Folklor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Folklor (peyv ji îngilîzî folklore tê) an jî zargotin (peyveke hevdûdanî ye; ji "zar" (ziman) û "gotin" (peyv) ê pêk tê), edebiyata gelêrî û zanista gel e. Roja îro ji aliyê zargotinzan û zanyarên gelêrî ve tê berhevkirin, nivîsandin û belavkirin. Berhevkarên giring ên zargotina devkî ya kurdî nivîskarên wekî Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zeynelabidîn Zinar, Hîlmî Akyol û gelekî kesên din in.

Li welatekî, di nava gelekî/neteweyekî de, yan jî li herêmekê, ew çalakiyên taybet ên ku xasê bi xelkê ve lê ji aliyê xelkê ve bi nêvekarî têne bikaranîn, bi piranî jî di nava xelkê de ji tiştên mîna çîrok, meselok, stran, leyztik, dîroka devkî, evsane, serpêhatî, destan, henek û laqirdî, gotinên pêşiyan, tore u hwd re tê gotin.

Lê belê peyvika ”folklor” bi vî hawayê li jorê ku di nava xelkê ku tenê ji van tiştan re tê gotin, ne rast e. Lewra folklor bi wateya xwe ya ferhengî, gelek fireh e û ji hemû tiştên ku têkiliya xelkê bi wan tiştan re heye re tê gotin.

Peyvika ”folk” wateya xwe bi kurdî ango gel/xelk, peyvika ”lor” jî bi wateya ”zanîn/zanist”. Îcar dema ev herdu peyvik gihane hev, wateya ”zanistiya gel” dide û di kurdî/kurmancî de jî ”gelêrî” tê gotin.

Peyvika ”folklor” cara pêşî li Londrayê sal 1846, ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve di kovara ”Athenaeum”ê de hatiye bikaranîn. Vî camêrî wek “Folk-lore” bi kar aniye. Piştre jî Elmaniyan peyvika “folklore/volklore”yê bi kar aniye. Hin bi hin ev peyv li dinyayê (xasma jî li nava neteweyên ku zimanê wan Hinoewrûpî ye) belav bûye u ketiye nêv zimanê kurdî jî.

Zargotina kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zargotina Kurdî pir dewlemend e. Zargotin cureyekî wêjeya devkî ye. Ji çîrçîrok (mesel), gotinên pêşiyan, biwêj, tiştanok, efsane, çîrok, meselok, klam, stran , xwezgînî, zugotinok ê pêk tê.

Di nava 40 milyon kurd de pir kêm rewşenbîr hene ku xebata wan li ser Zargotina Kurdî çêbûye.

Li Yekîtiya Sovyetan Eskerê Boyîk û çend kesén din, xasma jî malbata Calîl (Prf. Ordîxanê Celîl, Prf. Celîlê Celîl, Celîla Celîl) xebateke héja kirine, her yekê çend berhemên folklorî amade kirne.

Li Swêdê jî Zeynelabidîn Zinar 1.710 perçeyên folklorî berhev kirine û di deh cildên XWENÇEyê [1] Girêdana arşîvê 2009-04-01 li ser Wayback Machine de dane weşandin.


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]