Kolezyûm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Coliseum hat beralîkirin)
Kolezyûm bi şev
Dîtina hundurê

Kolezyûm (bi îtalî: Colosseo; herweha Coliseum an Kolîseyûm) amfîtiyatreka wekî hêkekê ye ko li navenda bajarê Romê li Îtalyayê ye. Dîroknas û arkeologên nûjen navê bi latînî: Amphithreatrum Flauium bikar tînin (bi îtalî: Anfiteatro Flavio) ji ber ku împeratoren Romê ên xanedaniya Flauia ew ava kirine.

Nijinîna wê li dema desthilatdariya împerator Uespasianus di navbera salên 70ê heta 72ê zayînî da dest pê bû li sala 80ê, li dema desthilatdariya Titûs dawî bû. Paştir li dema Domitianus hindek guherandin di avahiyê wê da hatin kirin.

Li destpêkê cihê rûniştina 50,000 temaşevanan li Kolezyûmê hebû. Kolezyûm zêdetir jibo nîşadana şerên gladiyatoran dihat bikaranîn. Jibo 500 salan berêkanê û musabiqe li Kolezyûmê dihatin kirin, ya herî dawîn li sedsala 6ê ya zayînî bû ko gelek piştî herifyana fermî ya Împeratoriya Romê ya Rojava li sala 476ê zayînî ye.

Herçend e niha nîvherifyayî ye, lê Kolezyûm heta van dawiyan jî wekî yek ji nîşanên hêz û xurtanî ya Împeratoriya Romayê dihat hesibandin. Kolezyûm niha yek ji balkêştirîn cihên Îtalyaya nûdem e ko gerok anko turîst seredana wê dikin. Kolezyûm hêşta jî girêdayî Dêra katolîk ye û hersal li roja Eyniya Baş anko Îna Baş papa tîtaleka dînî li wêderê birêvedibit.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]