Rojavaya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Rojavayê Kurdistanê hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê
‎الفدرالية الديمقراطية لشمال سوريا‎
ܦܕܪܐܠܝܘܬ݂ܐ ܕܝܡܩܪܐܛܝܬܐ ܕܓܪܒܝ ܣܘܪܝܐ
Ala
Dirûşm: An Azadî, an azadî
Rewş Federasyona de facto ya Sûrîyê
PaytextQamişlo [1][2][3]
37°03′Bk 41°13′Rh / 37.050°Bk 41.217°Rh / 37.050; 41.217
Zimanên fermî Kurdî  · erebî  · asûrî
Komên etnîkî Kurd  · ereb  · asûrî  · Tirkmen
Demonîm Kurd
Rêveberî Demokrasiya rasterast (Konfederalîzma demokratîk)[4][5][6][7][8][9]
 •  Hevserok Hediya Yûsif[10]
 •  Hevserok Mensûr Selûm[10]
Pêşvebirî Encumena Niştimanî
 •  Meclîsa jorîn Desteya Bilind
Avakirin
 •  Pêşniyarkirin Tîrmeh 2013 
 •  Îlankirin Mijdar 2013 
 •  Avakirin Mijdar 2013 
 •  Makezagon Rêbendan 2014 
 •  Federasyon 17ê adarê 2016 
Gelhe
 •  2014 Texmînkirin 4,6 milyon (nîvê wan penaberên navxweyî ne)[11][12][13]
Dirav Diravê Sûrîyê (SYP)
Demjimêr EET (UTC+2)
Celebê dîrokê rr/mm/ssss
Hatûçûna ajotinê rast
Koda telefonê +963
Înternet TLD .krd
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kurdistan

Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê (bi erebî: ‎الفدرالية الديمقراطية لشمال سوريا‎‎, bi asûrî: ‎ܦܕܪܐܠܝܘܬ݂ܐ ܕܝܡܩܪܐܛܝܬܐ ܕܓܪܒܝ ܣܘܪܝܐ‎‎), navê perçeyekî Kurdistanê ye, ku dikeve nav sînorên Sûriyê. Paytexta Federasyona Rojavayê Qamişlo ye. Navê herêmê herwiha wek Rojavaya Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê an bi kurtî Rojava tê zanîn. Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê xwediyê li gor 4,6 mîlyon şêniyan e. Piştî aloziya li Sûriyê hemberî Rejîma Baasê ya Beşar Esadê tevgerandin, Şerê Navxweyî yên Sûrîyê dest pê kir. Herwiha Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi tevahî Federasyona Rojavayê Kurdistanê dagirkirin. Ji ber vê yekê Hevpeymana Yekbûyî yên Hêzên Karûbar - Tevgera Biryara Gehîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk di bin rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ava kirin, bi piştgiriya Amerîkayê ve meşîyan û yek bi yek herêmên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê rizgar kirin. Yekem rizgarkirin di roja 19ê tîrmehê 2013an de pêk hatiye.

Rûerd[biguherîne]

     Rojavaya Kurdistanê

Rojavaya Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e: 31.000 km² ye[çavkanî pêwîst e]. Îro di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.

Mirov dikare avhewaya Rojavaya Kurdistanê bike du beş. Beşa yekem avhewaya herêma Efrînê ye. Avhewaya li vê derê nezîkî ya Deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare; zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewayê herêma Efrînê, şîn e, dar û ber lê zêde ne. Her cureyên daran hene[çavkanî pêwîst e]. Lê piranî darên zeytûnan e.

Beşa duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûdê, Qamişlo û Dêrik hildide nava xwe bi berrî û deşt e. Çiya û daristan nîn in. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carinan baran dibare. Di meha Çileyê de li Qamişlokê germahî digihîje +7, li Dêrik û Amûde jî +6 pîleyan. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Havînan ji çolên Erebistan û Sûriyê bayên germ tên û bandor li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pîleyî.

