Here naverokê

Los Angeles

Los Angeles
El Pueblo de Nuestra Señora la Reina de los Ángeles del Río de Porciúncula Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bajarên Amerîkayê
City of Los Angeles Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê(n) din: 
City of Angels Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Los Angeles li ser nexşeyê
Map
Los Angeles li ser nexşeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan dide
Los Angeles
Los Angeles
Koordînat: 34°3′Bk 118°17′Ra / 34.050°Bk 118.283°Ra / 34.050; -118.283
ParzemînAmerîkaya Bakur Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Los Angeles County Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Los Angeles County Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê4 îlon 1781 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarKaren Bass (nirxa derbasdar a niha, 2023, mayor of Los Angeles, 2022–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî1302.15171 km2 (50.276.359 sq mi)
Bilindahî
106 m (348 ft)
Nifûs
3.898.747 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda postayê
90001, 90002, 90003, 90004, 90005, 90006, 90007, 90008, 90009, 90010, 90011, 90012, 90013, 90014, 90015, 90016, 90017, 90018, 90019, 90020, 90021, 90022, 90023, 90024, 90025, 90026, 90027, 90028, 90029, 90030, 90031, 90032, 90033, 90034, 90035, 90036, 90037, 90038, 90039, 90040, 90041, 90042, 90043, 90044, 90045, 90046, 90047, 90048, 90049, 90050, 90051, 90052, 90053, 90054, 90055, 90056, 90057, 90058, 90059, 90060, 90061, 90062, 90063, 90064, 90065, 90066, 90067, 90068, 90070, 90071, 90072, 90073, 90074, 90075, 90076, 90077, 90078, 90079, 90080, 90081, 90082, 90083, 90084, 90085, 90086, 90087, 90088, 90089, 90091, 90093, 90095, 90096, 90099, 90134, 90140, 90189 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê213, 310, 424, 323, 747, 818 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Los Angeles,[a] wekî LA jî tê zanîn, bajarê herî qelebalix ê federedewleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî ye û navenda bazirganî, darayî û çandî ya başûrê Kalîforniyayê ye. Li gorî texmînan di nav sinorê bajêr de 3.88 milyon kes dijîn ku piştî New York City yê ji sala 2024an vir ve duyem bajarê herî qelebalix ê Dewletên Yekbûyî ye û bajarê herî mezin ê li rojavayê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.[1] Bajar xwedî nifûseke etnîkî û çandî ya cihêreng e. Los Angelesa Mezin, herêmeke îstatîstîkî ya hevbeş e ku herêmên metropolîtan ên Los Angelesê û Riverside-San Bernardino vedihewîne ku metropoleke berfireh e ku zêdetirî 18,5 milyon nifûs lê dijîn.

Piraniya bajêr li Deşta Los Angelesê ye ku li rojava li kêleka Okyanûsa Pasîfîk e û bi qismî jî di nav çiyayên Santa Monica û bakur re dirêj dibe heta ku digihîje geliyê San Fernandoyê û bajar li rojhilat bi geliyê San Gabrielê re sinor e. Bajêr nêzîkî 1.210 km² rûber vedigire û navenda wîlayetê û bajarê herî qelebalix ê Los Angeles County ye ku bi texmînî 9,86 milyon nifûsa bajêr heye ku di sala 2022an de bûye wîlayeta herî qelebalix a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.[2][3] Bajêr sêyem bajarê herî zêde yê Amerîkayê ye ku ji aliyê geştiyaran ve tê ziyaretkirin ku di sala 2023an de zêdetirî 2,7 milyon geştiyaran serlêdana bajêr kirine.[4]

