Çavê mirov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çav hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Çav endamê hestê bînînê ye.

Çavên mirov cotek endamê hestê bînînî ne û li kiloxê, di hundirê kortikên çav de cih digirin.

Çavê mirov hema bi şeweyî gogî ye, tîreya çav bi qasî 2.5 cm e[1]. Di kiloxê de valahiya derdora goga çav bi şaneya çewrî ve tijîkirî ye. Hestiyên kortikê û çewrî, çavan ji ziyanên hawirdorê diparêzin. Herwisa palikên çav, hêsrê çav, bijang û birû jî alîkariya parastina çav dikin[1]. Herdu çavê mirov ji hev cihê ne, lê ji boy hestê bînînê şirîkê hev in. Mirov dikare bi çavek jî bibîne, lê dema dîmenên herdu çav werin ser hevdu bînîn hê baştir dibe. Goga çav, di kortika çav de bi 6 masûkeyan ve girêdayî ye, bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan, çav di nav kortikê de dilive[2].

Çavê mirov ji sê çînan pêk tê. Çîna derve reqe û korniye lixwe digire. Çîna naverast ji koroyîd, tenê kûlkdar û rengîneyê pêk tê. Çîna navî jî toreyê lixwe digire[3].

Çîna derve[biguherîne]

Çav ji sê çînan pêk tê.

Reqe[biguherîne]

Reqe an jî spîka çav, ji bestereşaneya rîşalî yên spî û rîşalên qaîşokî pêk tê [4]. Çîna rîşalî çînek req (zexm) e, ev çîna zexm ji boy girêdana masûlkeyên çav tê bikaranîn. Reqê ji xeynî aliyê pêşîyê, goga çavê ji alîyê paşî, herdu kêlekê û ji aliyê jêr ve dipêçe. Reqê pêkhateyên nav çav diparêze, herwisa ji ber zexmiya reqeyê, şeweyê (şikil) gogî ya çavjî tê parastin. Masülkeyên boy lîvîna goga çaç di nav kortika çav de bi reqeyê ve girêdayî ne[1].

Korniye[biguherîne]

Li aliyê pêşiya goga çav de reqe diguhere, dibe wekî perdeyek ron (şefaf) ev beşa reqeyê wekî korniye tê navkirin[1]. Pêkhateya di navbera reqe û korniye jî, wekî lîmbus (bi îngilîzî: limbus) tê navkirin. Ango lîmbus, reqeyê bi korniyeyê ve girê dide. Du erkên serekî yê korniye heye, parastina çav û tîşkokirin (bi îngilîzî: focusing) û derbaskirina tîrojên ronahiyê ber bi odeya pêşî ya çav. Korniye ber bi aliyê derveyî çav ve qoqiz e (bi îngilîzî: convex). Ronahî, pêşî di nav korniyeyê de derbasî çav dibe. Tîrojên ronahiyê gava di nav korniye de derbas dibin piçek ditewin ko tîroj ber bi toreyê ve were arastekirin[5].

Çîna naverast[biguherîne]

Çîna naverast a çav, ji koroyîd, rengîne û tenê kûlkdar (bi îngilîzî: ciliary body) pêk tê[4].

Koroyîd[biguherîne]

Koroyîd beşa serekî ya çîna naverast a çavê mirov e. Koroyîd di navbera reqe û toreyê de cih digire. 5 ji 6 (5/6) beş ê çîna naverast a çav jî koroyîdê pêk tê. Koroyîd bi mûlûleyên xwînê dewlemend e[4]. Her wisa koroyîd ji boy tarîkirina hundirê goga çav, pîgmenta melanînê lixwe digire[6].

Rengîne[biguherîne]

Rengîne (bi îngilîzî: iris) xeleka rengîn a di aliyê pêşîya çavê mirov e. Rengîne firehiya bibikê rêk dixe[7] . Bi vî awayê mêjera ronahiya dikeve nava çav kontrol dike. Her wisa çavên mirov jî rengên xwe ji rengê rengîneyê digire. Li pêşîya rengîneyê de korniye heye, li paşiya rengîneyê de hawêne heye. Rengîne beşa pêşî ya çavê, dabeşê du beşên biçûktir dike, odeya pêşî û odeya paşî[1]. Herdu ode jî bi şileya avî tijî ne.

