Daynalix

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gûndekî girêdayî navenda parêzgeha Qers ê ye.navê gund heta sala 1899 an [1]Daynalix bû .Pişt ra ev nav diguhere u dibe Soylu . Gund:kêmzêde 40 km dûrî ji navenda parêzgehê ye. Bi 50~60 malan pêk tê.Li rojhilatê wê Çela Esenkent,li rojavayê wê Gorxane û bakûr û başûr ê wê jî bi çend çiyayên bilind ve pêçayî ye.Dumanî û çiyayê Qiziltepe.

DIROK

Daynalix ji alîyê Ermen û Êzîdîyan hatiye avakirin.Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji ber koçan û hawirdeyan demografiya gund bi temamî vediguhere.Kurd,Azerî û Qarapapax dibin niştecîhen nû yên gund.li tanga gund Girê Ziyaret ê ango bi tirkî İnektepe yê bermahiyên dîrokî hene.Dîroka van bermahiyan heta Urartuyan va diçe û herwiha şaristaniyên ji pey ra tên jî van binkêyan lê zêde dikin. Ji ber nezaniya gelê herêmê u ji ber tevgerên xiznegeran ev cihên kevnar bi temamî weran bûne.

ABORÎ

Aboriya gund û herêmê bi gelemperî xwedîkirina ajalan û çandinî ye.Bi hebûna merg u zozanên fireh karê ajalkariyê pir pêşketî ye.Pez ,dewar û bizin ajalên sereke ne ku tên xwedî kirin. Başurê gund wek deşta Şûrgelê tê binav kirin û ji bo çandiniyê pir berhemdar û nangir e.Ceh genim kurigan, fiq û xirpûk dexlên sereke ne ku yên çandiniya wan têne kirinê ne. Herwiha li gund ji bo hilberîna adanê doşanîyê fabrîkeyek jî heye. Di fabrikeyê da hilberîna cureyên penêran wekî Kaşar Çîçal û Gravyer ê dibe.

https://nisanyanmap.com/?y=&t=&ua=0&u=1&ll=40.574195964200996,%2043.50036621093751Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]