Dilazad Art
Xuyakirin
Dilazad Art, wekî Dilazad ART û Dilazad A.R.T. jî tê naskirin, merivekî ku li ser çand û huner û wêjeyê dixebitê ye. Nivîs û helbest û lêkolînên nivîskar di kovarên kurdî û tirkî de hatine weşandin.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nivîs û helbestên Dilazad di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Utopya, Artos, Tigrîs, Nûdem (Qamişlo), Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Bûyer (Qamişlo), Gizli Azizler û Rengîn de hatine weşandin. Wekî dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.
Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê.
Bi zimanê zikmakî re kurdî dizanê zimanê tirkî û hinekî îngilîzî jî.
Berhemên kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Destana Evînê, 2010
- Ramanên Azad, 2010
- Tûrik, 2011
- Winda, 2012
- Lêkolînên Kurdî I, 2013
- Lêkolînên Kurdî II, 2013
- Tûrikê Çîrokan, 2015
- Çanda Xwarinê, 2016
- Lêkolînên Kurdî III, 2017
- Helbestên Binbêjingê 2017
- Bexçê Çîrokan 2017
- Çîrokên Şevên Direj 2017
- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017
- Sînemaya Cîhanê, 2017
- Sînemaya Kurdî, 2017
- Kaos 2.0, 2018
- Destpêk û Dîroka Sînemayê,2018
- Kurdîpedîa, 2019
- Lêkolînên Folklorê I, 2019
- Lêkolînên Folklorê II, 2019
- Lêkolînên Folklorê III, 2020
Berhemên ku wergerandine kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Rîsala Aborîye, 2010
- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011
Berhemên tirkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Nûpelda, 2001. Çapa II, 2012
- Taşa Yazı Yazmak, 2010
- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011
- Yolcu, 2011
- Şagird, 2012
- Başkaldırı Şiirleri, 2012
- Dijle’nin Çocukları, 2012
- 35 Bomba Roboskî 2012
- Dom 2017
- Üçüncü Cephe, 2017
- Kürt Sendromu, 2017
- Komist, 2017
- Şemamok Kokusu, 2017
- Corduene Tabletleri, 2018
- Papyrus, 2018
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |