Cemsera Başûr

- Cemsera êrdnîgarî ya başûr
- Cemsera manyetîk a başûr (2007)
- Cemsera jeomanyetîk a başûr (2005)
- Cemsera başûr ya negihîştinê
Cemsera Başûr xala herî başûrê Dinyayê ye ku xal li Nîvkada Başûr e ku xêza zivirîna Dinyayê li ser vê xalê digihîjin hev. Di heman demê de ji bo cudakirina ji cemsera manyetîk a başûr, xal wekê Cemsera Başûr a Rastîn jî hatiye binav kirin.
Cemsera Başûr destnîşankirina xala herî başûrî ya Dinyayê ye ku li hemberî Cemsera Bakur e. 90° ya başûr hêlîpan a jeodezîk diyar dike û her wiha aliyê başûr a rastîn diyar dike. Li Cemsera Başûr hemî alî ber bi bakur ve nîşan didin ku hemî xetên hêlîlarê li wir digihîjin hev ji ber vê yekê her xetên hêlîlarê dikare wekê her nirxeke pileyê were pênasekirin. Ji bo Cemsera Başûr ti herêma demê nehatiye destnîşankirin ku ji ber vê yekê her dem dikare wekê dema herêmî were bikar anîn. Li ser xelekên latîfî yên teng, aliyê saetê ber bi rojhilat û berevajiyê hêla saetê jî ber bi rojava destnîşan dike. Cemsera Başûr li navenda nîvkada başûr e. Li parzemîna Antarktîkayê ye û cihê Îstasyona Cemsera Başûr a Amundsen-Scott a Dewletên Yekbûyî ye ku di sala 1956an de hatiye damezrandin û ji wê salê ve bi awayeke daîmî karmend lê hene.[1]
Ji ber ku Cemsera Başûr bi qata qeşayê ya bi stûriya nêzîkî 3.2 km hatiye nixumandin ku hêdî hêdî diguhere, divê nîşana erdnîgarî her sal çend mêtreyan were guhertin. Her wiha ji ber ku berf nahele avahî hêdî hêdî di bin berfê de dimînin. Her sal li Cemsera Başûr a erdnîgarî nîşaneyek tê danîn û her wiha Cemseta Başûr a merasîmî bi alên cûrbecûr û bi nîşanên taybetî tê nîşankirin.
Roald Amundsen di 14ê kanûna pêşîn a 1911an de weke mirovê pêşîn gihîşt Cemsera Başûr.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "South Pole | Definition, Location, Explorers, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 6 îlon 2025. Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2025.
| Ev gotara li ser cihekî erdnîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |