Cilawûz

Navçeya Cilawûzê
Susuz
Cihê Cilawûzê di parêzgeha Qersê de
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Qers
Serbajar Cilawûz

Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 27 gund

Gelhe (2010) 12.452[1] kes
Rûerd 701 km2
Berbelavî 17,76 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2010) 2.448 kes
Koordînat 40°46′48″Bk 43°7′39″Rh / 40.78000°Bk 43.12750°Rh / 40.78000; 43.12750
Bilindayî 1.750 m
Koda postayê 36760
Koda telefonê (+90) 474
Cilawûz li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Cilawûz
Cilawûz
Cilawûz (Tirkiye)

Cilawûz (an Cilawiz an jî Gelawêj?) (bi tirkî: Susuz) yek ji navçeyên bajarê Qersê ye. 27 km dûrî Qersê ye û li ser riya Qers - Erdêxanê dikeve. Di sala 1959'an de bûye navçe. 27 gund girêdayî Cilawûzê ne. Gundên navçeyê bi rêkûpêk ji elektrîkê sûdwernagire. Bi zivistanan pirranî elektrîk nîne û riyên gundan girtîne. Li navenda navçeyê pirsgirêka av û qanalîzasyonê heye û gel jê biazar e. Piştî dagirkirina Komara Tirkiyê hemî filehên ku ji ber Terteleya Filehan filitî bûn tên qirkirin û terekeme û azerî tînin bicihkirin. Niştecihên herêmê bi kurmancî, terekemeyî û azerî diaxivin.

Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara navendê 3.797 û bi giştî 14.487 e. Herêm koçberiyeke mezin dide. Aborî li ser xwedîkirina sewalan û çandiniyê ye. Herwekî 1.427 kewarên mozhingivê hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).