Vladîmîr Lenîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Lenin hat beralîkirin)
Vladîmîr Lenîn
Navê rastî
Владимир Ильич Ленин Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Владимир Ильич Ульянов Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

22 nîsan 1870 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ulyanovsk (Simbirsk Governorate, Împeratoriya RûsîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin21 kanûna paşîn 1924 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bolshiye Gorki Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêXwînrêjiya mêjî li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêLenin's Mausoleum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Rûsî (1870–1918), Russian Socialist Federative Soviet Republic (1918–1922), Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (death of subject, 1922–1924) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Faculty of Law, Saint Petersburg State University (1890–)
  • Kazan Imperial University (–1888)
  • Simbirsk Classical Gymnasium Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Imperialism, the Highest Stage of Capitalism Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
Meqam
  • Chairman of the Council of People's Commissars of the Russian SFSR (1917 (bi julianî) – 1924)
  • Chairman of the Council of People's Commissars (1923–1924)
  • president of the Council of Labour and Defence of the USSR (1923–1924)
  • Member of the Politburo of the CPSU Central Committee (1917 (bi julianî) – 1917 (bi julianî))
  • Member of the Politburo of the CPSU Central Committee (1917 (bi julianî) – 1919) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Hevjîn
  • Nadezhda Krupskaya (1898–1924) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Ilya Ulyanov Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Maria Ulyanova Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
MalbatBlank family Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Work order of Corasmia (1922)
  • Honorary citizen of Kazan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Vladîmîr Îlyîç Lenîn (bi rûsî: Владимир Ильич Ленин) an jî Vladîmîr Îlyîç Ûlyanov (bi rûsî: Влади́мир Ильи́ч Улья́нов), bi kurtî wek Lenîn (bi rûsî: Ле́нин, "zilamê Lenayê") tê naskirin, (1870 - 1924), mirovekî şoreşger û siyayasetmedarê Rûsyayê ye. Avaker û serokê partiya Bolşevîk, dilê şoreşa cotmehê, û derhênerê YKSS'yê ye.

Cara yekemîn zanistiya azadiya çînan a marksîzmê bi Lenîn û Bolşevîkan biserdikeve. Lenîn di zanîna Marksîzmê de hin guherandine pêk tîne. Bo mînak ew wekî sazûmanî dîktatoriya proletaryayê dibîne û ji bo wê biserbixe têdikoşe. Lenîn bi dibistanên marksîzmê yên din re dikeve nîqaşan û roj bi roj alîgirên riya wî zêdedibin.

Lenîn di rêxistinbûnê de jî guhertinan dike. Ew bi navê navendparêziya demokratîk modeleke nû avadike û ev model dibe bingeha pirraniya partiyên komûnîst û sosyalîst. Lenîn bi navê NEP (Ekonomî polîtîkaya nû) programeke berfireh bo damezrandina deweleta nû a sosyalîst amade dike. Mixabin tenduristiya wî dest nade. Lenîn di 30ê tebaxa 1918an de bi granî tê brîndarkirin. Bi 3 derbên kujer jiyana wî heya mirinê dikeve xetereyê.

Lenîn di saxiya xwe de bingehê azadiya gelên li împeratoriya Rûsyayê datîne. Mezin an piçûk ji hemî gel an hindikayiyan re serxwebûnê avadike. Di dema Lenîn de bi navê Kurdistana Sor otonomiyek ji bo Kurdan jî tê damezrandin. Lenîn wesiye dike ku Stalîn û Troçkî divê hin taybetiyên xwe biguherînin an bi vî awayî ew dê ji bo paşerojê xetereyan bînin.

