Dîko (xêzikvan)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dîko xêzikvan û karîkaturîstekî kurd e ku li gundê Qêsim, li Kurdaxa Rojavaya Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Ev bû 16 salên wî jî li derveyî welat dijî.

Dîko xwendina xwe li Helebê bi dawî kiriye û di gelek waran de jî huner jê dibare.

Dîko hem di çapemeniya nîvîsa latînî de û hem jî di ya erebî de wek karîkaturîst û xêzekêşekî gelek çalak e. Wî di warê medya de jî xwe li pêş xist û bi dirêjahiya du salan wek pêşkêşvanê ROJ TVê programa Rojbaş Kurdistan kar dikir. Dûv re li gel televîzyona Zenûbya ya bi zimanê erebî jî wek nûçebêjer kar û xebat dikir.

Xêzikên Dîko di malpera efrin.net de hatin weşandin.