Rojava ji Çiyayê Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc tê. Çiyayê Kurmênc 1200 m bilind e. Ji çiyayê Kurmanc heta Kobanî, axa Kurdistanê teng e û ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobaniyê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û kurd li ser axa xwe dijîn.

Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in, lê di navbera Tirkiyeyê û Sûrî de hatine dabeşkirin. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyeyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê ala tirkan û li Qamişloyê jî ala Sûriyê dibînin.

Kantonên Rojavaya Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kantona Cizîrê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kantona Efrînê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kantona Kobaniyê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Herêma Şehbayê
Kantonên Rojavaya Kurdistanê, 2014

Di 21ê rêbendana 2014an de Rêveberiya xweser a rojavaya Kurdistanê hat demezrandin. Rêveberiya xweseriya rojavaya kurd weke sê kantonan hat ragihandin. Kantona pêşî ya ku di 21ê rêbendanê de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Cizîrê bû. Kantona duyem ku di 27ê rêbendana 2014an de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Kobaniyê bû. Kantona sêyem jî, ku rê veberiya wê di 29ê rêbendana 2014an de hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Efrînê bû. Her kanton jî, rêveberî û hikimeta xwe ya demkî ragihandin. Piştî ku ragihandina Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê jî, êdî di nava kurdan de bi rojan bû sedema şahiyan[çavkanî pêwîst e].

Rêveberiya Federasyonê[biguherîne]

Rêvebirên Kanton[biguherîne]

Kantona Rojava Navê fermî (ziman) Serokwezîr Cîgirê Serokwezîrê Hevpeymaniya
Rêvebirê
Hilbijartinên paşve Hilbijartinên pêşve
Efrîn Efrîn Kantona Efrînê
  • Kantona Efrînê  (kurdî)
  • مقاطعة عفرين  (erebî)
  • ܦܠܩܐ ܕܥܦܪܝܢ  (asûrî)
Hêvî Îbrahîm Remzi Şêxmus
Ebdil Hemid Mistefa
TEV-DEM Rêbendan 2014
Cizîrê Cizîrê

Cizîrê
Kantona Cizîrê
  • Kantona Cizîrê  (kurdî)
  • مقاطعة الجزيرة  (erebî)
  • ܦܠܩܐ ܕܓܙܪܬܐ  (asûrî)
Akram Hesso Elizabeth Gawrie
Hussein Taza Al Azam
TEV-DEM Rêbendan 2014
Kobanî Kobanî Kantona Kobaniyê
  • Kantona Kobaniyê  (kurdî)
  • مقاطعة كوباني  (erebî)
  • ܦܠܩܐ ܕܟܘܒܐܢܝ  (asûrî)
Enwer Muslim Bêrîvan Hesen
Xalid Birgil
TEV-DEM Rêbendan 2014
Şehba Herêma Şehbayê
  • Herêma Şehbayê  (kurdî)
  • مناطق الشهباء  (erebî)
  • ܦܢܝܬܐ ܕܫܗܒܐ  (asûrî)
Ismail Musa Mohammed Ahmed Khaddro
Ayman al-Hafez
TWDS Reşemî 2016
Konfederasyon Konfederasyon Konfederasyon
  • الفدرالية الديمقراطية لشمال سوريا  (erebî)
  • Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê  (kurdî)
  • ܦܕܪܐܠܝܘܬ݂ܐ ܕܝܡܩܪܐܛܝܬܐ ܕܓܪܒܝ ܣܘܪܝܐ  (asûrî)
Hediya Yûsif
Mensûr Selûm
N/A TEV-DEM Adar 2016

Encûmena Federal[biguherîne]

