Kilince

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kilince cureyeke quşxaneyê ye. Ji quşxaneya ku dardekirî re tê gotin. Niha li Kurdistanê êdî nayên bikaranîn, lewra agir û dûmana wê gelek e. Heger di nava pêxerî, kuçik, bapor, berwesêlek dagirtî de bê bikaranîn dibe, dûman di dûkêşê de dikişe, nakeve çavên mirov.

Kilince berê di seferberî, koçerî û şer de pirr dihatibûye bikaranîn. Bi zincîran dihatibûye dardekirin, agir didabûne binî. Dev û dora kilinceyê reş dibûye. Hin dibêjin xwarina di kilinceyê de bê kelandin, pirr bitehm dibe.

Agahiyeke nehatiye teyîtkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di wêjeya devkî ya kurd de, hin agahî hene derbareyê kilinceyê de. Dibêjin bi hatina artêşên ereban berî bi Kurdistanê ve (bo belavkirina ola nû, misilmaniyê), wan kilince qedexe kirine. Dibêjin Romayiyan serê fermandarên ereban jêkirine, di kilinceyan de kelandine, bi leşkeran dane xwarin. Fetwa derxistine ku êdî kilince heram be, neyê bikaranîn.

Cureyên din ên quşxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]