Ziyaretgeha Lenînî li Meydana Sor a Moskowê (Rûsya)

Piştî mirina Lenîn di sala 1924an de, wasiyetên wî tên jibîrkirin heya bigire tên windakirin. Stalîn hemî desthilatdariyê dixe destê xwe. Stalîn bi navê sosyalîzmê poltîkayên tûj û bixwîn dimeşîne. Lev Trotskî dide kuştin. Otonomiya Kurdistana Sor li ser daxwaza Komara Tirkiyeyê û Îranê ji holê radike. Azadiya ku Kurdan li Mehabadê bidestdixin bo xatirê şahên Îranê difiroşe. Herwekî li ruyê cîhanê hemî partî û komên çepgîr bi xwe ve dide girêdan. Ên ku viya napejirînin difiroşe yan li dijî wan têdikoşe. Serhildanên Kurdan mehkûm dike alîkariya dagirkerên Kurdistanê Tirkiyeyê, Îran û welatên Ereban dike. Baweriya ku Lenîn afirandibû, bi destê Stalîn û polîtîkayên YKSSê roj bi roj ditemire û di dawiya salên 80î de jî ji holê radibe.

Lenîn, ji xaynê ve, nivîskarê nivîsên marksistî û felsefe vê ye ji. Yê ku Sosyalizmê Zanist demazirandiya ji ew bixwe ya. Lenîn armaca wî ew bû ku şoraşa Proleter li cihane bike û cihanaka bêçîn û sînor ava bike, yanî sisteme komînîszmê bide anîn. Bixwe ji, ku li ser marksizmê ava ya, teoriya ku bi ser hîmê rêzanî(politik) û Aborî ava ya û navê Lenînizmê damazrînerê wê ya. Lênîniizim, Marksîzm, ku li gor demê û xwestekên deme ji nû ve ji aliyê rêzanî, aborî û hizrî ve anîna ser ziman a. Wilo ji tê zanîn. Bêje Lenînizim, miro karê weke ku marksizm ku li gor demê bêne ser ziman û hizir pêşketinên zanistî, di riya wê de li gor demê û dise çêke û bi afirêne ya.Li gor ku tê zanîn, li gor cewherê wê yê şoraşgar yê û zanist hatina ser ziman ye Marksizmê ya.

Zaroktiya wî, heya ciwantiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciwantiya Lenîn (li dorî sala 1887)

Di deme keyitiya rus de li gundekî bi navê Simbirsk bûya.Lê li Ulyanovskê hatiya dinyê. Lenîn, ku xwediyê hizre Demoktasiyê ya û ji bo perwerde azad tekoşîn dide, mêmurê dewletê Ilya Nikolayeviç Ulyanov(1831-1886) û ku xwediyê hizirne lîberala û navê wê Maria Aleksandrovna Ulyanov kurê wan na. Di hebûna malbata wî ji ji aliyê etnîkî ve gelek cûratiyan dide nîşandin. Dapîrên wî, ku di nav wan de Rus Kalmuk ku ji wan re Oyrat ji tê gotin û Tetar û Cihu û Alman û weke ku hinek dibêjin Swedî ji hene. Lenîn di Dêre Orttadoks hatiya waftizkirin.