Nav Partî Hevkarî Kanton
Îşûh Gewriyê Partiya Yekîtiya Suryanî (SUP) TEV-DEM Cizîrê Cizîrê
Meram Dawûd Peymana Rûmet û Mafan ?
Îbrahîm El-Hesen N/A N/A Kobanî Kobanî
Rojîn Remo Yekîtiya Star TEV-DEM N/A
Hikmet Hebîb Koalîsyona Neteweyî ya Ereb ?
Bêrîvan Ehmed N/A N/A N/A
Cemal Şêx Baqî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) KNC ?
Parêzer Elaaddin El-Xalid Hevbendiya Demokrat a Niştimanî ya Sûrî Şehba Şehba
Salih El-Nebwanî Tevgera Mafên Zagona Hemwelatiyê (QMH) ?

Dîrok[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Rojavaya Kurdistanê
Rojavaya Kurdistanê, 2014
Rojavaya Kurdistanê, 2015
Rojavaya Kurdistanê, 2016

Dîroka Rojavaya Kurdistanê, pirr kevn diçe. Bi taybetî, li ser wê axa wê, ji demên Sumeriyan ve li wir jiyane û şaristanî di pêşketinê de ya. Ev herêm Rojavaya Kurdistanê, dikeve keviya çemê mezin û navdar ê Firatê de. Di demên berê de, heta ku digihişt ber çiyayê kurdan û bajarên weke Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê çem diherikî. Ev herêm, weke herêmên şîn û pêşketî bûn. jiyanê li van herêman, di pirtûkên pîroz de jî bicih bûye. Bi taybetî, ji ber Kobanî û Efrînê û heta ku digihije Helebê û piştre Şamê, weke herêmên ku li wan zanebûn pêş diket bû. Birehîm Xelîl, çanda wî li vê herêmê bicih bûye. Mîtra, di dema mîtaniyan de hatiye û ew bixwe jî ji Mîtaniyan bûye. Mîtanî jî kurd bûne.[14]

Li herêmê, piştî ku rejima be'sê lê tê û serdest dibe, navê herêmê giştkan diguherîne. Lê navên herêmê kevn in. Mînak, navê Kobanê[15], ji dema Hûriyan a. Navê Serêkaniyê bi rengê ´weşokanî´ ji dema hûrî û mîtaniyan e û di dema Mîtaniyan de bûye paytext ji mîtaniyan re. Herêma Serêkaniyê, piştî ku dewletên Sûrî û Tirkiyeyê ava bûn, bû du-qism. Qismekê li Sûrî ma û rejima Be'sê navê wê guharand û kir "Rasûlayn". Qismê wê yê li aliyê Tirkiyeyê ma jî, rejima tirk navê wê guharand û navê wê kir "Ceylanpinar". Lê ev herdu qism jî, berê yek bûn û bajarek bûn. Berê di ber re jî û di navê de jî şaqna ji çemê Firatê diherikî.

Di demên berî zayinê de, di dema Gûtiyan de jî, di nava sînorê Gûtiyan de bûye. Piştî gûtiyan re ku hûrî û mîtanî hatin, êdî ew herêm bû weke navend û paytexta wan ku ew lê bi pêş ketin û mezin bûn. Li herêmê, di dema Sumeriyan de, di dema Xanadana Ur de jî, ev herêm ji wê re û ji pêşketina wê re bûye hîm. Ji her sê xanedanên Uran re jî wisa bûye. Îro, di roja me de ku dikeve naqabîna Efrîn û Helebê de, di dema Sumeriyan de ku ji wê re ´Marî´ dihat gotin, nivîsa bizmarî ku li wir hat dîtin, û tercumeyên wê bi navê "hurrian and hurrian names in the mari tekst" de navê "Kobanê" û hwd hene. Marî, di dema hûrî û mîtaniyan de di nava sînorê hûrî û mîtaniyan de bû.