Bîbika çav[biguherîne]

Di naverasta rengîneyê de kunek, bi rengê reş heye, navê wê bîbika çav e. Bîbik ji boy tîrojên ronahiyê derîçe ye. Ronahî bi rêya bîbikê dikeve nav çav. Bîbik di ronahiya zêde de teng dibe, ronahiya kêm de fire dibe[1]. Firebûn û tengbûna bîbikê bi alîkariya masûlkeyên lûs, bi awayekî xwenewîst rû dide. Du cor rîşalemasûlkeyên rengîneyê ji boy guhertina firehiya bîbikê kar dikin. Masûlkeyên bazneyî û masûlkeyên tîrojî (bi îngilîzî: radial muscle). Masûlkeyên bazneyî masûlkeyên gûşer in (bi îngilîzî: sphincter muscle), masûlkeyên tîrojî jî masûlkeyên veker in (bi îngilîzî: dilator muscle). Bîbika çav bi girjbûna masûlkeyen bazneyî teng dibe, bi girjbûna masûlkeyên tîrojî jî fire dibe.

Tenê kûlkdar[biguherîne]

Çîna koroyîd li aliyê pêşiyê çav de diguhere û tenê kûlkdar peyda dibe. Tenê kûlkdar masûlkeyên kûlkdar lixwe digire. Masûlkeyên kûlkdar, rîşalemasûlkeyên lûs in[1]. Her wisa tenê kûlkdar rûkeşaxaneyên dardanî jî lixwe digire. Rûkeşaxaneyên derdanî, şileya avî der didin nav odeya pêşî û paşî ya kelêna pêşî. Masûlkeyên kûlkdar, masûlkeyên baznî ne. Şêweyî hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê rêkxistin[1]. Kûlkemasûlke qoqiziya haweneyê diguherînin.

Çîna navî[biguherîne]

Tore[biguherîne]

Çîna navî bi tora demarexaneyan ve dewlemend e, wekî tore tê navkirin. Tore çînek tenik a demareşaneyê ye, li hundirê goga çav, li aliyê paşî de cih digire. Ronehiyewergirên bi navê xaneyên qoçekî û xaneyên çîlkeyî di toreyê de cih digirin[8]. Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji boy enerjiya kîmyayî vediguherîne. Enerjiya kîmyayî demarexaneyan hander dike, sînyalên bînînê bi şeweyî demareragihandin ji çav tê şandin boy tûkila mejî. Tore ji du çînên serkî pêk tê, çîna derve ya pîgmentî û çîna navî ya demarî.

Çîna pîgmentî di binê çîna koroyidê de cih digire û bi çîna koroyidê ve girêdayî ye. Çîna pîgmentî ji qatek rûkeşexaneyên şeşgoşeyî pêk tê. Ji ber ko xaneyên rûkeş pîgmenta reş a bi navê melanîn lixwe digirin, navê van xaneyan, rûkeşexaneyên pîgmentî ye. Ronahiyewergir û demarexaneyên hevkarê ronahiyewergiran di çîna demarî de cih digirin. Vê çîna toreyê berpirse boy wergirtina tîrojên ronahiyê û veguherandina enerjiya ronahiyê boy demareragihandinê[9]. Herwisa demareragihandin ji vê çînê tê şandin boy tûkila mejiyê.

Bînîna herî zelal û xurt di çalika navendî ya toreyê de rû dide.

Xala kor[biguherîne]

Li ser toreyê xalek heye ko demarên bînînê ji çav derdikevîn û ber bi mejî ve dirêj dibin. Di wê xalê de ne xaneyên qoçekî û ne jî xaneyên çîlkeyî heye, tenê tewereyên xaneyên girêk hene, loma li wir ronahî nayê mijîn û bînîn rû nade. Ev beşa toreyê wekî xala kor tê navkirin[4]. Ji xeynî xala kor, hemû beşên toreyê çalak e ji boy hestê bînînê.

Lekeya zer[biguherîne]

Di navenda toreyê di beşek piçûk a wek mîna xalek zer xuya dibe, ji wê beşê re lekeya zer an jî makula (bi latînî : macula lutea) tê gotên. Li ser lekeya zer jî çalikek bîçûk heye û wekî çalika navendî an jî fovea (bi latînî: fovea centralis) tê navkirin[5]. Di çalika navendî de hejmara xaneyên qoçekî zêde ye[7], loma di çavê mirov de bînîna herî zelal û xurt di çalika navendî ya toreyê de rû dide.

