Ducaniya cîgir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dêûbavên mebest beşdarî jidayikbûna zarokê xwe ji hêla cîgirek ducaniyê ve dibin.

Ducaniya cîgir rêkkeftinek e, ku pir caran bi peymanek qanûnî tê piştgirî kirin, ku tê de jin razî dibe ku ji bo kesek an jî kesên din ducan be, da ku ew kes piştî zayînê bibin dêûbav(ên) zarokê. Dema ku ducanî ji hêla bijîjkî ve ne mumkun be, dema ku metirsiyên ducaniyê ji bo dayika mebest xeternak in, an jî dema ku mêrek tenê an du hevjînên mêr dixwazin bibin xwedî zarok, dibe ku karibin serî li ducaniya cîgir bixin.

Di peymanên ducaniya cîgir de, an tezmînata diravî dikare bê kirin. Distandina dirav ji bo lihevkirinê wekî ducaniya cîgir a bazirganî tê zanîn. Li ser ducaniya cîgir di navbera dadgehan de gelek cudahyên zagonî û lêçûnê hene. Ev yek carinan dibe sedema pirsgirêkên rêkeftinên navneteweyî an navdewletî. Hevjînên ku li welatên wan de ducaniya cîgir qedexe ye, carinan diçin welatek ku destûrê dide. Li hin welatan, ducaniya cîgir tenê qanûnî ye heke ew ne bi pere be.

Cihê ku ducaniya cîgir a bazirganî qanûnî ye, hevjîn dikarin arîkariya ajansên sêyemîn bikar bînin da ku di pêvajoya ducaniya cîgir de bibin alîkar, da ku cîgir bibînin û bi wê re peymanekê saz bikin. Van saziyan bi gelemperî bi rêya testên psîkolojîk û yên din ên bijîjkî cîgiran kontrol dikin da ku şansê çêtirîn bo ducanî û radestkirina saxlem peyda bikin. Ew her weha bi gelemperî hemî mijarên qanûnî yên têkildarî dêûbavên mebest û cîgir hêsan dikin.