CUDÎ FM

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dengê CUDÎ FM 16.10.2012

Cudî Fm yan jî Radoya Dengê Cudî, yekem radoya kurdî ku li Rojavayê Kurdistanê û tevayî Suriyê hatiye damezrandin.

Di 16 Cotmeha sala 2012 li bajarê Qamîşlo ya Rojavayê Kurdistanê yekemîn radoya Kurdî bi navê CUDÎ FM dest bi weşana xwe kir.

Cudî Fm ji aliyê Polat Can ve hat damezrandin û bû yek ji saziyên Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz .

Tevayî karmendên Cudî Fm endamên konfedresyona Xwendekaran bû û bi xwebexşî karê radoyê dikirin.

Cudî Fm di ragihandina Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de bû wek dibistanek çapemeniyê, bi dehan rojnamevan ji vê saziyê derketin û li tevayî saziyên çapemeniyê karê rojnemevaniyê berdewam kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]