Hawêneya çav[biguherîne]

Hawêne, (bi îngilîzî: lens) pêkhateyek şûşeyî, zelal (ruhnik), qaîşokî û bi herdu rûyê xwe qoqiz e. Hawêne li paş bîbikê de cih digire, bi awayekî dardekirî, bi kûlkemasûlkeyên bazneyî ve girêdayî ye. Di navbera hawêne û kûlkemasûlkeyên bazneyî de bendikên hilawîstiner heye, ango hawêne bi navbeynkariya wan bendikan, bi kûlkemasûlkeyan ve girêdayî ye[8]. Mirov carna li tiştên nêzîk, carnan ji li yên dûr dinêre, durahiya navbera tiştan û çav guherbar e, lê ji boy bînînê, divê her car tîrojên derûdor rasterast bikeve ser çîna toreya çav. Karê serekî ya hawêneyê, arastekirina ronahiyê li ser çîna tore û çalika navendî ye. Ango bi rêkxistina hawêneyê, li gel guherbariya dûrahiya çavkaniya ronahiyê, tîrojên ronahiyê dîsa jî dikevin ser çîna toreyê. Hawêne ji boy vê erkê, qoqiziya xwe diguherîne û tîrojan ditewîne (dîşkîne).

Ronahiyewergirên çav[biguherîne]

Di mejî de têgihîştina bînîna reş û spî an jî gewr ji aliyê xaneyên çîlkeyî ve tên rêkxistin

Ronahiya hawirdor di korniye û hawêneyê de tê şikestin û tîroj li ser toreyê tên tîşkokirin. Çîna toreya çav, jo boy wergirtina ronahiyê, demarexaneyên taybet, ango ronahiyewergir lixwe digire. Ronahiyewergir hestewergirên ji boy hestê bînînê ne. Du cor ronahiyewergir di çîna toreyê de cih digirin. Yek ji wan xaneyên çîlkeyî ne (bi îngilîzî: Rod cells) a din jî xaneyên qoçekî (bi îngilîzî: cone cells) ne. Ev herdu cor hestewergir navên xwe ji şêweyên xwe digirin.

Xaneya çîlkeyî[biguherîne]

Xaneyên çîlkeyî dişibin şivê darê, loma vî navê lê kirine. Karê serekî yên xaneyên çîlkeyî mijandina ronahiyê ye. Beşa derve ya xaneya çîlkeyî de, parzûna xaneyê qatên bi şeweyê xeple (dîsk) pêk tîne. Bi vî awayê rûyê parzûnê hê firehtir dibe ji boy mijîna ronahiyê. Di nav xepleyan de pîgmenta rodopsîn cih digire[10]. Rodopsîn corek ji proteînên heste ye ko boyax (pîgment) lixwe digire û enerjiya ronahiyê vediguherine sinyalên elektrîkê. Hestiyariya xaneyên çîlkeyî ji boy ronahiyê gelek zêde ye, bi gelemperî xaneyên çîlkeyî ne li navend lê li derdora navenda toreyê de zêde ne. Xaneyên çîlkeyî ji boy bînîna çêweyî (herdu kêlekên çav) û binîna di ronahiya kiz (lawaz) de tên bikaranîn[11]. Di mejî de têgihîştina bînîna reş û spî an jî gewr ji aliyê xaneyên çîlkeyî ve tên rêkxistin[12].

Bînîna rengîn a li mirov ji aliyê sê cor xaneyên qoçekî ve tê diristkirin.

