9ê adarê
Jump to navigation
Jump to search
<< | Adar 2021 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 |
8 | 9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 |
15 | 16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 |
22 | 23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 |
29 | 30 | 31 | ||||
Rojên salê |
Bûyer[biguherîne]
Kurdistan[biguherîne]
- 1991 – Li bajarokên Başûrê Kurdistanê; Derbendîxan, Kelar û Şeqlaweyê serhildanên gel destpê kirin.
- 1994 – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê avêtin ser gundê Kiravli yê navçeya Mûş Milazgirdê û 17 mal şewitandin.
- 1998 – Diya rojnamevan Metin Göktepe hêjayî xelata dostanî û aştiyê hate dîtin.
Cîhan[biguherîne]
- 1916 – Almanan li hemberî Portûgalê şer îlan kir.
- 1923 – Serokê Sovyetan, Lenîn ji sedema felcê ji axaftinê ket.
- 1933 – Sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Bulgaristanê û di heman demê de yek ji serokên tevgera komunîst a navneteweyî Georgi Dimitrov ji aliyê naziyan ve, bi bahaneya agirpêketina Reichstag hate girtin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Sovyetan li ser bajarê Tallinn a Estonyayê bombe barandin. Di encamê de, bi giştî sivîl 800 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1983 – Sefîrê Tirkiyeyê Galip Balkar ê li paytexta Yûgoslavya Belgradê, tevî şoforê xwe Necati Kaya ji aliyê hin kesên çekdar ve hate kuştin.
- 2010 – Yekemîn zewaca hevcinsan a li Washington, D.C.'yê pêkhat.
Jidayikbûn[biguherîne]
- 1955 – Ornella Muti, aktrîsa îtalî
- 1965 – Elías Antonio Saca González, serokê El Salvadorê
Mirin[biguherîne]
- 1994 – Charles Bukowski, helbestvanê amerîkan
- 1952 – Yek ji kadroyên serokatiya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê Aleksandra Kollantai ku di heman demê de komîseriya gel a karê derve û sefîrtiya Belçîka99yê kiriye, çû ser dilovaniya xwe.
- 1967 – Vala Nureddin ango Va-nû, rojnamevan û nivîskar
- 1989 – Mihemed Şêxo, hunermendê kurd
- 1992 – Menachem Begin, serokwezîrê Îsraîlê
Cejn û salveger[biguherîne]
(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)