Di dema hûrî û mîtaniyan de, bi pêşketina xwe di aramiyê de li vê herêmê jiyane. Lê piştre, di dema Asûriyan de, rastî êrîşan hatiye. Di dema Îskenderê Mezin de jî rastî êrîşan hatiye. Gava ku Medî li herêmê bûn desthilatdar ew der di nava sînorê xwe de girt û bi wê re li ser herêmên Anatolia jî karî ku serdestiya xwe bide erêkirin. Di pirtûkên pîroz de behsa Nemrûd tê kirin ku di dema Birehim Xelîl de jiyaye. Nemrûd jî, di dema xwe de li vê herêmê xwe kiriye hukimdar. Çanda herêmê, heta dema derketina Îslemiyetê li gor çanda Êzidîtiyê bû. Piştre dînê Îslamê ew der jî kiriye bin destê xwe de û guherandiye. Piştre, demên desthilatdariyên kurd ên dewletên kurd Merwaniyan û Eyûbiyan li herêmê bi pêş dikevin. Herêm, di dema Eyûbiyan de, ji sadsala 11em heta sadsala 16em, di bin destê desthilatdariya xanadana eyûbiyan de dimîne.[16] Piştî ku Osmanî bi pêş ketin, êdî osmaniyan, ew der weke eyeletekê desthilatdariya eşîrên kurd qebûl kiriye.

Ziman[biguherîne]

Zimanê ku zêde tê axaftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye. Lê zimanê erebî, asûrî û hwd jî li herêmê dihên axaftin. Li herêmê rojnameyên bi kurdî, TVyên bi kurdî jî hene. Ronahî TV, TVya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji aliyê çapameniyê ve, piştî ku şoreşa Rojavayê kurdî bû, hêdî hêdî qada çapameniyê jî berfireh dibe.

Dîn[biguherîne]

Olên ku li herêmê dijîn, weke olên sereke Îslamiyet, Êzîdîtî û Xiristiyanî ye. Lê mezhebên van olan, ku mirovên ji wan jî hene. Ji sedî 80yê wê derê misilman in. Hejmareke mezin ya êzîdiyan jî li herêmê heye û ev jî li gorî ku tê gumankirin ser sedî 10an re ye. Lê gelekan jî, ji herêmên xwe koçber kirine. Berê, ev hejmar pir zêde bû. Her wisa, xiristiyanên li herêmê di derûdorê ji sedî 10an de ne. Asûrî, piraniyan, ji dînê Xiristiyanî ne. Lê ku ne pir zêde jî bin, Kurdên Mesihî jî hene. Herwisa, Kurdên cihû jî berê li wir dijiyan. Heta dema rejima Be'sê li wir dijiyan, pişre, hinekan ji wan koçî Îsraîlê kirin û hinekan jî koçî welatên ewropî kirine. Îro, her wisa zêde cihû li herêmê nemane. Lê li çend cihan, hê jî kinîştên wan hene ji bo bergkirinê.

Bajar[biguherîne]

Bajarên Rojavaya Kurdistanê
Bajarên Rojavaya Kurdistanê

Bajar û bajarokê herêmê:

Li Rojava Hesîçe bi tenê wîlayet e, yên din qeza û nehiye ne. Qamişlo qezaya Hesîçeyê ye, lê ew ji Hesîçe û hemû bajarên din mezintir e. Qamişlo wekî navend û paytextê herêma Rojavayê Kurdistanê tê pejirandin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn[çavkanî pêwîst e]. Li bajarên Sûriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên kurdan hene[çavkanî pêwîst e].

