Romantîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Romantîzm Bizavek wêjeyî ye.

Romantîzm di dawiya sedsala 18. de li Fransayê derketiye holê. Taybetiya xwe; di berheman de têrbûna hestan, firehiya xeyalan, vebûna çoşiyan berferehtir bi sembolan cî digirin. Li dijî hemû bizavan derdikeve. Romantîzm hemû rêç û rêbazên klasîzmê dixe bin piyan û rasterast li dijî wê disekine. Li dijî hiş hestiyarî, rêbazên bêrêbazî, çîna xwûyanga gel, şoretiyê xwezayiyê dide pêş. Di çand û pîşeyê de ji sînoran bêtir azadiyê diparêze. Romantîzm jî wekî klasîzmê pêşî xwe di berhemên Fransî de rava dike. Di hêla Victor Hugo(1802-1885) de gelek pêşdikeve. Bandorê li hemû cûreyên wêje û pîşeyê (roman, helbest, şano û hwd.) dike. Rexne û rexnegirî pêş ve diçe. Têgeha kesayetiyê derdikeve pêşiyê. Azadî, wekhevî, dadmendî, welatperwerî, bawermendî dibine babetên berheman. Kesayetî, hêza xeyalê, derketina derveyê sînorên hiş, geştiya hestan, mijarên rojane, jiyîna rewşên evîndarî, dildarî, hestiyarî hinek taybetiyên romantîzmê ne.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Victor Hugo (1802-1885), Lamartine (1790-1869), Musset (1810-1857), Friedrich Hölderlin (1770-1843), Heinrich von Kleist (1777-1811) Byron (1788-1824), Coleridge (1772-1834), Keats (1795-1821), Manzoni (1785-1873), Pellico (1788-1854), Leopardi (1798-1837),Mellive (1819-1891), Edgar Allan Poe(1809-1849), Whitman (1816-1892), Şêx Nurî Şêx Salih, Reşît Necîp, Goran, Ebdurehman Nifûs, Kamûran Elî Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Celadet Alî Bedirxan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]