David Neil MacKenzie

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

David Neil MacKenzie (z. 8'ê nîsanê 1926, London, Brîtanya − m. 13'ê çiriya pêşîn 2001, Bangor, Wales) zimanzan û profesorê zimanên îranî û yek ji kurdîzan û oryentalîstên îngilîz ên herî giring ên piştî Şerê cîhanî yê duyem bû.

MacKenzie wek pisporê zaravayên (diyalektolojî) îranî tête naskirin. Bixwe jî gelekî zarava û devokên îranî dizanibûye; ji zaravayên kurdî heya ziman û zarên îraniya navîn wek xwarezmî.

Ew wek bapîrê ramaniyên zanîstî yê tezên veqetînxwazên (separatîzm) gelê kurd li ser zimanan tê nişandin. MacKenzie tovên çend tezên gengeşî di kurdolojiyê de çanda. Vana heya îro tênê niqaşandin[1].

  1. Med ne kurd bûn, zimanê kurdî ne perisîna zimanê medî ye[2].
  2. Kurdî ne zimanekî ye. Kurdî ji zaravayan û devokên pêktê, yên ku di nav hev de mînandî ne[2]
  3. Kirmanckî, hewramî û lekî ne zaravayên kurdî ne. Vana hemî zimanên serbixwe ne[2]

Berhem[biguherîne]

Lêkolîna wî ya li ser zimanê kurdî[biguherîne]

  • D.N. Mackenzie (1961/1981/1990). Kurdish Dialect Studies, I-II. School of Oriental and African Studies, London. ISBN 0 7286 0087 0.

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://kurdica.com/News-sid-Dr-David-Neil-MacKenzie-95.html
  2. a b c Dr. Ferdinand Hennerbichler: Die Kurden Ed. fhe, Albert & Hennerbichler, 2004.