Famîleya bromeliyayan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bromeliaceae hat beralîkirin)
Bromeliaceae
Ananas comosus
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Monocots
(ne aşkera ye): Commelinids
Kom: Poales
Famîle: Bromeliaceae
Binefamîle

Famîleya bromeliyayan (Bromeliaceae) famîleyeke riwekan e, di desteya çîmenên şîrîn (Poales) de cih digire. 58 heya 62 cins, 2900 heya 3180 cureyên vê malbatê hene. Ev famîle ji cihên tropîk an nîvtropîk hezdike. Ananas jî di vê malbatê de ye, carnan ji vê malbatê re famîleya ananasan jî dibêjin.

Riweknas û bijîşkê swêdî Olaf Bromel (1639-1705) û paşê jî Charles Plumier ev famîle binavkirine. Antoine Laurent de Jussieu (Juss.) sala 1789'ê malbata Bromeliaceae aşkere kiriye. Sala 1690'ê bo cara yekem ananas li Ewropayê belav bûye. Krîstofor Kolumbus sala 1493'yê ji parzemîna nûvedîtî Amerîkayê ananasê tîne Spanyayê lê wê demê belav nabe. Di sedsala 19em de li Ewropayê dibe moda û dest bi çandiniya wê tê kirin.