Colemêrg

Ji bo maneyên din li Colemêrg (cudakirin) binêre.
Colemêrg
Hakkari
Bajarê Colemêrgê
Navçe
Welat Kurdistan
Parêzgeh Hekarî
Serbajar Colemêrg

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 33 gund

Gelhe (2020) 280.514 kes
Rûerd 2.237[1] km2
Berbelavî 37,3 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 60.891 kes
Koordînat 37°34′38″Bk 43°44′12″Rh / 37.57722°Bk 43.73667°Rh / 37.57722; 43.73667
Bilindayî 1.750 m
Koda postayê 30000
Koda telefonê (+90) 438
Colemêrg li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Colemêrg
Colemêrg
Colemêrg (Tirkiye)
Colemêrg li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Colemêrg
Colemêrg
Colemêrg (Bakurê Kurdistanê)
Colemêrg li ser nexşeya Hekarî nîşan dide
Colemêrg
Colemêrg
Colemêrg (Hekarî)

Colemêrg (1928: جوله مرك / Tcheulémérque; 1946: Hakkâri; bi tirkî: Hakkari) navê navçe û bajarekî, di parêzgeha Hekariyê de ye. Colemêrg di nav sînorên Komara Tirkiyêyê de ye.

Bi Colemêrgê gelek cara Çolemêrg jî tê gotin. Hem Çolemêrg û hem jî Hekarî navên gelek dîrokî ne. Çolemêrg navê bajar û navenda Hekariyê bûye, lê belê Hekarî navê mîrgehê bûye ku li gelek herêman diçêbe. Herêm û bajarên girêdayê bi wê mîrgehê re ewe ne: Şikeftan, Şîwelan, Masero, Siwartan, Kemerburc, Şîno (Colemêrg), Çal,Sindî,Ertoşî, Teyara Jêr û Teyara Jor, Hemîdiye (Xoşab), Gever (Bajêrgeh-Duz), Oramar, Şemsdînan, Elkê (Beytuşebab), Şatax, Mikis, Wan, Karçîkan, Norduz, Ebaxa, Mehmûdiye (Saray), Xavasor, Arçak, Tîmar û Esporkan Erdîş, Bergîrî, Duzespî, Eleşgirt, Menapert, Selmas (Selemast) û Surmelî. Sînorên Hekariyê carcar li wan herêmêe bas lê hatiye kirî kêmtir bûn.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Hekariyê ji gotina hekkar tê ya ku di sedsala dehan de navê eşîrek bû ku li herêmê dijiyan. Navê Colemêrg navê bajarê herêma Hekariyê ye û di dema memlûkiyan de ev nav hatiye gotin. Nav, bi zimanê ermeniyan "Ilmar" û bi zimanê suryaniyan jî "Gularmak" e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerefname dibêje damezrêner û bav û bapirê mîrên Hekariyê Şemsedîn bûye. Hekarî li bin destê mîrê mezin ê kurdan Selahedîn Eyubî de bûye. Paşî Melik Kamilê Eyubî, li sala 1218an a zayînî, Hekarî ketiye bin destê Melik Adili.

Yekmîn mîrê wê binemalê ku Şerfname bas lê dike Yezdan Şêre (ku bi erebî Izedîn Şêr tê gotin), ku kelata Wanê li hember Teymuri Lengî li sala 1387an a zayînî yê girtin.

Di navbenda sala 1460 û 1465an a zayînî de Qere Qoyûnliyan Hekarî dagîr kirin û mîrên Hekariyê li hikum êxistên û mîretî dane malbata kurdên donbulî. Bi gotina Ensîklopediya îslamê, dombuliyan, bi harîkariya Aqqoyûnliyan, keleha Bayê li Şemsdînan li gel beşek Hekariyê girtine bin destê xwe.

Hinek têcirên asuriyên Hekariyê ciwab dane yek li zelamên binemala mîrên Hekariyê bi navê Mîr Esededînê Çengzêrîn, ku hêzek ji kurdan berhev kiribû û çûbû xizmeta hakimê Misrê. Mîr Esededîn vegeriya Hekariyê û mîretî bi şer li Donbuliyan wergirt û carek dî mîretiya bav û bapîra bi dest îna. Ewê binemalê paşî hingî navê Şembo girte xwe.

