Bilbil (balinde)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bilbil
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Famîleya mêşgiran (Muscicapidae)
Cins: Luscinia
Cure: L. megarhynchos
Navê zanistî yê latînî
Luscinia megarhynchos
Brehm, 1831

Bilbil (Luscinia megarhynchos), Firindeyeka ji malbata mêşgiran e ku bi taybetî xweşikbûna wîçina xwe ve bi nav û deng e. Bilbil cureyek ji Firindeyên wîçanok e. Gelek cureyên bilbilan hene. Hinek ji wan di rekehan de tên xwedîkirin. Ji cî û warên germ hez dikin.

Taybetmendiyên xwe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjaya gewdeyê bibilê 15-17 cm û giranî wek 18-23 gr e. û nêrên bilbilê wek hev du ne. Purta gewde wê qehweyî ye, ya piştê diguhure rengê qizil. Çavên bilbilan di nav çepera spîçolk de reş in. Wek şalûlê ji malbata mêşgiran e. Nêzîkî 10 salan dijî.

Li her deverê cîhanê de ji 120î zêdetir cureyên bilbilê hene. Bilbil dişibe gelek balindeyên nêzî xwe. Pir dişibe boqije (turdus, ardiç) yê. Bi deng û per baskên xwe cudahiya bilbilê tê ferq kirin. Di baskên bilbilê de 7 perik hene, perikê despêkê dirêjtir e. (Hejmara perikên boqijeyê 8 in ).

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bilbil xwerê xwe bi piranî li ser axê digere. Xwe bi mêş, bihok û kurmikan têr dikin. Di mehên payîzê de mêveyên beyanî yên biçûk û hêşinayan jî dixwin. Fenanî gelek cureyên wîçanok bilbil jî kurm û boxikên ku zirarê didine bax û riwekan dixwin û bi awayî gelek fêdeyên wan ji bo werarbûna bax û riwekan hene. Di xwezayê de neyarê bilbilê yê herî mezin kund (strix aluco) e.[1]

Deng û xwendina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bilbil, bi wîçin û denge xwe yî xweşik nasnav in li seranser cîhanê. Wîçin û xwendina bilbila nêr zayend xweşiktir û pircureyî ye. Behredarî, wiçandin û xwendina bilbila nêr tim ji bo hilperandina cinsî li ser a mê ye. Ên nêr, bi salan, her diçe wiçandina wan xweşiktir û bi pircuretir dibe. Ji bo wê yekê şansê cezb kirin û balkişandina ser xwe yê bilbilên qert zêdetir in. Bilbileke qert ji 260î zêdetir dengên wîçandinê derdixe.

Kurkbûn, hiberîn û hêkkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurka bilbilê, di meha îlon de wek 16 roj e. Bilbil di roja 21an de dest bi pûrt girtinê dike. Her ku gir dibe renge çav û çepere wê xuyatir dibe. Meha gulanê ji bo bilbilan, dema hilperandina cinsî, dema reqabeteke bêeman e. Ji bo bilbila mê, mêjera hilbijartinê, xweşikbûna wîçinî û xwendina bilbilên nêr in. Di xwezayê de ji %50 yên bilbilên nêr, firsenda hilperandina cinsî nabînin. Digel vê reqabeta bêeman û dijwar, bilbila nêr di serdemekê de, bes bi yek bilbila mê ve bihev re dibe û pê re dimîn e. Pêştî bihevşabûnê bilbila nêr denge wîtandina xwe diguhire û bervî gurkê dibire. Hêlûnê bilbila mê bi qirş û qala çêdike. Dema kurkê wek 12-16 rojî ye. Bilbila mê di demekê de wek 4-6 hêkan dike û ji wan 1-2 cûcik digêjine fire.

Temen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Luscinia megarhynchos

Bilbilek wek 1-5 salan dijî, yên ku 8-10 salan dijîn jî hene lê hejmar kêm in.

Di edebiyatê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di edebiyata klasîk de bilbil sembola xweşikî, kubarî, ciwanî û bengîtiyê ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rothenberg, 2005
  1. David Alderton, Evcil Kuş Bakımı, İnkılap Kitapevi(Wergêr:Mehmet Ozer)
  2. BirdLife International (2004)