Here naverokê

Cîlo

Cîlo

Çiyayê Cîloyê
Bilindayî  4.116 m
Cih Colemêrg, Bakurê Kurdistanê
Zincîreçiya Toros
Koordînat 37°29′53″Bk 43°57′33″Rh / 37.49815°Bk 43.95926°Rh / 37.49815; 43.95926
Cîlo li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Cîlo
Cîlo
Cîlo li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Cîlo
Cîlo

Cîlo yan jî Çiyayên Cîloyê çiyayeke Bakurê Kurdistanê ye û duyem çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye. Lûtkeya herî bilind ê Cîloyê Çiyayê Reşko ye ku bi bilindahiya 4.135 mêtreyê bilind e û piştê Çiyayê Agirî duyem lûtkeya herî bilind ê Kurdistanê ye.

Çiyayê Cîloyê çiyayekî tektonîk e ku lûtkeya wî bi berf û qeşa ye ku di çar demsalan de nahelê. Cîlo dawî ya herî rojhilat a çiyayên Torosa Başûrê Rojhilat pêk tîne. Lûtkeyên bilind ên girîng ên Cîloyê Çiyayê Reşko (4.135 m), Spîxane (4.060 m), Çiyayê Qîsara (3.500 m), Keviya Pir (3.700 m), Çiyayê Maunselê (3.850 m) û Girê Gelyona (3.650 m) ye.[1]

Beşa di bin xeta qeşayê de ku bi bilindahiyeke 3.500 mêtre bilind e qadeke berfirehê çiyayên Cîloyê vegirtiye. Di encama vê qeşagirtinê de newalên bi dirêjahiya 10 kilomêtre derketine holê. Nêzîkî 2000 metreyan cihê ku qeşa ji jor ve ber berjêr bûne, di binê newalên bilind ên Cîloyê kevirên seqî yên ku ji ber cemedan çêbûne hene. Li beşa jorîn a newalan jî newalên qeşagirtî çêbûne.

Derketina yekem a Çiyayê Geliyê Şîn di sala 1931ê de ji aliyê Ludwig Sperlich û Ludwig Krenek ve pêk hatiye. Derketina duyem jî di navbera 8ê îlonê û 8ê cotmeha sala 1937an de ji aliyê tîmek çiyagerên ya alman ku ji pênc kesan ve pêk hatiye bi serokatiya Hans Bobek ku yek doçentê Zanîngeha Berlînê bû pêk hatiye.

Di sala 2020an de li beşa rojavayê Cîloyê Parka Neteweyî ya Çiyayên Cîloyê hatiye avakirin.[2]

Qeşayên Cîloyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qeşayên li ser Çiyayên Cîloyê ji pênc cemedên cuda pêk tên ku ji bakur ber bi başûr ve ji bakurê rojavayê ber bi başûrê rojhilat ve dirêj dibin. Ev qeşa ji Qeşaya Sûpa Dûrek, Qeşaya Miya Har (Qeşaya Rojava, Navîn û Rojhilat) û Qeşaya Gelyê Şîn pêk hatine. Her çiqas hatiye diyarkirin ku qeşaya Sûpa Dûrek di dawiya salên 1930î de heta 2.600 mêtre daketiye lê gorî pîvanên salên dawî hatiye dîtin ku bi demê re girseya qeşayê winda bûye û sinorê qeşayê heya bilindahiya 3.400 mêtreyê ber bi jor ve çûye.

  1. ^ "Bihuşta veşartî: Çiyayê Cîlo û Golên Qeşagirtî". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2025.
  2. ^ "Li Colemêrgê Çiyayên Cîloyê bû Parka Neteweyî". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 15 nîsan 2025.