Li dewrê Têymur Lengî Diyarbekir girtî, ewî kesek bi navê Qere Osman kire mîrê Hekariyê. Nikitine li wê baweriyê ye ku ewî Qere Osmanî li gel kiçe kurdekê li binamala mîrên Hekariyê dawet kir û bû sebeba serkevta wê binemalê.

Li dewrê Şah Ismaîlê I (yêkê), serokên Şembo (mîrê Hekariyê) li keleha Bayê li Şemsdînan, dijîn û hikum dikirin.

Ewê binemalê heta nîva sedsalên 19an zayînî li Hekarî û Elbakê hikum yê kirî. Mîrê herê dawiyê wê binemalê Nûrula Beg bûye, ku paşî zortir basa wî tê kirin. Nûrula Beg paşî birayê xwe dibe Mîrê Hekariyê û paytextê xwe li Colemêrgê diguhere Elbakê.

Nûrula Beg yêk li bihêztirîn hevkar û yêkgirtiyên Mîr Bedirxan Begê Botanê bûye. Bi gotina misiyonerên emrîkî, li wî dewrî, pêşî Mîr Bedirxan Begê Botanê mîrên Hekariyê gelek li mîrên Botanê bi hêztir bûne.

Kronolojiya bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

BZ (Berî zayînê)

PZ (Piştî zayînê)

Erdnîgarî û sînorên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi Şernex û Sêrtê ve, li başûr bi Dihokê ve û li rojhilat jî bi Wirmê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erda herêmê 9.521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deşt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reşahî û li deverên geliyan jî avhewayeke Behra Spî serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reşko (Geliyê Şîn 4.135 m), Durek (4.060 m), Maunsel (3.850 m), Gelyano (3.650 m), Garê (3.460 m, Geverokê (3.356 m), Termo (3.275 m), Barêdalo (3.250 m) û Çiyayê Reş (3.630 m).

Deşt û zozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta Gewerê (li dora Çemê Nihêlê ye (175 km²), deşt 1.900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaşîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zabê li dora çemê Zabê ye.rexê çelê ve gelekî zomêt heyî.ew zomada êk jî zomêt li ser gûndê dizê kanîkil û şivîşk in..Geliya Şemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye. Zozana Kanimahan'e li dora gunde Çarqela ye.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser çiyayên Cîlo, Sat û Reşko, golên krater hene. Gola Gelyana li çiyayê Reşko, di 2.950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. Gola Şîn, Seyidxan û Golan jî li ser çiyayê reş in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne.

Ji çemên Avarobaşîn, Şemzdînan û Hacibegê Çemê Zêyê Mezin pêk tê. Çemê Xabûrê jî şaxek Çemê Dîcleyê ye. Small textSmall text

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku herêm pir bi çiya ye, heywanên ku li ser çiya dijên li herêmê pirtir peyde dibin. Wek bizin û miyên çiya, hirç (li hêla Şemizdîna û Çelê), rûvî, gur, keroşk, kew û werdek yên herî pirin ku li herêmê peyde dibin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn.

Li heremê îsal madene çînko,sifir hatin dîtin.Li gorî gotinan ev madenen madenen heri mezinin nav Tırkiyê da.

Ciyên turîstîk û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hekkarî ji alî tabîat û çiyayan ve pir dewlemend e. Loma jî kesên ku hildikshin ser çiya û spora çiyatî yê dikin, her sal tên herêmê û vê sporê dikin. Herêm ji bo nêçira heywanên kovî jî musaîd e.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa herêmê piranî misliman in, ji mezhebên şafî ne. Kêm xiristiyan jî li heremê hene. Tirbên ku ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin jî hene. Wek Tirba Gulareş, Ibedullah Nehrî (li Şemizdînan)