Di nava bajarên Rojavaya Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve Serêkaniyê, Efrîn, Kobanî û Qamişlo ji bajarên mezin in. Bajarê Serêkaniyê, weke bajarekî pirr mezin a. Lê ji ber ku di nava sînorê Tirkiye û Sûrî de hatiye qatkirin û qatek li aliyê Tirkiyeyê ango Bakûrê Kurdistanê û qatek li aliyê Sûrî û ango Rojavayê Kurdistanê maye, êdî biçûk bûye. Lê ji aliyê erdnîgariyê ve weke bajarê mezin ê dîrokî ye. Di dema Mîtaniyan de, Serêkaniyê bi navê ´weşokanî´ herdu bi hevdu ve bûn û paytext bû. Weke bajarê mazin ê lê jiyan û şaristanî pêşketî bû. Di nava bajarê de, berî avakirina komara tirk û ya Sûrî, xeta trenê derbas dibû. Ew xeta trenê, piştre kirine weke sînor. Aliyê xeta trenê ê li aliyê Sûrî û ango li aliyê Rojavayê Kurdistanê li wî alî maye û aliyê li vî xeta trenê jî di nava sînorên Tirkiyeyê ango li Bakûrê Kurdistanê maye.

Bajarên Rojavayê Kurdistanê, ên weke Amûdê, Efrînê, Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Dirbesipiyê, Girê Sipî, Tilkoçer û hwd, çend ji wan bajarên mezin in ku nifûsên wan pir in. Tilkoçer, dikeve sînorê Îraqê de. Deriyê li Îraqê, yek jê ji Tilkoçerê vedibe.

Desthilatdarî[biguherîne]

Desthilatdarî, îro di destê kurdan de ye. Kurd, rêveberiya xwe ya xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Herêma Rojavayê Kurdistanê, li sê kantonan hatiye beşkirin û rêveberî û hikûmetên wan ava kirin. Ev hersê kanton jî, "Kantona Cizîrê", "Kantona Kobaniyê" û "Kantona Efrînê" ye. Îro, Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê van hersê rêveberiyên xweser ên kurdistanî ve tê birêvebirin. Herêm, bajarê wê ê mezin Qamişlo ye. Qamişlo, weke paytexta herêmê jî tê dîtin.

Hikûmeta hersê kantonan, ji 22 wezaretan pêk tê. Ew wezeret, xwe li herêmê bi rêxistin dikin û herêmê bi rê ve dibin. Kurd, piştî ku bi xelkên din ên li herêmê re şoreşa rojava kirin, êdî ew rêveberî jî hatine avakirin û ragihandin. Lê rêveberiyên herêmê, ji aliyê welatên herêmê ên weke Tirkiye û Îranê ve hatiye xistin bin ambargoyê de. Piştî ku rêveberiya xweser hat ragihandin, ew êdî care pêşî bû ku rêveberiyeke ji xelkê li herêmê hatibû avakirin.

Piştî ku kurdên Rojavayê Kurdistanê, bi xelkên din ên li herêmê re ku rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ava kirin û ragihandin, êdî dest bi dîplomasiya nasandina wê kirin. Gelek heyet ava kirin û şandine welatên Ewropî û welatên din ên cihanî ku xwe bidin nasîn.

Hêzên parastinê ên Rojavaya Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: YPG
Searchtool.svg Gotara bingehîn: YPJ
Searchtool.svg Gotara bingehîn: QSD
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Asayîş

Piştî ku kurdan li herêmên xwe rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û ragihandin, êdî hêzeka xwe ya parastinê ku ji kurdên Rojavayê Kurdistanê û beşên din ên civatî afirî ava kirin. Ew jî, navê YPG, Gerîla, Pêşmerge direjîhiya wê "Hêzên Parastina Gel" e. Herêmên kurdan diparêze. Lê bi wê re jî, YPJ hat avakirin. Ev jî, weke hêz û artêşa jinan e. Pirraniya endemên YPJê ji jinên ciwan ên kurd û komên din ên li herêmê ku dijîn pêk tê. Wekî din jî, hêza Aşayîşê heye. kar û erka Hêza Asayîşê ew e ku aramiya nava bajaran biparêzê. Weke hêza polîsan e.

