Îslahiye

Navçeya Îslahiyê
İslahiye
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Entab
Serbajar Îslahiye

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 5 bajarok
Hejmara gundan 49 gund

Gelhe (2012) 66.193 [1] kes
Rûerd 818 km2
Berbelavî 80,92 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2012) 32.342 kes
Koordînat 37°1′27″Bk 36°37′54″Rh / 37.02417°Bk 36.63167°Rh / 37.02417; 36.63167
Bilindayî 520 m
Koda postayê 278xx
Koda telefonê (+90) 342
Îslahiye li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Îslahiye
Îslahiye
Îslahiye (Tirkiye)

Îslahiye, Eslahiye[2] an Avasîm navçeyeke Dîlokê ye. Nifûsa wê 80.174 e. Bilindbûna axa herêmê ji deryayê 518–670 m ye. Tirkan bajarok di sala 1933'î de bi Dîlokê ve girêdane. Lê herêmê asta pişavtina kurdan gelek biserketî ye. Gelek saziyên pişavtinê yên dewleta tirk li herêmê li ser kar in.

Dîrok û bingeha navê navçeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bingeha bajêr di dema Medan de wekî gundekî hatiye avêtin. Bi destketina Grekan gund mezin bûye û Grekan (Yewnanan) jê re gotine Nîkopolîs. Di dema Medan de ji herêma ku îro navçe lê ava ye re, Avasîm (gorî qeydên Grekî, Aphasimma) dihatibûye gotin. Bajarok gelek caran ji aliyê Mongol, Rom (Tirk) û Ereban ve hatiye rûxandin û talankirin. Herêm herçendî ji aliyê Osmaniyan ve hatibe dagirkirin jî, ti carî îdareya Romiyan nepejirandibû. Gelek caran serhilhanên eşîrên Celalî, Sekbanî hwd ên li dijî desthilatdariya Osmanî, rûdane. Osmaniyan jî bo nifûsa Kurdan kêm bikin, gelek koçberên Tirkman, Yörük û hin malbatên Ereban ên bo Osmaniyan dixebitîne anîne li vir bicihkirine.

Di destpêka 1800'î de Osmanî êdî ji destê Kurdên herêmê neçar e û biryara artêşeke taybet bo binpêkirina serhildanên Kurdan digire. Sala 1853'î bi navê Firqeya Îslahiyê (Tr: Firka-î Îslahiye) hêzeke çekdarî dadimezirîne û li dijî Kurdan û Asûrîyan bikartîne. Wekî serleşker bi navê Dervîş Paşa kesekî berpirisiyar dike. Ev hêz ji Alban, Erebên peyayên Osmanî, Tirkman, Çerkez, Gurcî û hin mehkûmên giran ên Balkanî pêkdihat. Ev hêz qetlîamên mezin pêk tîne. Êla Qerefeqiyan bi tevayî ji holê radike. Pirraniya zilamên Çêlikan di hefteyekê de dikujin. Tevahiya herêmê dagirdikin û Kurdan dikujin, sirgûn dikin û dest didin ser dewlemendiya wan. Di demekê kurt de navê herêmê jî êdî dibe Îslahiye. Ango bi gorî Tirkan, Kurd li vir hatina Îslehkirin, tirsandin û teslîmgirtin. Di dema şerê cîhanî yê yekem de herêm ji aliyê Brîtanî û Fransiyan ve tê dagirkirin. Dewleta Tirk Kurdên herêmê bi navê "Biratiya Îslamê û pejirandina Kurdistanê" dixapîne û li dijî wan birêxistin dike. Kurd bi qehremanî Fransiyan beredervedikin.

Bi navê Elo Axa, Îsmaîl Axa, Mirşîd Axa, Paro, Qereyilan hwd gelek Kurdên navdar li dijî Fransiyan şer dikin û Fransiyan dikin der. Lê pişti avakirina Komara nû ya Romiyan, hebûna Kurdan jî nayê bibîranîn û ev kesana yan tên kuştin, sirgûnkirin an wan wekî xaîn didin nîşandan. Heya bigire hin siyasetmedarên Tirk wan wekî Tirk jî binavdikin.

Gundên Îslahiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê fermî (1928)
Qeza: Cebelberket
Nahiye: Îslahiye
Navê kurdî (2008) Navê bi tirkî (2008)
? Ağabey
Axaler Ağalarobasi
Alace Alaca
? Arfali
? Aşağibilenler
Burûnsizler Burunsuzlar
Kewecîler Çerçili
Çinarlî Çinarli
Çolaqler Çolaklar
Degirmencik Değirmencik
Albistanhiyuxî Elbistanhüyüğü
? Esenler
? Güngören
Xanaxzî Hanağzi
Hesenlûg Hasanlök
Îdîllî Idilli
Qebaqler Kabaklar
Qalayciq Kalaycik
? Kaleobasi
? Karacaören
? Karakaya
? Karapinar
? Karapolat
Qeyabaşî Kayabaşi
? Kazikli
Qîrîqçalî Kirikçali
? Köklü
? Kozcağiz
? Kuşçumustafa
? Örtülü
? Şahmaran
? Tandir
Tellî Ban (?) Telli
? Türkbahçe
Tesbî Yağizlar
? Yelliburun
? Yeniköy
Yesemek Yesemek
? Yeşilova
Erebûşaxî Arapuşaği (Bayraktepe)
Belîkanlî Belikanli (Güllühüyük)
? Çibik (Çubuk)
Întîllî Intilli (Kozdere)
Kestan Kestan (Yeniceli)
Melîkanlî Melikanli (Ortakli)
Musikanlî Müsikanli (Akinyolu)
Şerîkanlî Şerikanli (Bilenler)
Heltanlî Xaldiyan (?) Haltanlı (Altinüzüm)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2012[Girêdan daimî miriye]
  2. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 29 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2018.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)