Xwarênên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gulûl: Ji mast, birinc, savar yan jî garis çêdibe. Dew tê kelandin, birinc yan jî bulxur dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Ji ser agir tê girtin ku heta sar û tîr bibe. Rûn sor dibe û bi ser de tê reşandin û serwîs dibe.
  • Kêpayî (hûrên dagirtî): Hûr tê perçekirin û wekî kîsên biçûk tên girêdan. Birinca bi qîme û baharat dikeve navê û li ser agir di avê de tê kelandin.
  • Mertoxe: Şêraniyek, ji tuxavk, rûnê nivishk û arvan tê çêkirin. Tuxavk û rûn di tawê de tê helandin û arvan bi serde tê reşandin. Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji şûna avê şerbet jî dikeve navê.
  • Doxave: Ev xwarin ji dew çêdibe. Nok tê tevlîkirin. Goştê qîmeyê weke kofteyên piçuk tê çêkirin û tê tevlîkirin.
  • Qirîs: Mewîj, kakilê gûzan, goştê hestî, kiftik bi hev re tên kelandin û serwîs tê kirin.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zilamên herêmê şal û şapik li xwe dikin. Du babetên şal û şapikan li herêmê hene (diyaryane yan jî şirnexyane). Bi ser û şal şapik de kefiyek li piştê tê girêdan. Êlegek ku jê re dibêjin kerik bi ser de tê li xwe kirin. Di bin şal de derpiyek dirêj kiras derpê tê li xwe kirin. Milên îşlikan bi nexşe û jê re dibêjin lewendî. Li serî bi kefî re desmalekê ku ji re dibêjin cemedanî (çefî) tê pêçandin. Di nigê zilaman de gorên ji hirî û rengîn û pêlavên ku jê re dibêjin reşik hene.

Jinên colemêrgî fîstanên heta nigan dirêj û carna jî çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Bi ser fîstan de êlegek (bi mil yan jî bê mil) ku jê re dibêjên qutik li xwe dikin. Di serî de şarpeyek hewreşim yan jî kefiyên reş tê pêçandin. Carna çarşefek ku jê re dibêjin xîzar jî ji aliyê jinan ve tê lixwekirin.

Bajarok û gundên navçeya Colemêrgê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Bajarok:
  1. Gund
Gundên girêdayî Colemêrgê
Gundên navendî Gundên girêdayî
Anîtos -
Asîngiran Berekilk, Kanîkez
Balekan Kemûte, Zerenisa Jêrî, Tenzûre, Girbera, Xendek, Malkûsan, Zerenisa Jorî, Gevkan, Bêdan, Navgûzan
Bayê Jor -
Bazê Alantûs, Şavûte, Tûvî
Bêtkar Serberan
Bileh Gundik, Navparêz, Mavkan, Binevşan, Dêrzengil, Çarkelan
Çemê Bedel Giper
Çemê Şemaşe Mate, Çemê Seravinis 1, Çemê Seravinis 2, Dêz, Seravinis, Dêra Dîna, Akos, Sûsê, Rûbarok
Çemkan Çemê Sor, Stoka, Çemkana Jêrî, Çemkana Jorî
Dêrê Hergêlê
Dêzê Kerîsera Jorî, Derêşaban, Rêz, Kursîn, Taxa Nû, Kerîsera Jêrî, Gilezu
Dizê Deravê, Gare, Binçiya
Evranis Eremyan, Karinç, Xirabe, Hîsane
Elkîk Gundik
Gezne Gûzan, Palanis, Reşank, Birîman
Goranis Rêzan, Singosir
Kelêtan Sergelî, Îde, Melûte, Pîrbekir
Kotranis Orîte, Pixînk, Îlîk, Xerdelanis, Xarûsan
Koçanis Zawîte, Sûrûnis, Kenger, Tûrkûnis
Kehê Bakî
Marûnis Harê, Kutos, Kehê, Mezrayê Marûnis
Nîşê Kanîsar, Govik, Verkanis
Nispas -
Pîran Rêzan, Gurgava, Gulê, Feqîbalyan
Piyanis -
Pîrkanis Erdanis, Nepatik, Qesr
Qewal Bêgir, Qesr, Çalebî, Gûzik
Rumtik Deramasava, Çemê Hêjîrkî, Benarik, Seryan, Kelêtan, Çemê Kulkule, Zengil
Sevîn Gunjork, Selan, Îspîr
Şimûnis Babanis, Ewqanis
Şivêlan Şetinîsa Jêrî, Şetinîsa Jorî, Kivil, Mûsaxan, Babilan, Hotkan
Talê Bêdar, Ezîzan, Meşkûnan, Talane, Bake, Bêkur, Rebet, Derav
Walto Davûş, Mibûk, Sirte, Dehî
Xenanis Çemê Alekanan, Xelîlan, Bêkurupe, Ameran, Gûzegavanan, Gûvasade, Sûman, Xerûzan, Xenanisa Jorî
Zerenî Kirûm

Navdarên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eşîr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]