Xaneya qoçekî[biguherîne]

Di çavê mirov de hejmara xaneyên qoçekî ji ya xaneyên çîlkeyî gellek kêmtir e, loma belavbûna van herdu cor xaneyan a li ser beşên toreyê ne wekhev e. Asta derazînkê ya xaneyên qoçekî boy kartêkirên ronahiyê gelek bilind e. Loma xaneyên qoçekî tenê di ronahiya geş de çalak in[6]. Ji ber vê yekê xaneyên qoçekî wekî wergirên bînîna ronahiya geş tên navkirin. Herwisa xaneyên qoçekî berpirsiyar in ji boy bînîna zelal û rengîn. Li mirov de hestê bînînê, bi bînîna rengîn a sêrengî (trichromat) rû dide. Bînîna rengîn a li mirov ji aliyê sê cor xaneyên qoçekî ve tê diristkirin. Her yek ji van xaneyan corek ji ronahiya bînraw dimijîne. Pîgmenta corek ji xaneyên qoçekî herî zêde ronahiya şîn, pîgmenta cora din ronahiya kesk, pîgmenta cora dawî jî herî zêde ronahiya sor dimijîne[2]. Xaneyên qoçekî tên polenkirin li gor cora dirêjiya pêla ronahiya ji aliyê wan ve tên mijandin. Xaneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya şîn a dirêjiya pêla wê 420nm (nanometre) dimijînin, wekî qoçekên şîn an jî qoçekên kin (bi îngilîzî: S cones) tên navkirin[7]. Yên ko herî zêde ronahiya kesk a dirêjiya pêla wê 530 nm dimijînin, wekî qoçekên kesk an jî koçekên navîn (bi îngilîzî: M cones) tê navkirin[7]. Xeneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya sor a dirêjiya pêla wê 562nm dimijînên, wekî qoçekên sor an jî qoçekên dirêj (bi îngilîzî: L cones) tên navkirin[7]. Hejmara xaneyên qoçekî di çalika navendî (bi latînî: fovea centralis) ya lekeya zer ( bi latînî: macula lutea) a beşa toreyêde hê pirtir in.

Ronahiya bînraw[biguherîne]

Çavê mirov hemû tîrojên karomiqnatîsiyê nabîne.

Tîrojên ronahiyê li ser kelûpelan dixe, ji wir şewq dide û tê ser çavê mirov, li gor dirêjiya pêla ronahiyê, çavê mirov ronahiyê bi awayekî rengîn dibîne. Tîrojên ronahiyê, corek ji tîrojên karomiqnatîsî ye. Tîrojên karomiqnatîsî jî mîna deng, bi şêwaza pêl belav dibin. Pêlên deng di nav madeyên şile, req û di nav hewayê de derbas dibin, cudahiya pelên karomiqnatîsî ji pêlên deng ev e ko pêlên ronahiyê dikare di nav valahiyê de jî derbas bibe. Çavê mirov hemû tîrojên karomiqnatîsiyê nabîne. Tîrojên ko dirêjiya pêlên wan ji 400 heta 700 nanometre ne, ji aliyê çav ve dikarin bên dîtin[8], çav enerjiya van tîrojan veduguherîne sînyalên elektrîkê . Ew ronahiya ko mirov tîrojên wan bi çav dibîne, wekî ronahiya bînraw tê navkirin[11].

Kêlênên Çav[biguherîne]

Hawêne û tenê kûlkdar, çavê dabeşê du kelênan dikin. Valahiya di navbera korniye û hawêne wekî kelêna pêşî tê navkirin. Valahiya pişt hawêneyê jî wekî kelêna paşî tê navkirin[13]. Kelêna paşî li gor kelêna pêşî xwediyê qebareyek mezintir e û bi şileya şûşeyî(bi latînî: vitreous humor) tijî ye[3]. Şileya şûşeyî destek dide çîna toreyê û tîrojên ronahiyê ji hawêneyê diguhêzîne ser toreyê. Herwisa şeweyî gogî ya çav jî ji ber hebûna vê şileyê ye. Rengîne kêlena pêşî ya çavê, dabeşê du beşên biçûktir dike, odeya pêşî û odeya paşî. Odeya pêşî di navbera rengîne û korniye, oda paşî jî di navbera rengîne û hawêneyê de cih digire. Herdu ode jî bi şileya avî (bi latînî: aqueous humor) tijî ne[3]. Şileya avî ji aliyê rûkeşexaneyên tenê kûlkdar ve tê berhemkirin û derdan[9]. Xaneyên hawêneyê xurek û oksîjenê ji şileya avî digirin.

Guncandin[biguherîne]

Bi zêdekirin û kêmkirina qoqiziya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin ko bi bi qebareya piçûktir û bi awayek serûbin qulipî, rasterast dikevin ser çîna toreyê.

