EKG ya dirêjdemî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

EKG ya dirêjdemî (EKG-DD) an Holter-EKG bikaranîna alava EKGyê ya bo demekê dirêj e. Pirranî kardiyolog 24 saetî bingeh digirin, lewra dixwazin di temamiya rojê de rewşa dil bişopînin.

Gorî pêşketinên teknîkî alava EKGyê bi nexweş ve tê girêdan û bo demeka ku bijîşk kivşe kiriye pê re dimîne.

Bijîşk dixwazin di rehetiyê de, di xewê de û di jiyana rojane de rewşê binirxînin. Bi taybetî hêz û hejmara lêdanê de zêdebûn hene an nîne tê şopandin. Ango di rîtma dil de xerabûn. Wekî tê zanîn xerabûna rîtma dil dikare di demeke nêzîk an dûr de mirina masûlkeyên dil pêk bîne.

Dîsa bijîşk beriya ku bi yekê ve rîtmker (pîla dil jî tê gotin) daynin jî pêdivî bi zanîna rewşa dil ya rojane dibînin û EKG-DDyê bikartînin.

EKG-DD grafîka rojane radixîne ber çavê bijîşk û bijîşk gelek jê sûdwerdigirin.

Bi navê Event-EKG cureyekê alavê jî heye ku ew wekî rîtmkerê tê împlantekirin û ji bo salan tê bikaranîn. Teknolojiya telefonên berikê bikartînin û heger di rîtma dil de xetereyeke mezin hebe mesajan dişînin nexweşxaneya ku girêdayiye.