Here naverokê

Derûnnasiya komî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Derûnnasiya komî an derûnnasiya civakî, lêkolîneke metodîk e li ser ka çawa hizir, hest û reftar ji aliyê hebûna rastîn, xeyalî, an jî nepenî ya yên din ve bandor dibin.[1] Her çend gelek mijarên girîng ên wekî hevtayê di warê civaknasiyê de dixwîne jî, derûnnasiya komî ya derûnnasîk giraniyê bêtir dide ser takekesan, ne li ser kom an civakê; bandora avahiya civakî û çandê li ser encamên takekesan, wekî kesayetî, tevger û pozîsyona kesekî di hiyerarşiyên civakî de. Ev herwiha bêtir bi lêkolînên ceribandinî û laboratûarê ve girêdayî ye.

Derûnnasên civakî bi gelemperî tevgerên mirovan wekî encamek têkilî di navbera rewşên derûnî û rewşên civakî de rave dikin, şert û mercên civakî yên ku tê de hizir, hest û tevger çêdibin û ka ev guherbar çawa bandorê li têkiliyên civakî dikin lêkolîn dikin.[2]

  1. Allport, G. W (1985). "The Historical Background of Social Psychology". Bi G. Lindzey and E. Aronson (edîtor). The Handbook of Social Psychology. New York: McGraw Hill. r. 5.
  2. Karimova, Nazakat (15 kanûna pêşîn 2022). "Socio-Psychological mechanisms of the interactive relationship between ideology and public psychology" (PDF). Metafizika Journal (bi azerbaycanî). 5 (4): 38–53. eISSN 2617-751X. ISSN 2616-6879. OCLC 1117709579. Ji orîjînalê (PDF) di 12 çiriya paşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2022.