Di jiyana rojane de durahiya navbera tiştan û çav guherbar e, hin tişt nêzîk hinek tişt jî dûrê çavê mirov e, lê dîsa jî tîrojên derûdor rasterast dikeve ser çîna toreya çav. Hawêne ronahiyê ji derdorê digire, bi aweyekî guncav dişkîne û raste rast arasteyî ser çîna toreyê dike[14]. Ev karê hawêneyê wekî guncandin (bi îngilîzî: eye accommodation) tê navkirin[2]. Guncandin bi kêmkirin û zêdekirina qoqiziya hawêneyê rû dide. Qoziya hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê guhertin. Gava mirov li tiştek nezîkê xwe dinêre, wekî mînak, gava pirtûk dixwîne, külkemasülke yên dora hawêneyê girj dibin, bendên hilawîstiner sist dibin, hawêne hê pirtir qoqiz debe[15]. Heke mirov li cihek, an jî tiştek li dûr binêre, kûlkemasûlke xav dibin, îcar bendikên hilawîstîner tên şidandin û hawêneyê ber bi xwe ve dikişînin, loma qoqiziya hawêneyê kêm dibe, hawêne tenik dibe[15].

Tîrojên ronahiya hawirdorê, cara pêşîn dikevin ser korniyeyê û di korniyeyê de tên şikestin, tîroj wekî gurzekî ronahiyê, ji korniyeyê derbasî bîbikê dibin, ji wir jî tên ser hawêneyê. Şêweyî hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê rêkxistin. Kûlkemasûlke qoqiziya haweneyê diguherînin. Bi zêdekirin û kêmkirina qoqiziya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin ko bi bi qebareya piçûktir û bi awayek serûbin qulipî, rasterast dikevin ser çîna toreyê.

Mijîna ronahiyê û çalkbûna ronahiyewergiran[biguherîne]

Gava tîrojên ronahiyê li ser rodopsînê dikevin, retînal enerjiya fotonan dimijîne û şeweyî xwe ya cis-retînal diguherîne retînala all- transê û ji rûyê rodopsînê dûr dikeve, loma şeweyê rodopsînê digugere.

Demarexane di rewşa asayî de, ango dema ji hawirdor kartêkir wernagirin, di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî: polarization)tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, cogên sodyumê yên li ser parzûna xaneyê girtî ne. Di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çê dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeyê negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeyê pozîtiv ve barkirî tê hiştin. Lê ev rewş ji boy ronahiyewergiran ne wisa ye. Demarexaneyên ronahiyewergiran, di qonaxa bêhnvedanê de ango gava tîrojên ronahiyê li ser wan nakeve, di rewşa berevajîbûna cemsergiriyê de (bi îngilîzî: depolarization) dimînin[12]. Di vê qonaxê de cogên sodyumê yên ronahiyewergirê vekirî ne û di heman demê de ji kotahiya gehînkeyî ya ronahiyawergirê demareguhêzer a bi navê glutamet tê derdan. Glutamet di gehînkeqelîşê de derbasî ser dendrîta demarexaneya ducemserî dibe. Ji ber derdana glutametê xaneya ducemserî di rewşa cemsergiriya hîper de dimîne. Loma ji xaneya ducemserî ber bi xaneyên girêk demareguhêzer an jî demareragihandin nayê şandin, ji ber vê rewşê, cemsergiriya xaneyên girêk hilnaweşe, ji xaneyên girêk sînyal naçe demarên bînînê. Tûkila mejî ji demarên bînîne ragihandin nagire, di mejî de têgihîştina bînînê peyda nabe, loma mirov di tariyê tiştan nabîne.

Di ronahiyê de rodopsîna xaneyên çîlkeyî û fotopsîna xaneyên qoçekî tîrojên ronahiyê dimijin. Ji vê gavê şûn ve berteka herdu cor ronahiyewergir, xaneyên çîlkeyî û yên qoçekî hema mîna hev in, lê ji ber ko xaneyên qoçekî sê cor in, çalakiya her yekî li gor rengê ronahiyêk taybet e. Ango li gor hebûn an jî nebûna rengên kesk, sor û şîn xaneyên koçekî çalak dibin an jî di rewşa berevajîbûna cemsergiriyê de dimînin.