Wêneyeke Lenîn yê ku ji aliyê polîsan ve hatibû kişandin

Di serî de jiyana wî rasti du tregediyan hatiya. Yek ji wan, ku di 1886 de bavê wî ji xwûn çûna ser mejiyê wî mirine û ya din ji di 1887 de ku birayê wî Aleksandr Ilyiç Ulyanov ji aliyê Çarê Rus yê Sêyemên Aleksandr, ji ber ku di qestkiirna kuştina wî de di nav yên ku bomba bikar anîna de tê girtin û piştre tê bidar ve kirin. Aleksandr deme ku tê girtin, hingî xweşka wî Anna ji aliyê çar ve sorgunî Kokuchkino ku li nêzîkî Kerzan û wana tê kirin. Di dokumentên fermî yên deme yekîtiya sovyet de tê gotin ku hîmê kirinên şoraşgarî bi van bûyaran re tê avêtin, tê nivîsandin. Di pirtûkên perwerde yên deme yekitiya sovyet de wêne Lenîn û dayika wî ku ji bo Aleksandr çil digirin dide nîşandin. "riyaka cude emê naqênin", ji bo şaraşa gel û ji dêla nêzîkatiyên anarşîşt û yên yekana, Lenîn nêzîkatiya Marksist naqandiya têne ser ziman. Lenîn, piştî bi marksizmê re eleqeder bû, piştre êdî tevlî xwepêşandinên xwandaavanan dike û pişte ji tê girtin. Piştî girtina wî re, êdî Ji Zankoya Qazan tê avêtin û piştre ew kar û xabetên xwe, bi serbixwe dide berdewam kirin û piştre di sala 1891 de ji bo ku Awoqatiyê bike destûrnemaya xwe stand. Lenîn, di serî de bi Latinî û Yewnanî zanibû, piştre xwe fêrî Almanî, Înglîzî û fransizî ji kir. Lê almanî û fransiziya wî wilo zêde ne baş bû.

Deme Şoraşgariyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lenîn ku çend sala li Samara ma, piştre di sala 1893an de li St. Petersburg bicih bû. Ji dêla ku xwe pêş bixe û keriyeriya xwe bike, bi kar û xabetên şoraşgariyê re eleqeder bû. Li Marksîzm xebitî. Di sala 1895an de hata girtin. 14 Mihan girti ma. Piştî ku hata girtin, ew sorgunî Shushenskoye ku li Sîbîrya ya hata kirin. Di miha tirmeh 1898 de jina ya ku berê hingî çalakvanaka sosyalist bû bi Nadejda Krupskaya re zewicî. Di nîsana 1899an de pirtûka xwe ya bi navê "li Rûsya pêşketine Kapitalizmê" weşand. Di sala 1900 de piştî ji ji zindanê derket, li Rûsya û li hinek bajarên ewropa xabitî. Li Zürîh, Prag, Münih, Cenevrê, Wiyana, London û li Manchester ê ma. Ev deme wî ya ku ma deme sorgunê bû. Deme ku li sorgunê bû, rojnema Îskra û Julius Martov ava kir. Piştre ev rojnemayan bûna li berên wî. Di wê demê hinek nîîvîs ûpirtûk li ser tevgere şoraşgar nivîsand. di vê demê piştî k hinek nav bi kar anîn, piştre navê "lenîn" bikar anîn. Êdî weke lenîn hata naskirin. Di wê demê de di partiya rus e karkaran ya sosyal demokrat re kar kir. Têde pir aktif bû. PIştre ku bi demekê re ku wî pirtûkcikaka biçûk li ser şraşgariyê nivîsand, ku hinek bi bandûra wê ji perçebûn di vê partiyê de çûbû û lenîn ji koma ku derkete hole û ji xwe re got Bolşevîk ji wan re seroktî kir, li hevberê Menşivîkan. Ev pirtûkçika wî, tê gotin ku di wê demê ya ku ya ku herî bi bandûr bû. Di sala 1906an de di partiya mazin de weke serok hata helbijartin û piştre ne bi gelekî re mecbur me ku herê Fînlanda.

Li Ewropa gera xwe berdewam kir û di 1912 de tevlî konfaransa Pragê ya partiyê û ya Konfaransa Zimmerwald bû. Hingî gelek sosyalistên Ewropî ji tevlî van konfaransên bi wî, bûn. Lenîn serokekê mazin yê çapa Zimmerwaldê bû. Di wê demê de Inessa Armandi rusya terk dike û diçê û li Parîsê bi cih dibe û tê gotin ku ew evindaraka Lenîn e û tê gotin ku piştre hevdû ji dibînin. Li wir, bi Bolşevîkan re dibe. Piştre ku lenîn hinekî li Pragê dimêne, piştre di buhurê Siwisrê.