Kar û erka Hêzên Parastina Gel ku bi navê wê yê kurt YPGê, ew e ku weke artêşa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên ku ji derve tên bi ser Rojavayê Kurdistanê bergirî bike. Herwisa bi vî rengê YPGê, em dikarin weke artêşa Rojavayê Kurdistanê jî bi nav bikin. YPGê, temamiya Rojavayê Kurdistanê diparêzê. Her kesekê li herêmê diparêze kurd be an ne kurd be. Aramiya wan temîn dike. Herwisa, weke artêşa Rojavayê Kurdistanê, ji aramî û parastina Rojavayê Kurdistanê ew berpirsiyar e. YPGê, ne hêzek siyesî ye. YPGê, hêzek leşkerî ya parastinê ye. Artêşa Rojavayê Kurdistanê ye.

Partiyên kurdî[biguherîne]

Mijarên têkildar[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. "Syrian Kurds declare Qamishli as capital for the new federal system". ARA news. 2016-07-05. Retrieved 2016-07-05.
  2. http://basnews.com/en/News/Details/Syrian-Defense-Minister-in-Qamishli--We-won-t-let-anyone-take-Hasakah/21882
  3. "ISIS suicide attacks target Syrian Kurdish capital - Al-Monitor: the Pulse of the Middle East". Al-Monitor. Retrieved 18'ê reşemiyê 2015. Check date values in: |accessdate= (help)
  4. Enzinna, Wes (24 November 2015). "A Dream of Secular Utopia in ISIS' Backyard". The New York Times. Retrieved 13'ê gulanê 2016. Check date values in: |accessdate= (help)
  5. Jongerden, Joost. "Rethinking Politics and Democracy in the Middle East" (PDF). Retrieved 8'ê rezberê 2013. Check date values in: |accessdate= (help)
  6. Ocalan, Abdullah (2011). Democratic Confederalism (PDF). ISBN 978-0-9567514-2-3. Retrieved 8 September 2013.
  7. Ocalan, Abdullah (2 April 2005). "The declaration of Democratic Confederalism". KurdishMedia.com. Retrieved 8'ê rezberê 2013. Check date values in: |accessdate= (help)
  8. "Bookchin devrimci mücadelemizde yaşayacaktır". Savaş Karşıtları (in Turkish). 26 August 2006. Retrieved 8'ê rezberê 2013. Check date values in: |accessdate= (help)CS1 maint: Unrecognized language (link)
  9. Wood, Graeme (26 October 2007). "Among the Kurds". The Atlantic. Retrieved 8'ê rezberê 2013. Check date values in: |accessdate= (help)
  10. a b "Kurdên Sûriyê îlana federasyona nû li dozkirina ji bo naskirinê kir". Middle East Eye. 17'ê gulanê 2016. Check date values in: |date= (help)
  11. In der Maur, Renée; Staal, Jonas (2015). "Introduction". Stateless Democracy (PDF). Utrecht: BAK. p. 19. ISBN 978-90-77288-22-1.
  12. Estimate as of mid November 2014, including numerous refugees. "Rojava’s population has nearly doubled to about 4.6 million. The newcomers are Sunni and Shia Syrian Arabs who have fled from violence taking place in southern parts of Syria. There are also Syrian Christians members of the Assyrian Church of the East, Chaldean Catholic Church, Syriac Catholic Church, Syriac Orthodox Church, and others, driven out by Islamist forces. "In Iraq and Syria, it's too little, too late". Ottawa Citizen. 14 November 2014.
  13. "A Dream of Secular Utopia in ISIS' Backyard". New York Times. 24 November 2015.
  14. Abdusamet Yigit, Pirtûka,´jiyane di bin roja Mîtra de dimeşê
  15. by Jack M. Sasson - Chapel Hill, North Carolina, HURRIANS AND HURRIAN NAMES IN THE MARl TEXTS
  16. Abdusamet Yigit, Pirtûka, ´di sedsale 21´ê de şoreşa kurd: rojava´

Girêdanê derve[biguherîne]