Gava çav bi ronahiyê ve rûbirû dimîne, 11-cis-retînal a beşa rodopsînê ji aliyê fotonên ronahiyê ve tê guhertin boy all-trans-retînalê[3]. Ev rewş mîheng û şeweyê rodopsînê diguherîne. Guherîna rodopsînê bandor li ser cogên sodyumê(Na+) yên li ser parzûna beşa derve ya xaneya çîlkeyî dike, cogên sodyumê tên girtin. Bi vî awayê bargeya elektrîkî ya nav xaneyê û derveyî xaneyê diguhere. Xaneya çîlkeyî dikeve rewşa cemsergiriye û derdana demareguhêzer (glutamet) tê sekinandin. Bi kêmbûna glutametê, cemsergeriya xaneya ducemserî hildiweşe. Îcar ji demarexaneya ducemserî demareguhêzer tê derdan. Xaneyên ducemserî bi xaneyên girêk ve girêdayî ne, loma demareguhêzer li ser xaneyên girêk bandor dike û erkê kar dide destpêkirin. Sînyalên bînînê tê şandin boy tûkila mejî. Herwisa bi guherîna rodopsînê opsîn ji retînalê diqete û bêreng dimîne ev rewş wekî rengbirin (bi înglîzî: bleaching) tê navkirin. Xaneyên çîlkeyî di dema rengbirinê de bersîva ronahiyê nadin û çalak nabin. All-trans-retînal ên ji opsînê diqetin, an tên enbarkirin an jî tê guhertin boy 11-cis-retînal, paşê boy ji nû ve çêkirina rodopsînê, tê şandin boy xaneyên çîlkeyî. Xaneyên çîlkeyî di tariyê de cardin ji opsîn û 11-cis-retînalê rodopsîn çê dike[3]. Demareguhêzer di xaneyên girêk de erkê kar dide destpêkirin, bi vî awayê demareragihandin ji xaneyên girêk , bi navbeynkariya demarên bînînê ber bi navenda bînînê ya tûkila mejiyê ve tên şandin[16]. Di mejî de li gor ragihandinên ji xaneyên qoçekî, an jî ji xaneyên çîlkeyî têgihîştina bînîna rengîn an jî reş û spî rû dide.

Rêbaza rûdana bînînê[biguherîne]

Endamê hestê bînîne, ango çavê mirov piştî çar gavên serekî rê li ber çêbûna hestê bînînê ve dike. Ev çar gav ji beşên li jêr pêk tê.

1.Wergirtina ronahiyê,

2.Veguherandina enerjiya ronahiyê bo erkê kar,

3.Gihandina demareragihandinê boy mejî

Di qada çeperastê de hinek bînînedemarên çavê rastê derbasi aliyê çepê, hinek ji bînînedemarên çavê çepê jî derbasî aliyê rastê dibin

