Here naverokê

Cûdî FM

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dengê Cûdî FM (2012)

Cûdî FM yan jî Radoya Dengê Cûdî, yekem radoya kurdî ku li Rojavayê Kurdistanê û tevayî Sûriyê hatiye damezrandin.

Di 16 çiriya pêşîn sala 2012 li bajarê Qamîşloka Rojavayê Kurdistanê yekemîn radoya kurdî bi navê Cûdî FM dest bi weşana xwe kir.[1]

Cudî Fm ji aliyê Polat Can ve hat damezrandin û bû yek ji saziyên Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz.

Tevayî karmendên Cûdî Fm endamên konfederesyona xwendekaran bû û bi xwebexşî karê radoyê dikirin.

Cûdî FM di ragihandina kurdî li Rojavayê Kurdistanê de bû wek dibistanek çapemeniyê, bi dehan rojnamevan ji vê saziyê derketin û li tevayî saziyên çapemeniyê karê rojnemevaniyê berdewam kirin.

Ji 2023an heta niha

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nîsana 2016an de ji ber êrîşên sîber ên dewleta tirk radyo weşana xwe da sekandndin, lê dîsa di 6ê nîsana 2023an de weşana radyoyê ji nû ve dest pê kir.[2]