Beser Şahîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Beser Şahîn
Jidayikbûn25ê adara 1969an (52 salî)
Şaxko, Zara, Koçgirî
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeSolîst
biguherîneBelge

Beser Şahîn (z. 25ê adarê 1969) hunermendeke kurd e. Bi taybetî bi strana xwe "Rojbaş" bi nav û deng bû. Beser Şahîn di sala 1969an de li gundê Şaxko (Körü Köprü) di nava malbateke nîv hal xweş de hat dinê. Şaxko gundekî xwes ji herêma Zara (girêdayî Koçgirî)ye ku li gor pergala komara Tirkiyê girêdayî wilayeta Sêwasê ye. Koçgirî di dîoka siyasiya Kurdistanê de xwedî cih û rûmeteke bilind e. Di nava deh zarokên malê (pênc xwesik û pên biran) de Beser keça herî biçûka malê ye. Di nava Kurdên Elewî û herêmên jiyana wan de huner li gor zagonên olî û civakî cihekî bilind digire ber xwe. Jin û mêr di helkevt(minasibet)ên olî, civakî û siyasî de bi hevre dixebitin û di ti waran de cudatî di navbera wan de nayê dîtin.

Ji bona wê jî li herêma Koçgirî, Dêrsim, Bîngol û herêmên din navê gelek jinên soresger jî di dîroka siyasiya Kurdistanê de tê dîtin. Beser heya temenê 12 saliyê û bi dawîanîna xwîndina xwe ya destpêkê di gundê Sahiko de bû. Pistre ji bo dewama xwîdina xwe ya navendî hat Istembolê. Ramanên Kurdperwerî yên Husênê bavê Besê, bandorek mezin li ser bîr û ramanên wê jî danî. Ji ber ku Husên Sahîn di warê naskirina pirsgirêka kurdî û zordariyên sîstema Kemalîsmê mirovekî gehstî bû û li ser dîroka siyasiya Kurdistanê jî gelek pirtûk xwendibûn. Hevalên wî yên herî bas pirtûkên wî bûn. Bîr û ramanên Kurdayetiyê mîna mîrasekê bandora xwe li ser mejiyê zarokên malê jî dihist.

Beser Sahîn bi gelek hevalên xwe re di bin mercên giran de ji sala 1989an heya sala 1991an dest bi xebatek berfireh kirin ku “ Navenda Çanda Mezopotamiya ” li bajarê Istembolê damezrînin. Bi damezrandina NÇM wan karîn di demeke kin de di nava dilê Tirkiyê de bi sedan ciwan hunermend, helbestvan û nivîskar li dora hev bicivînin û germiyek mezin di nava Kurdên koçber di nava meterepolên Tirkiyê de biafirînin. Berî wê Beser di nava du komên Koma Serhildan û Koma Çiya de bû ku têde him xebatên muzîkê û him jî xebatên folklorê pêskês dikirin.

Zivistana sala 1992an Beser ji bo besdarîkirina di festîvaleke çandî-hunerî de hat Almaniya, lê ji ber ku dewleta Tirkiyê biryara girtina wê derxistibû, êdî nekarî veger Tirkiyê. Ji wê salê heya niha ew li Almaniya di nava dijî. Di qada Ewropa de jî ew karê xwe yê hunerî-siyasî dimesîne.

Di kitêba "Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006" de beşek li ser jiyan û xebatên Beser Şahîn e. Kitêbê ku Firaz Baran nivîsandiye ev agahî têne dayîn: "Beser Şahîn di sala 1989an de dest bi strîna stranên Kurdî kir. Di heman salê de berhemek bi navê ‘Bêrîvan’ derxist. Di Koma Serhildan a govendê de hem govend lîst hem jî stranên Kurdî got. Ev kom di sala 1991ê de di kongra HEPê ya Stenbolê lîstikên xwe pêşkêş kir û stranên Kurdî yên Beser Şahîn bandoreke mezin kir. Ew ji damezrenerên Koma Çiya ye. Di xebatên damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê de jî cih girt. Bi Gulîstan Perwer û Merziye Rezazî re konser da. Ev konser ji aliyê rojnamevanê Kurd Duzgun Denîz ve weke ‘troykaya muzîka Kurd’ hat binavkirin." (Rûpel 44-45, Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006: Firaz Baran, Weşanên Mezopotamya, Neuss)

Berhem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]