4.Şîrovekirin û têgihîştina wêneyê di mejî de

Ji boy peydabûna hestê bînînî gava yekem, hebûna ronahiyê ye. Ji boy bînîna wêneyek (tişt, obje) hebûna ronahiyê pêwîste. Divê tîrojên ronahiyê bikeve ser wêneyê û hinek ji tîrojan ji wêneyê şewq bide û bigihîje çavên mirov. Di çavê mirov de ronahiya wêneyê dikeve ser korniyeyê, korniye pêkhateyek ron e, loma tîrojên ronahiyê di korniyeyê de pîçek dişkê û derbasî nav odeya pêşî ya çav dibe. Odeya pêşî bi şileya avî tijî ye. Ronahî di nav şileya avî de derbasî bîbikê dibe. Bîbik di ronahiya zêde de teng dibe, ronahiya kêm de fire dibe. Firebûn û tengbûna bîbikê bi alîkariya masûlkeyên lûs ên rengîneyê, bi awayekî xwenewîst rû dide. Tîrojên ronahiyê ji bîbika çav derbas dibin û dikevin ser hawêneyê. Di hawêneyê de guncandin rû dide, ango li gor dûrbûn an jî nêzîkbûna wênêyê, qoqiziya hawêneyê tê guhertin ko tîşkoya hawêneyê bikeve ser toreyê. Tîrojên ronahiya wêneyê di hawêneyê de tên şikestin(tewîn), paşê di şileya şûşeyî de derbas dibin û dikevin ser toreyê. Bi zêdekirin û kêmkirina qoqizatiya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin ko bi qebareya piçûktir û bi awayek serûbin qulipî, rasterast dikevin ser çîna toreyê. Di toreyê de hesteveguherandin rû dide, ango enerjiya tîrojên ronahiyê tê guhertin boy enerjiya elektrîkê. Ronahiyewergirên toreyê, ango xaneyên qoçekî û xaneyên çîlkeyî ji ber ronahiya wêneyê çalak dibin. Ronahiyewergirên çalakbûyî demarexaneyên dûcemserî hander dikin, xaneyên dûcemserî jî xaneyên girêk hander dikin, bi vî awayê di xaneyên girêk de erkê kar dest pê dike. Xaneyên girêk demareragihandinên wêneyê bi navbeynkariya tewereyên xwe arasteyê mejî dikin. Gurza tewereyên xaneyên girêk, demarên bînînê pêk tînin. Demarên bînîne di xala kor a çav de ji çav derdikevin. Bînînedemarên (demara bînînê) çavê rast û yên çavê çepê berê ko bigihîjin patikepila mejiyê, li nêzikê talamusê, tevlê hev dibin[2]. Ev cihê ko bînînedemar rastê hev tên, wekî qada çeperast a bînînê (bi îngilîzî: optic chiasm) tê navkirin. Di qada çeperastê de hinek bînînedemarên çavê rastê derbasi aliyê çepê, hinek ji bînînedemarên çavê çepê jî derbasî aliyê rastê dibin û bi vî awayê bînînedemar xwe digihînin talamusê[11], demareragihandinên bînînê li talamusê tên tekûzkirin. Ji talamusê, demareragihandinên bînînê tên şandin boy patikepilên tûkila mejiyê. Şîrovekirina wêneyê û têgihîştina bînînê di patikêpila mejî de çê dibe[17].

Kêmasiyên çav / Kêmasiyên bînînê[biguherîne]

Ji boy bînîna zelal a asayî, divê tîrojên ronahiyê ji wêneyê şewq bide paşê ji korniye, bîbik û hawêneyê derbas bibe û rasterast li ser toreya çav de were tîşkokirin. Lê hin caran dibe ko wêne ne li ser toreyê lê li pêşî an jî paşiya toreyê de were tîşkokirin. Ev rewş wekî kêmasîya (qisûr) bînînê an jî kêmasiya çav tê navkirin. Sê corê kêmasiya bînînî heye, nêzîkbînîn, dûrbînîn û astîgmatî[16]. Ev hersê kêmasî jî ji ber ne asayîbûna giloveriya goga çav, an jî ne asayîbûna qoqiziya hawêne û korniyeyê rû dide[13].

Sê corê kêmasiya bînînî heye, nêzîkbînîn, dûrbînîn û astîgmatî

Çavê dûrbînî[biguherîne]

Goga çav ne gilover e, tîreya asoyî li gor tîreya stûnî ya çav, piçek kin e[16]. Li hin mirovan jî qoqiziya korniyeyê an jî hawêneyê kêm e. Tîşkoya hawêneyê ne li ser toreyê, lê li paşiya toreyê çê dibe. Mirovên bi çavê dûrbînî, tiştên dûr dibînîn, lê yên nezîk baş nabînîn. Ji ber vê yekê vê kêmasiya çav, wekî dûrbînî (bi îngilîzî: hypermetropia / farsightedness) tê navkirin. Dûrbînî bi alîkariya berçavkên bi hawêneya qoqiz tê saxkirin [4].

Çavê nêzîkbînî[biguherîne]

Goga çav ne gilover e, ber bi asoyî dirêj e[9]. Ronahiya wêneyê dikeve ser hawêneyê, lê tîşkoya hawêneyê ne li ser toreyê, lê li pêşiya toreyê çê dibe. Ji ber vê kêmasiya çav, mirov tiştên nêzik dibîne lê yên li dûr nabîne. Loma vê kêmasiya (qisûr) çav wekî nêzîkbînî(bi îngilîzî:myopia / nearsightedness) tê navkirin. Nêzîkbînî bi alîkariya berçavkên bi hawêneya rûçal tê başkirin.

Çavê astîgmatî[biguherîne]

Ev kêmasiya çav ji ber neasayîbûna şeweyê hawêneyê an jî korniyeyê rû dide. Di çavên asayî de şeweyê korniyeyê dişibe porteqalê lê çavên bi astîgmatî de, korniyeyê ne gogî lê bi şêweyê hêkê ye, ango hêlkeyî ye. Loma tîrojên ronahiyê bi awayekî asayî nayên şikestin. Ne yek lê zêdetir tîşkoyên hawêneyê di nav çav de peyda dibin. Ev rewş bînîna zelal asteng dike, bînîn bi awayekî şêlîkirî çê dibe. Astigmatî bi hawêneyên guncav tê çareserkirin.

Nexweşiyên çav[biguherîne]

Şevkorî[biguherîne]

Heke di xaneyên çîlkeyî de bi têra xwe rodopsîn berhem nebe, çalakiya xaneyên çîlkeyî têk diçe. Têkçûna xaneyên çîlkeyî dibe sedema çêbûna nexweşiya şevkoriyê. Bi eslê xwe nexweşiya şevkorî, nexweşiyek bomaweyî (genetîk) ye. Lê kêmasiya vîtamîna A jî dibe sedama çêbûna nexweşiyê. Xaneyên çîlkeyî ji nav sîtoplazma û xepleyên pîgmentê de vîtamîna A digirin û rodopsîn berhem dikin. Ji ber ko retînal ji vîtamîna A berhem dibe, heke di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna A tune be xaneyên çîlkeyî nikarin rodopsîn berhem bikin loma nexweşiya şevkorî li mirov peyda dibe[9].

Rengkorî[biguherîne]

Hin caran yek an jî du cor ji xaneyên qoçekî têk diçin, loma li mirov de nexweşiya rengkorî peyda dibe. Nexweşiya rengkorî ne yek cor e, lê ji wê nexweşiyê, a herî pirtir li mirov peyda dibe, nexweşiya koriya rengên kesk û sor e[1]. Kesên bi vê nexweşiyê, rengê kesk û rengê sor ji hev dernaxin. Nexweşiya rengkorî nexweşiyek bomaweyî( genetîkî) ye[9]. Nexweşiya rengkoriya bi kesk û sor li ser kromozoma X, ji dê û bavan derbasî zarokan dibe[9], taybetiya vê nexweşiyê ev e ko, nexweşiya rengkoriya bi rengên kesk û sor di nav zilaman (nêr) de hê pirtir balavî ye. Egera ketina kurekî ya bi vê nexweşiyê, ji egera nexweşketina kêçekî deh car zêdetir e.

Piresbîtî[biguherîne]

Piştî temenê 45-50 saliyê, bi gelemperî qaîşokiya hawêneyê kêm dibe[7]. Kûlkemasûlkeyên bazneyî girj dibin, bendên hilawîstîner jî sist dibin lê hawêne bi têra xwe qoqiz nabe. Ji ber wê rewşê, tîrojên ronahiyê yên ji derdora nezikê çav kêm ditewin, bi awayekî rast nakevin ser toreyê loma nexweşiya çav a bi navê piresbîtî li herdu çavên mirov peyda dibe. Ji boy kesên bi çavên piresbît, berçavkên rû qoqiz tên bikaranîn. Navê wan berçavkan di nav gel de wekî berçevka xwendinê jî tê navkirin.

Nexweşiya ava spî[biguherîne]

Hin caran hawêneya çav mat dibe, zelaliya hawêneyê winda dibe, hawêne bi rengê spî xuya dibe[4]. Ev rewş wekî nexweşiya ava spî (katarak) tê navkirin. Bi gelemperî nexweşiya ava spî di çavek de peyda dibe, çavê din sax dimîne. Ji boy çareseriya nexweşiyê, hawêneya resen a çavê bi ava spî, bi hawêneyek destkar ve tê guhertin[4].

Nexweşiya glukom[biguherîne]

Hin caran di nav çav de pestoya şileya şûşeyî zêde dibe, ji ber pestoya berz ziyan digihîje toreyê û demarên bînînê, dibe ko ji ber pestoya berz korî jî li mirov peyda be[4].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c d e f g h i Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  2. a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. a b c d e Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. a b c d e f g h Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  6. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. a b c d e f Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. a b c Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  9. a b c d e f Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  10. Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  11. a b c Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  12. a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  13. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  14. Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  15. a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  16. a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  17. Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.