Dadaizm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bizaveke wêjeyî ye.

Helbestvanekî ciwan Tristan Tzara di ferhenga Larousse de li rastî peyva “dada” tê û wêna dipejirîne(Sibat 1916). Kes nizane ku peyva dada ji ku derê dite, lê bi Fransî tê wateya “pêlîstika hespê texteyî”. Di nava şer de li Swîçrê derdikevê holê û di navbera salên 1919-1920an de li Fransayê dema xwe ya herî girîng jiyiye. Nêrîneke baş li ser fikrê “xilaskirina hişan ji pêşdaraziyê” dide. Di sala 1922an de pengî dibe. Dûv re cihê xwe ji surrealîzmê re dihêle. Dadaîzm rastî û baweriyê bi hebûna tiştên ku di derdorê de diçin û ditên de nake. Pêşiya romantîzmê dide û dibe tu qîmeta aqil nîne. Baweriya ku bêwatebûna jiyanê dipejirîne û hewldana nivîskarên wêjeyê yê di dema herba cîhana yekem de bi hêla mîzahê rexne kiriye. Henekê xwe bi hemû bizavên wêjeyê kiriye. Helwest û xîretên li ser nerîna hunera wêjeyê bêwate dîtiye. Armanca xwe mîna anarşîzmê li dijî her tiştî derketîn girtiye. Lê emrê vê bizavê zêde dirêj nebûye, piştî derketina xwe şeş salan de bandora xwe wenda kiriye. Her çiqa bi henekpêkirinê dengê xwe di demeke kurt te li cîhanê dabê jî ji ber ku bingeha xwe li ser tiştên nepêt danîbû zû têk çû. Bi awayekî şikî li her tiştî nêriye, li gorî wan bawerî bi tu rastîn û hebûne nabe, tu qîmeta aqil nîne. Rêzikên zimên û estetîkê avêtine derekê û rêgaza bêrêzikiyê pejirandine. Helbestên nivîskarên vê bizavê bi awayekî rasthatî hatine nivîsandin; hunera zimên, vezîn, hevdengî, teşe û wateyê bikarneanîne.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tristan Tzara, Andre Breton, Louis Aragon, Peret, Philippe Soupault

Ebbas Ebdulla Yusuf yekemîn hozanvanê kurd e ku li kurdistanê (başûr), rêbaza DADAYÎZM di helbesta kurdî da bikar anî.( sala 1974; Kovara Wêran ,bi destê Ferhad Pîrbal), nivîsa -xwe bi xwe- otomatîkî jî ku yek ji nîşaneyên hozana DADAYÎ ye bo cara yekê ji aliyê Ferhad Pîrbal û Ehmedê Mela ve hatiye honandin.