Cîngîfe
(Ji Cîngîve hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Navçeya Cîngîfê Yavuzeli | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Entab |
Serbajar | Cîngîve |
Hejmara nahiyan | 1 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 39 gund |
Gelhe (2012) | 21.200 [1] kes |
Rûerd | 486 km2 |
Berbelavî | 43,62 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2012) | 3.686 kes |
Koordînat | 37°19′3″Bk 37°34′5″Rh / 37.31750°Bk 37.56806°Rh |
Bilindayî | 530 m |
Koda postayê | 279xx |
Koda telefonê | (+90) 342 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Cîngîfe[2] yan Cingîfe[çavkanî pêwîst e] (1928: جينكيفه / "Djinquifé" (Cînkîfe)[3], 1946: Cingife[4], bi tirkî: Yavuzeli) yek ji navçeyên Entabê ye.
Serdema Osmaniyan ew nehîyeka girêdayî Dilokê Sancaxa Eyntabê (tr: Ayıntab Sancağı) anku navê wê Merzîman[çavkanî pêwîst e] bû. Paşîngê di dokûmanan de navê Cîngîfengî an jî Cingîfe derbas dibe. Pirekî kurdan bi navî Cingîfê wir zane. Li ser riyê Semsûre li ber çiyayê Qeredaxê li nêzikî çemê Mêrzîmanî ye. Li ser ev çemî wextekê aşekî avê habû pê re digotin Aşê Gewr. Li aliyê wê yê rojhilat gundek heye navê wê Milalês e. Kepirê dor gundî Milalêse pir meşhûr e. Ew bûye gotine di nav kurdan de ku erdekî rind dibînin dibêjin "mîna kepira Milalêsê ye."
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ tuik, 2012
- ↑ Dr. Abdulla Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrî terrîtorî, 1927-1997. Stockholm.
- ↑ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ↑ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.