Boranîka siyaleyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Boranîka siyaleyê li Mêrdînê navdar e lê kurdên rojhilatê Kurdistanê û gelek deveran jî dizanin û didin ser. Li vir terîfeya variyanta Mêrdînê hatiye dayîn. Ji siyaleyê re spenax, espenax jî dibêjin.

Berkeliya (melzemeyê) vê xwarinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 250 gr goştê kişandî yan jî 3 hêk
  • 1/2 kg siyale
  • 2 dd (dendik) sîr
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota reş
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) mastê parzûnkirî

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyaleyê pakij bişon, berdin quşxaneyê, bi hinekê xwê bikelînin. Di nava rûn de goştê kişandî biqelînin, îsota reş û xwê bavêjinê.

Siyaleyên xaşandî berdin nava goştê kişandî, bi hev re biqelînin. Mast di nava avê de biçelqînin, sîrê kutayê tevlî bikin, tevbidin. Viya berdin ser siyaleyê. Xwarin amade ye, dikare were ser destexaneyê (sifre).

Gotarên têkilîdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]