Beroş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Beroş cureyekê quşxaneyê ye. Ji quşxaneyên hinekê mezin re tê gotin ku pirranî di malbatan de (malbatên nifûsa wan pirr e) tê bikaranîn. Lewra hinekê mezin e.

Li Kurdistanê beroş di dîlan û şînê de, bi sîtil, qulpok û distan re tê bikaranîn. Beroş ji sîtil, qulpok û distê biçûktir, ji verok û quşxaneya normal mezintir e. Hinekê kûr e.

Di zimanê kurdî de gorî mezinî û kêrbariya xwe bi navên taybet tên binavkirin. Ev jî dibe sedemê tevlîheviyan. Navê vê firaqê yê giştî quşxane ye. Quşxane herwiha bo quşxaneyên normal (ne mezin, ne jî biçûk) ên di jiyana rojane de tên bikaranîn re jî tê gotin.

Cureyên quşxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]