Herêma ku wekê Los Angelesê tê zanîn di destpêkê de ji aliyê gelê xwemalî ve Tongva ve hatibû cihwar kirin û paşê jî di sala 1542an de ji aliyê Juan Rodríguez Cabrillo ve wekê erdê Spanyayê hatibû îdiakirin. Bajar di 4ê îlona sala 1781ê de, di bin serokatiya waliyê spanî Felipe de Neve de, li gundê Yaangayê de hatiye damezrandin.[5] Bajêr di sala 1821ê de piştî Şerê Serxwebûna Meksîkî bûye beşek ji Împeratoriya Meksîkî ya Yekem. Di sala 1848an de, di dawiya Şerê Meksîko-Amerîkî de, Los Angeles û mayî ya Kalîforniyayê wekê beşek ji Peymana Guadalupe Hidalgo hatiye kirîn û bûye beşek ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Los Angeles di 4ê nîsana sala 1850an de, pênc meh berî ku Kalîforniya bibe dewlet, wekê şaredarî hatiye damezrandin. Vedîtina petrolê di salên 1890î de mezinbûneke bilez aniye bajêr.[6] Bajar bi temamkirina qenala avê ya Los Angelesê di sala 1913an de ku avê ji rojhilatê Kalîforniyayê digihîne bajêr, bajêr zêdetir berfirehtir bûye.

Los Angeles xwedî aboriyeke pirreng e ku xwedî rêzek berfireh a pîşesaziyan e. Her çiqas bajêr ji pandemiya COVID-19 vir ve kêmbûnek dîrokî ya hilberîna fîlmê dîtibe jî, bajêr navenda cîhanî ya hilberîna fîlm û televîzyonê ye.[7][8] Bajêr yek ji bendergehên konteynerê yên herî qerebalix li Amerîkayê ye û tevî derketina karsaziyê ji navenda Los Angelesê jî, navenda bajarî ya bajêr wekê navendeke çandî bi pêşangeha mîmariya herî mezin a cîhanê ya ku ji hêla Frank Gehry ve hatiye sêwirandin, pêş dikeve.[9][10][11] Di sala 2024an de, herêma metropolîtan a Los Angelesê berhema metropolîtan a giştî ya zêdetirî 1.295 trilyon dolarê ku piştî New York û Tokyoyê bajêr bûye bajarê sêyem ê GDPya herî mezin a cîhanê.[12] Los Angeles di salên 1932 û 1984an de malavaniya olîmpiyadên havînê kiriye.

Nifûs li gorî salan
SalNifûs±%
18501610—    
18604385+172,4%
18705728+30,6%
188011.183+95,2%
189050.395+350,6%
1900102.479+103,4%
1910319.198+211,5%
20103.792.621+1088,2%
20163.976.322+4,8%
20183.990.456+0,4%
20203.898.747−2,3%
Çavkanî: Li ser Wîkîdaneyê bibîne Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  1. ^ Îngliziya amerîkî: /lɔːs ˈænələs/ ( Guhdar bike) spanî: [los ˈaŋxeles]
  1. ^ "U.S. Census Bureau QuickFacts: Los Angeles city, California". www.census.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.
  2. ^ "Wayback Machine". www2.census.gov. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). dof.ca.gov. Ji orîjînalê (PDF) di 25 gulan 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.
  4. ^ Places, Cory Price July 16 2024 in (16 tîrmeh 2024). "America's Most Visited Cities". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ Estrada, William David (17 sibat 2009). The Los Angeles Plaza: Sacred and Contested Space (bi îngilîzî). University of Texas Press. ISBN 978-0-292-78209-9.
  6. ^ "Getty: Resources for Visual Art and Cultural Heritage". www.getty.edu. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.[girêdan daimî miriye]
  7. ^ Maddaus, Gene (25 çiriya paşîn 2025). "Los Angeles Remains Top Filming Site as Global Production Volume Shrinks". Variety (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.
  8. ^ "Hollywood's exodus: Why film and TV workers are leaving Los Angeles". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). 24 hezîran 2024. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.
  9. ^ LaRocco, Lori Ann (24 îlon 2022). "New York is now the nation's busiest port in a historic tipping point for U.S.-bound trade". CNBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.
  10. ^ "Port of NYNJ Beats West Coast Rivals with Highest 2023 Volumes". The Maritime Executive (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.
  11. ^ "Port of New York and New Jersey Remains US' Top Container Port". MarineLink (bi îngilîzî). 28 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.
  12. ^ "Gross Domestic Product by County and Metropolitan Area | FRED | St. Louis Fed". fred.stlouisfed.org. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Los Angeles de hene