Charles Bukowski
Jump to navigation
Jump to search
Charles Bukowski (16 Tebax 1920 – 9 Adar 1994), helbestvanekî emerîkî ku navê wî yê esil Heinrich Karl Bukowski ye. Di berhemên xwe de carinan navê Henry Chinaski jî bikaranî ye. Jiyana xwe bi granî li Los Angelesê ya ku bajarekî Kalîforniya ya DYA'yê ye derbas kiriye.
Ew, di berhemên xwe de bi granî bi cî dayîna merevên dervî civakê, depresyon û araqxwurîyê navdar e. Ew bixwe jî jiyanek wuha jiya ye.
Hindî, ji çêlek, ga û golikan ra, rêz û hurmet dêdidin, ez jî bawerîya wan ra, lê eger gayên wan min bide ber siroyên xwe, hingî nek ez rêzê jê nagirim belke ezê siroyên wan jî biškînim.
Charles Bokowski
Helbestek ji Bukowski[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ji gelek xortan re şîretên dostanî
- Here Tîbet'ê
- Li devê swar be
- încîlê bixwîne
- boyaxa hêşîn li solên xwe xe
- riyê berde
- bi kanoyek ji kaxiz li dunyê bigere
- bibe aboneyê the saturday evening post'ê
- di cûtinê de tenê kêleka devê xwe ya çep bikarbîne
- bi keçek yek ling re bizewice
- bi dûzanek ko xwe kurr bike
- li milê jinekê navê xwe bikole
- dranên xwe bi benzînê firçe bike
- heyta êvara razê û bi şev jî bi daran ve rapeliqe
- bibe keşe
- bi vîskiyê re bîrayê vexwe
- serê xwe di binê avê de bisekinîne
- li kemanê xe
- li ber tîreja mûmên pembe lotikan bavêje
- kûçikê xwe bikuje
- bibe namzetê serokahiya şaredariyê
- di nava varîlekê de bijî
- serê xwe bike du filqan bi bivirekî
- laleyan biçîne li bin baranê
- lê helbestan nenivîsîne
Charles Bûkowskî
Werger : Dûrzan Cîrano