Birayên Karamazov (pirtûk)
Xuyakirin
Rûpela yekê ya pirtûkê | |
| Nivîskar | Fyodor Dostoyevskî |
|---|---|
| Ziman | Rûsî |
| Şêwe | Roman |
Birayên Karamazov romana dawî ya nivîserê rûs Fyodor Dostoyevskî ye û romana wî ya herî serkeftî ye. Roman ji kanûna paşîn a 1879an heya çiriya paşîn a 1880î mîna rêznivîsa kovara Русскій Вѣстникъ (Russkiy Vestnik) dihate belavkirin.[çavkanî hewce ye]
Di pirtûkê de babetên mîna xwedênasî, hebûna xwedê yan na, peywendiyên civakî û revanzanstî dihêne şirovekirin. Romanê cihê xwe di dilê kesên mîna Albert Einstein, Sigmund Freud, Martin Heidegger û Ludwig Wittgenstein vekir û bi baweriya wan yek ji romanên herî rêkûpêk ên Dostoyevskî bû.[çavkanî hewce ye]
Leheng û çend bûyerên romanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Roman ji çar beşan û epîlogekê pêk tê û kesê sereke yê tê de mirovekî bi navê Fyodor Pavlovîç Karamazov e û çar lawên wî (birayên Karamazov ên bi navê Dmîtrî, Îvan, Aleksey û Pavel).
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara li ser pirtûkekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |