Dennis Gabor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dennis Gabor
biguhêreBelge

Dennis Gábor (navê rastîn Dénes Gábor) (jdb. 5ê tîrmeha 1900an li Bûdapeşt; m. 8ê sibata 1979an li London) endazyarekî mecar bû ku di dawiya jiyanê xwe de bûbû hevwelatiyê Brîtanyayê. Li zanîngeha Bûdapeştê perwerdeya teknîk û zanînên aborî bidawîkiriye. Li Berlînê xwendina bilind dibîne û di fîrmaya Siemensê de dixebite. Di gelek keşfên teknîkî (wekî lambeyên di binpêyên mezin de kar dikin) de cihdigire. Di rewşa nebaş a şerê cîhanê yê duyem de ji Almanyayê diçe Brîtanyayê. Li wir di fîrmaya Thomson-Houston de şixul dike.

Ew di sala 1947î de prînsîpên Holografîyê dibîne. Sala 1958î de dibe profesor û xebata xwe dikişîne ser fîzîka elektronan.

Ew di sala 1971î de Xelata Nobel a fîzîkê werdigire. Gava dimire, xwedî zêdetirî 100 patentan bû. Gelek keşf jî bi navê wî tên binavkirin. Wekî Gabor-Transformation.