Di saal 1914an de ku Şerê cihanê yê yekemîn dest pê kir, li Ewropa partiyên demokratên sosya yên ji tahb didan ji bo şer, piştgir kir. Lenîn di serî de sosyal demokratên alman piştgiriyê didina şer bawer ne kir, Piştre ew partiyên piştgirî didana şer, ji Enternasyonala duyem vaqatahan. Lenîn, weke şerekî "Emperyalist" şîrove dikir û di anî ser ziman û piştgiriya bûna şerê di çînî kir.

Şoraşa Çila[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaniyê ku Lenîn tê de dima, Zurich (Swîsre).
Lewheya bîranînê ya ku behsa mayina Lenînê li Swîsre dike
Spiegelgasse 14, Fotos von 1920

Bi Şoraşa Çila e 1917 re û li Rûsya ketina çarê rus Nikolayê duyem, pişt wî re, li Rûsya rewşeke nû afiribû û Lenîn divîbû ku bihatana Wir. Lê ji ber berdewam kirina Şerê cihanê yê yekemîn bitim hize xwe berdewam dikir û Lenîn ji li Siwisrê weke bû û weke ku nikarîbû ku derkatana.Siwisre her ku xwe bêalî ji denazand bû ji, di şer de di zore de bû. Serokê Partiya Komînîs ya Siwisrê [[Fritz Platten, jiber ku Lenîn li ser Almanya re bi yên pêre bi trenê herê Rûsya, bi rayadarên Almanî re gahabû paxtakê. Hukumete Alman destûr da çûna Lenîn ya li Rûsya. Ji ber ku bawer dikir ku bi çûna Lenîn ya li Rûsya re wê di Aniya Rojhilat de wê tevlîbûnakê çêke û ew ji wê ji wan re bê alikar ku şer bi dawi bikin. Piştî Lenîn hata Almanya, ji wir êdî bi Ferîbotê diçê Swedê. Lenîn, rêvaniya wî ya li Skendînavya, ji aliyê du komînîstên Swedî Otto Grimlund û Ture Nerman hatibû alîkarkirin.

Di nîsana 1917an de Lenîn gaha Petrograde. Deme ku gaha di cih de li hevberê Hikumete ku heya têzên xwe denazandin. Bi vê yekê bû serokê Bolşevîkan yê sereke. Di serî de partiya wan weke partiyaka çap tenê mabû. Lê piştre di demeke kin de bû cihê yên ku ji Hikumete nexweş lê civina wan. Bolşevik di wê demê de li hevberê hukumetê bûn. Li tiştekî hiukumetê xwedi derneketin. Li ber sekinîn. Di wê demê de yên ku li ber lenîn ji sekinin hebûn. Yên weke Aleksandr Kerensky, Lenîn bi sixurtiya Almana gunah bar kirin û çûna ser wî de. Lê di wê demê de ku di serî de Menşevîk bû û piştre nêzîkî Bolşevîkan bû Loen troçkî ji li ber wan hewldanan di 17 tîrmehê de axiftinaka ku têde Lenîn Parast kir. Troçkî di axifitna xwe de weha dibêje, "Hewayaka wilo afirandin ku ne em û ne win karin bêhne bistênin. Li lenîn û Zinoviev wilo bi alçaqî tê êrîş kirin. Lenîn, 30 sala ku ji bo şoraşê tekoşîne dike. Ez 20 salin li ber bindestkirina xalkê tekoşîne dikim. Di dewama wê de, ji Militarizme alman nefrete me pêve tiştek bigotin nabe. Ji ber ku li ber militarizmê alman tekoşîn kir, 6 mih ceza min stand. Vê herkes dizane. Di vê salonê de bila ti kes ne bêje ku em sixurê almanan yên bi pere ne".

