Here naverokê

Menşevîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Menşewîkî hat beralîkirin)
Menşevîk
  • Political faction Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletÎmperatoriya Rûsî, Komara rûsî, Russian Socialist Federative Soviet Republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1903 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Berdevkên Menşevîkan Pawel Axelrod, Julius Martow û Alexander Martinow li Stockholm, 1917

Menşevîk (rûsî: меньшевики, bi peyvî "Hindikeparêz") fraksiyoneke di Partiya Sosyal Demokratê Karkarên Rûsyayê bû. Ew li hembera fraksîyona bolşevîkan û Lenîn disekinî û wan bo sazkirina demokrasiya temsîlî, nimînî tekoşÎn dikir.

Parvebûna Partiya Sosyal Demokratê Karkarên Rûsyayê beşên bolşevîk û menşewîk di civîneka di sala 1903an de li Londonê bûyî de bûbû. Di wê civînê de hêldarên Leninê ko hilweşandina Çariya Rûsyayê û li şûna wê diktatoriya prolêteran dixwestinî, piraniya civînê pêk anîbû û bo wê hêldar û destekdarên Lenin wek bolşevîk (rûsî: bolşînstvo) hatibû nav kirin. Ew ên ko hindikeya civînê pêk anîbûn û berdevkên xwe Julius Martow, Pawel Axelrod û Alexander Martinow bûn jî wek menşevîk (rûsî menşînstwo) hatibû nav kirin. Leon Troçkî jî heta sala 1917an teva menşevîkan bû.

Menşevîk çiqas di tevgera sosyal demokratê Rûsyayê de cihekê girîng şûn girtibû jî, Bolşewîkan gorî wan pêş diketin. Lê Gurcistan wek nola kelayeka wan bû û wan di hilbijartineka di 1919an de %81,5 reya girtibûn.

Ji pê Şoreşa Kewçêrê ko bolşevîkan otorîteya welat dest xwe xistî re menşevîk bi piranî ji Rûsyayê ya bi dil, ya jî bi sirgûn ji Rûsyayê der ketin.