Here naverokê

Bolşevîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bolşevîk
  • Political faction
  • tevgera siyasî
  • koma mirovan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1903 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • bolshevik Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Kongreya Partiya Bolşevîk, bi Lenîn re li ser aliyê rast. Beşdarên din (ji aliyê çepê): Jenukidse, Kalinin, Bucharin, Tomski, Laschewitsch, Kamenew, Preobraschenski, Serebrjakow û pêşî Rykow.
Bolşevîk li gorî Boris Kustodijew, 1920

Bolşevîk (rûsî: большевики, wergera bi peyvî piranîperêz[çavkanî hewce ye]) beşeke Partiya Sosyal Demokratê Karkarên Rûsyayê bû. Fraksiyonê bolşevîkan diktatoriya prolêteran dişopand û bo vê dixebitîn û wan xwe li hembera menşewîkên| ko daxwaza xwe "demokrasiya nimînî" bûn girtibû.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê wê fraksiyonê di civîneke di 1903an de li Londonê cih girtî de hatibû. Hêldarên Vladîmîr Îlyîç Ulyanov (Lenîn) di wê civînê de piraniya civakê (rusî bolşînstwo) pêk dianÎn û bo vê ewna wek bolşewîk dihatin binavkirin. Hindikeyên ko di wê civînê de bûn jî wek menşewîk (rusî menşînstwo) dihatin binavkirin. Stalîn jî pê re di hêla bolşevîkan de cih girtibû.

Bolşewîk gorî fraksiyonên dinê partiyê radîkal bûn. Wan xirabkirina Çariya Rûsyayê dixwest û bo vê armancê xwe bi komûnîstan re yek kiribûn. Armanca menşewîkan hembera bolşevîkan ne tu diktatoriya partiyan bû.

Bolşevîkan pê Şoreşa Çiriya Pêşîn di 1917 re kargerî di pêşengiya Lenin de dest xwe xist.

Di Şerê Hindir ê Rûsyayê di 1918an de destpêkirî de Artêşa Sor li hembera Artêşa Spî têkoşÎn dikir. Artêşa Sor ê ko di fermanderiyê Leon Davidovich Trotsky de bû Artêşa Spî bin xist û bolşevîkan di 1922an de li hemû welatê Rûsyayê hikuma xwe dianîn.

Ji sala 1918an şûnda bolşevîkan xwe wek Partiya Komûnîstê Rûsyayê nav kirin û pê sala 1925an re jî xwe wek Partiya Komûnîstê YKSS xwe nav kirin.