Di tirmehe de, piştî raparîneka ne biserketi ya Bolsevîkan Lenîn diçê Fînlanda.Di dawiya tirmehê de di kongre ya 6. de Enternasyonal tevlî Bolşevîkan dibin. Piştre di Miha Çirî de di vegerihe û li ber hikumetê bi dirişma "Sovyetî li iktîdarê" ji şoraşa çekdarî re dibe pêşeng. Li ser Hikumetê Hizrên xwe, di pirtûka xwe ya bi navê "Dewlet û Şaraş"ê de têne ser ziman. Di wê ceribandinê de, ku ji karkaran pêktê û piştre dise ji aliyê Karkaran ve tê Îptalkirin bahsa "hikumete Sovyet" dike.

Şoraşa Çirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 8 çiriya paşîn de Lenîn ji aliyê Konserya Sovyet ve weke serokê "Komîserê konseya gel" hata helbijartin. Ev yek, weke ku ew serokê hikumetê were hilbijartin bû. "komînîzim, bi sovyetê li welat li her derî elektirîk gahandina" dibêje Lenîn. Bi vê yekê, li her derî birina elektirikê, çandin û pêşasaziya ku were moderniz kirin, girêngiye wê têne ser ziman. "pêşasaziya modern û teknolojiya pêşketî, di ser wê de xwe bi rêxistin kirin û elektirîke ku wê girêdanê di naqabina bajêr û çolê çêke, ku hata zêdekirin wê farqê ji hole rake, wê li çolê asta çandê ji wê bilind kê, û di welat de hata her koncukê wê li şûn mayîne ji hole rake, ne zanî û xizaniyê ji hole rakê, nexweşiyê û hovitiyê wê çawa ji hole rake, emê şanî gundiyan ji bidin". Ji herkesî re weke hevdû û ku ji herkesekî re wek hevdû sisteme başkirinê ye gerdunî avakirn û yên ku nexwanda û nivîsar bê, wan ji bi xwanda û nivîsar bike, ji bo wê pir bi hewes bû. LÊ pêşî armaca Hikumetê ew bû ku welêt ji şerê cihanê yê yekemîn derxe bû.

Paxta Brest Litovsk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku Alman dayimî bi rojava de di harikin, êdî Lenîn Mohrkirina paxtaka ji nîşqaşê re vekir. Yên weke Buharîn serokên Bolşevîkan, bawer dikirin ku berdewam kirina şer, wê li Almanya şoraşê ji bêne. Yê ku nîşaş bi rê ve dibirin Troçkî ji ji bo herdû aliyan ji bi şertê ku ardên ku di destên wan de li gor berjewende herdû aliyan lev vegerênin, û ku werine cem hevdû di parast. BI vê yekê, dixwest riyaka nêvî bibîne. di wê navberê de hevdîtin ji dibûn. Lê ku hevdîtin bi serneketî bûn, êdî Alman ji bi harikandina xwe ya bi rojava ve berdewam kirin. Ardên rûsya yên rojava qismekî wê yê mazin kirin bin destên xwe de. Di wê rewşê de têze ku Lenîn di parast, ji aliyê Bolşevîkan ve hemûkan ve hata bidestek kirin. Di 3 e adara 1918an de, Lenîn Paxta Brst Litovski imzan kir. Lenîn, Rûsya ji şerê Cihanê yê yekemîn derxist. Bi vê paxtê Rûsya gelek ardên ku kiribûna bindestên xwe de careke dî da Almanya û Osmaniyan.

Bolşivîkan di 19 Kanunê de deme ku di hilbijartinan de kem bûn, êdî hêze sovyet kete devrê de û rêveber parast. Piştre, êdî hin bi hin gelek mirovên ku ji hundur hatina vêtin bûn. Yên ku ne dibûn li gor, dihatina derxistin. Ev yek weke şerên navxweyî berdewam kir. Bolşevîk di wê demê de hikimket ava kirin. Bi Partiya sosyalist e şorasgar ava kirin. Ev, di gelek nîqaşan de weke di nav Bolşevîkan weke çengên çap hatina ser ziman ş şîrove kirin. Lê di nav hikimetê de yên ku li hevberê wê paxta Brest litovski hebûn û wan bi wê êdî bi li hevberê hukumetê rabûn û di ancama wê de Hukumetê ket. Brest litoevki, di komîntern de tevlihevbûnek çêkiribû. Di serî 1918 de lenîn di bin navê ku karkar xwe bi xwe bi rêve bibin kampanniyak da dest pê kirin û ji ku pisporti pêşkeve û bi serê bi rêve herê niqaş da dest pê kriin. Wî li bi vê yekê, xwest ku li xal û zagonên demokratik bi rêve biirn were kirin. BI dirişma "xwe bi xwe bi rê ve birin" diaxift.

ÇK[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ÇK, teşkilataka dewletî ye ku ji bo tekoşîna li ber yên ku li hevberê şoraşê tekoşîn dikirin tekoşîn bike hatibû demazirandin. PIştî ku şoraşa Çirî bû, piştre êdî gelek xwepêşandan bûn. Di deme şoraşa Fransa de ji yên weke Antonie Quentin Fouquier ku dadgah ava kiribûn hebûn. Sewcî bû. Lenîn, ji ber ku tevlihevbûnên bi wî rengî ji hole rake xwest ku saziyakê ava bike û ku li ber wê bi sekinê. Serokê Saziya şoraşgarî e leşkerî yê kevn Felix Dzerzhinski, bi pirsiyar kir. Wî ev sazi ava kir û tuzuke wê ji amede kir.

malbata Çar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Çarê rus ya Nikolay duyem, piştî şoraşê li Yekaterinburgê dihata girtin. Di wê demê de ji şer hebû. Artişa Sipî li ber di wê herêmê de di harikî. Wî çaxê hêze rus ji li wê herêmê li ber Şikestinê bû. Tê gotin ku hingî Sverdlov ji berpirsiyarên wê herêmê xwestiya ku ji dêla ku bikeve destê hêzên Arşa Sipî de bila were kuştin. Lê ev yek tenê weke gotinekê ya. PIştre ne bi gelekî re malbata wî hata kuştin. Ev kuştin, hê ji Dîrpkzan li ser nîşaşê dikin ku ka kê kuştiya. Hinek dibêjin ku Hêzên Artişa Sipî kuşt û xwest ku bêje hêzên sovyetê kuştiya ji ku ne kevine dest de bi saxî. Lê ev mijar di tariyê de ma.

Hewldanên suiqastan yên ku Lenîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 15 avêlê 1918 de li Petrograd ji aliyê êrîşkarakî bi navê Mark Allien ve lê suiqast hata kirin. Hingî ji axiftinaka xwe di vegerehe. Lenîn hingî bi Fritz Platten re di araba wî de bi hev re li şûn runiştî bûn. Deme ku Êrîşkar agirdike, hingî, Fritz Platten serê Lenîn di cih de dikişêne xwere û wî xilas dike. Lê guleyên ku ew agirdike, destê Fritz Platten nişand digirin û wî birîndar dikin.

Di 30 tabaxe 1918 de Amdamê partiya sosyalist e şoraşgar Fanya Kaplan ku di bake lenîn ku pêre bi axivê, hingî deme ku li xwe di zîvire, rasti gula êrîşkar hat û birîndar bû. Êrîşkar sê gula berdanê de. Du gula li mile wî û yek ji li kezebe wî ya sipî ket. JI ber ku hingî di wê heyeme de hata bawer kirin ku li nexweşxane ji heya ku êrîşkar li bendî wî bin, ew birina Kremlînê. Li wir, ew hata derman kirin. PIştre her çend ku baş bû ji, piştî vê buyarê re sihata wî xira bû. PIştre hinek xwerve xwerin, dihata bawer kirin ku bandûra wan êrîşan ji di wan xwerveyan de heya.

