariyê tê hilbijartin. Ji sala 1993'an heta 1996'an pirraniya endamên rêveberiya kantonê jin in û Bern dibe mînak ji bo gelek bajar û kantonên din ên swîsrî.
Gelhe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sedsalên dawî de jimara gelheya bajarê Bernê saya koçberiyên ji gundên li dorê meztir bû.
Di sedsala 12'mîn de li bajarê ku hê nu hatibû avakirin qasî 500 mirov dijiyan û ev jimar 100 sal bişunde gihişte 3000'an. Dû re ev jimar her ku çû zêdetir bû, her çiqas nexweşiyên epîdemîk - wek pest - pêk hatibin jî û di sedsala 15'mîn de jimara rûniştvanên bajêr 5000 derbas kirin. Di sala 1764'an de gelheya bajêr cara ewil bi awayê fermî hate jimartin û li gorî vê jimartinê 11'000 kes li Bernê dijiyan. Ev jimar di sala 1800'an de bû 12'000 û pêncî sal bişunde gihişte 30'000'an derbas kir - bêyî ku bajar bi xwe meztir bibe.
Di sala 1920'an de qasî 100'000 kes li bajêr dijiya û zêdebûna gelhê heya salên 1960'î berdewam kir, heya ku bigihêje 165'000'an. Ji wir bişunde gelhe her ku çû kêmtir bû û ji sala 2008'an û pêde gelhe dîsa saya koçberên biyanî zêdetir dibe.
Li gorî agahiyên fermî jimara gelhê di dawiya sala 2012'an de 137'818 bû.
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Aare bei Bern: wêneyek ji pira Nydeggbrücke