Cangîr Axa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cangîr Axa yê Dirî an jî Cîhangir Axa mezinê eşîra Dirî'ye û pişt babê xo Hesen (Esen) Têlo mezintîya Dirîyan êxiste destê xo. Dirî eşîrek mezin û boşe û ew eşîr dewera Gewer, Mirgewer, Ûrmîye, Deşt û Soma-Bradost dijîn. Gelîyê Dirîya yê pê nawê wan tête nawkirin, nezuk 50 gundan pêk têt. Tête zanîn ku ew eşîr dema Şerê Dimdim'ê da pêşberê artêşa Îranê şer dikrin û ew eşîr li herêma Dêra (Derî)yê hatine. Cangîr Axa berê Şorişa İslamî ya Îranê (1979), li Îran'ê dijîya û pişt şorişê şerek li gel dewlata Îranê çêbu û birayê Cangîr Axa, İsmet dest leşkerêt Îranêwe hate kuştin. Pişt wê bûyerê Cangîr Axa koçî Tirkîyê kir. Pişt koçkirinê Cangîr Axa, wexteke kurt li DYA yê ma û nêzîkê mirina xo koçî Îranê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo banga ikameta Cangîr Axa ya Başûrê Kurdistanê nameyek rêkir; belê Cangîr Axa ew bang qebul nekir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]