Piştre weke bersive van êrîşan ji tê ser ziman, ku piştre bersive ku hata dayin yên digotin dij-şoraşgar in gelek ji wan hatina girtin û hatina surgun kirin. Gelek ji wan piştre hatina kuştin ji. Di vê demê pevçûn pir zêde bûn. Ew politikayên ku ji wan re dihata gotin "şerê komînîzmê" di vê demê ketine devrê de. Di wê demê de demeke şerê navxweyî ji bû. Wilo tê ser ziman. Di şerê navxweyî de sovyet bi ser ketibû. Lê birçibûnê ji dest pê kriibû. Gelek mirovên oldar ji hatina sorgun kirin. Ev dem, demekê demeke şerê navxweyî mazin diafirêne.

Dema Şerê navxweyî li Rûsya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di adara 1918 î de Lenîn û bolşevîkan bi hatina gelek sosyalistan ji welatên din Enternasyonala KOmînîst demazirand. Bi wî awayî ji ne tenê weke sosyalistekî weke komînîstekî ji hata ser ziman. Navê partiyê berî hingî ji Partiya Komînîst e Rûsya bû, lê piştre guharî û bû Partiya komînîst e Yekitiya Sovyet, (bi Rûsî "KnCC").

Di wê navberê de li Rûsya şerê navxwayî ji berdewam dikir. Gelek komên ku hizre wan jev cude ji rahiştina çêkê ji bo ku Hikumete Sovyet bidina xwere. Her ku gelek alî ji ketibûn şer de, du ali "Artişa Sor" û "Artişa Sipî" di şerê de hêzên sereke bûn, di şerê bi hev re. Ji bo ku Artişa Sipî bi ser bikeve Fransa, Brîtanya û Amerika ji bo ku artişa Sipî bi ser bikeve her çend ku tevlî vî şerê navxwayî bûbûn ji, bi serneketin. di dawiyê de Artişa Sor ku Leon Troçkî Serbaziya wê dikir, ku Artişa Sipî û Muttefîkên wê têk birin, êdî wê şerê navxwayî qizinc kir. Lê piştî ku serketina denazandin ji piştre ji li gelek deveran de şer û pevçûn berdewam kirin.

Di wê demê de herdû hêzan ji, hem artişa sor ji û hem artişa Sipî ji di deme şer de ji bo ku di herêmên di bin destên xwe de awlakriyê çêkin, gelek neqancî û zilmên mazin kirin. Bajarok xirabûn, Semyan hata xirabû an ji hata dizîn. Bi darê zore sawal û malê gundiyan ji wan hata standin. Yên li ber sekinin ji zor dîtin.

Di sala 1919 de ev serketina ku hati bidest zistin, hizre ku bi lenîn re ji çêkir, ku şoraşê berê bidina rojava û ji serketinê ku pêdivî pê hebe zor ji were bikar anîn. Ya ji nû ve serxwabûna xwe bidest xistî Komara Polonya duyem, di sadsala 18 de ardê ku ji aliyê Rûsya ve hatibûn bin dest kirin, ku sêhete wan herêmên ji bike bin dest de, di naqabîna wê Rûsya de hatina ber hevdû çêbû. Û piştre ev hatina li ber hevdû zîvirê şerê nav sovyet û wê de.Li Almanya ji di wê demê ji bo şoraşê Yekitiya Spartakusan derketibû. Bi baweriya ku artişa Sor êdî berê xwe bide Ewropa û şoraşê bêne, hizir derdiketina hole. Lenîn, di wê demê de ji bo şoraşê, di parast ku artişa sor ji herê û Polonya û di ser wir ve xwe bigihêne Almanya û Rojava Ewropa û li wanderan ji şoraşê, jê re bibe alikar di parast. Ji bo ku herê alikariya partiyên komînîst yên vê herêmê û herêmên din ji bo serketina wan, hewldide. Lê di Polonya de hêzê sovyet ketina wê ya zore hatina ber têkçûne ve yekê xistibû zorê de.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]