Avisî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Jina dûcan

Ducanîtî, duhalîtî, nesaxî, hemîletî , bizarûbûn an avisî, dema mezinbûna zarokan di zikê dayîka xwe de mezin dibe.

Gihiştina hêkan[biguherîne]

Gava ku keçekî ji diya xwe dibe, di hêkdanka wê da, bi hezaran hêkên negihiştî hene. Ew hêkana tenê dema ku jin bi zarok be, digihîjin. Zarûkbûna jinê, bi peryoda (ketina kincan, bêlimejî) pêşin dest pê dike. Li niveka navbera du peryodan, hêk gihîştiye. Di vê demê de, mezinahiya hêkê, qasî gupika serê derziyê ye. Gava ku hêk digihêje, ji hêkdankê tê avêtin. Di rêya hêkdankê de, dibe ku hêk û ava mêraniyê bigihîjin hevûdu. Je vê re tê gotin bergirtin an jî gonxwarin. Hêka gihîştî, ger di nava 8 saetan da bernegire, dimire.

Tovxwarin[biguherîne]

Gava jin û mêr perîn dikin, bi piranî ji mêr avek tê. Ji vê avê re tovav an menî (sperma) tê gotin. Ji wî ra pişt hatin jî tê gotin. Di wî avê de ne tenê menî heye, tê de ava prostat û ava li kîsikê menî tenê çêkirin, jî heye. Ev avana ji bo ser jînmayîna menî (sperma) pir girîng in. Di menî de pirtikên pir biçûk bi navê tov (spermatosit) hene. Mirov nikare wana bi çava bibîne. Ew di ava meniyê de ajnê dikin. Ev tov (bizir) di gehînêka mêraniyê de, di batiyê mêr de, çêdibin. Çêkirina menî bi nêzîkî 12 salî destpêdike û hetanî mirinê domdike. Di rijê de bi mîlyonan tov, ji batiyên mêr dizên. Tovên nûçêbûyî, ji kana xwe dertên û dikevin rêya batiyan. Paşê ev tov, ava ku ji prostat û ji kîsika meniyê tê, tev hev dibin. Û bi yekbûna jin û mêr, ev tovên ku tevî vê avê bûne, diherikin berzikê (xîzna) jinê. Bi alîkariya vê avê, tov dikarin sê roj bijîn.

Ji ber ku tov dikarin bilivîn, ev li ser devê malzarûk digihîjin malzarîkê. Ji wê derê hildikişin riya hêkdankê. Eger li wê derê hêkek gihîştî hebe, ev digihîjin hevûdu û tov dikeve hundirê hêkê (tovxwarin). Ji vê re dikarin bibên hêka bigon.

Piştî tovxwarina her hêkek, ne şert e ku jin bizarû an avis bimîne. Hêka bigon ji rêya hêkdankê derbasî nava malzarokê dibe. Ev derbasbûna hêkê 5 roj dajo.

Hêka bigon[biguherîne]

Di hêkdankê de ji aliyekî ve hêk digihîjin, ji aliyê din ve jî dîwarê malzarûkê ji hundir ve hêdî hêdî sitûr dibe. Hêka bigon tê û li vî dîwarê de cihê xwe digire. Ji wê re hêlînçêkirin tê gotin. Bi vî awayî jin bi zarok dimîne. Ger ev hêka li vir de cihnegire û mezin nebe, piştî deh rojan ew bi temamiyê dîwarê malzarûk tê avêtin.

Piştî bizarûmayînê, ji vê hêka bigon re dibêjin embriyon an jî virînk. Ew embriyon di malzarûkê de mezin dibe û bi destpêka meha sêyemîn navê wê dibe fetus. Piştî 9 mehan (36 heftan) ev fetûs an goştpere tê dinê û ji wê re dibêjin dergûş, an jî pitik.

Embriyon piştî 8 heftan digihîje 3 cm dirêjiyê û 11 gram giraniyê. Dawiya 3 mehan dirêjahiya wî dibe dora 7-10 cm û giranî jî dibe nêzikî 45 gram. Di meha pêncan de jî dirêjahiya wî dibe dora 25 cm û giranî jî dibe nêzikî 500 gram. Wê çaxê por, bijang û biriyê wî hene. Sîstema mîzê û sîstema hezmkirinê bi temamî dixebitin. Di meha 9'an, giraniya wê derdikeve nêzikî 3-3,5 kiloyan.

Ducanîbûna jinê meh bi meh[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]