Davut Özalp

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Davut Özalp
JidayikbûnWan
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Berhemên navdar
  • Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn
  • Duzimanî
biguhêreBelge

Davut Özalp, nivîskarekî kurd e.

Özalp di salên piştî 1975an de, li navçeya Qelqelî (Özalp) ya Wanê hatiye dinê.

Ji sala 1993an heta niha di nava kar û barê rojnamegeriyê de ye. Piştî salên 2000î di rojnameya Azadiya Welat de karê edîtoriyê kiriye... Bi damezrandina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re di vê ajansê de dest bi kar kiriye û berpirsiyariya beşa kurdî kiriye. Di 2007-2008an de edîtoriya kovara lêkolîn û lêgerînên zanistî ZENDê kiriye. Di gelek kovar û malperên kurdî de, nivîsên wî hatine weşandin. Her wisa xwediyê kovara Kürt Tarihi yê berê û yek ji damezrînerên Weşanxaneya Peywendê ye.

Berhemên û wergerên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn, (Weşanên M, 2004)
  • Duzimanî (Tevî Cemil Oguz, Weşanên Hîvda, sibat 2008)
  • Ji bo kes û saziyên ku piştgirî, xizmet û alîkariyê didin mexdûrên koça mecbûrî RÊBERNAMEYA RÊNÎŞANDERIYÊ (TESEV)
  • 33 Gule Dîroka di Şînê de, Günay Aslan, (Weşanên Avesta)
  • Wijdana Anatoliyê/Anadolu Vicdanı, (Açık Toplum Vakfı)
  • Kawayê Min/Benim Kawam (Tevî Dilawer Zeraq, Weşanên Evrenselê, adar 2012)