Dilê mirov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dil hat beralîkirin)
Dilê mirov

Dil yan jî Dilê mirovan, endamek masûlkî ye, xwînê di nav lûleyên xwînê de pompe dike.[1] Xwîna pompekirî oksîjen û xurekan digihîne laş û di heman demê de paşmayîyên metabolîk ên wekî karbona dîoksîd digihîne pişikan.[2]

Ji bo berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji bo bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji bo gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe. Pêwendiya peyvên wekî, kardiyolojî, kardiyolog, eloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji bo tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn. Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, lêgerînên kardiyolojîyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e.[3]

Bijîşkên pisporiya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin.[4]

Pêkhateya dil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dil bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek (deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 7 000 lître, di salê de 2500 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike.[5]

Cihê dil di nav sîng de.

Ji destpêka ducaniyê 22-23 roj şûn de dillêdana dergûşê dest pê dike.[6] Roj û şev havîn û zivistan, dema xewê û dema kar kirinê hejmara lêdanê carnan kêm dibe carnan zêde dibe, lê lêdana dil heta dawiya jiyana mirov didome. Ji ber karê wî yê demdirêj û bêrawestan, dil endamek (organ) bêhempa ye. Dilê mirov di sîng de, navbera her du pişikan de piçek li aliyê çepê de cih digire. Pêşiya dil de perasûbend (hestiyê sing), li jêrê singê de navpençik (diyafram) heye. Qebareya dilê mirovê gihêştî bi qasî kulmekî mirov e. Giraniya dilê mirov bi qasî 250-350 gram e.[5]

Dîwarê dil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dil ji dîwarek sê çînî (tebeqe) pêk tê. Çîna epîkardiyum li aliyê derveyî dil, çîna endokardiyum li aliyê hundirê dil e, çîna myokardiyum jî di navbera epîkardiyum û endokardiyumê ve cih digire.Tevahiya dil, bi perdeya dil (perîkardiyum) ve dorpêçî ye.[7] Perdeya dil dişibe kîsikê. Perdeya dil ji du çînan pêk tê navbera her du çînan de şilemenî heye.

Dîwarê dil.
  • Perdeya dil cihê dil a nav valahiya sîngê de sabît dike.
  • Li hember hokarên nexweşiyê û enfeksiyonan alîkariya bergiriya dil dike.
  • Rê li ber werimîn û girbûna dil digire.
  • Lêkxişana navbera dil û derdorê dil (pişik, hestiyê singê û navpençik) kêm dike.

Çaviyên dil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dil ji çar çaviyan pêk tê. Du çavî (ode) li jor, du çavî jî li jêrê dil de cih digire. Çaviyên jor wekî guhike, çaviyên jêr jî wekî zikoke tên navkirin. Her wisa perdeyek masûlkeyî ya bi navê septum (navbirka zikokeyan) ji jorê dil hetanê jêrê dil dirêj dibe û dil dike du beş, beşa rastê û beşa çepê. Xwîna kêmoksîjenî li beşa rastê dil, xwîna têroksîjenî jî li aliyê çepê dil de diherike. Masûlkeyên derdora zikokeyan ji ya guhikeyan zêdetir e. Diwarên guhikeyan ji yên zikokeyan teniktir e. Dîwarê zikokeya çepê, li li gor beşên din ên dil hê pirtir stûr e. Rûyê zikoke û guhikeyan bi çînek xaneyên epîtel (endokard)ê rûpoşî ye. Xwîn ji laş diherike guhikeyên dil, ji zikokeyên dil jî ji dil diherike laş.

Derîçeyên dil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derîçeyên dil
Derîçeyên dil arasteya herika xwînê kontrol dikin

Dil çar derîçe lixwe digire. Du derîçeyên dil di navbera guhike û zikokeyên dil de cih digire. Her yekê xwînbera pişik û xwînbera sereke jî derîçeyek lixwe digirin. Xwîn bi alîkariya derîçeyan di nav dil û lûleyên xwînê de bi yek alî diherike.[7] Di navbera guhikeya rastê û zikokeya rastê de derîçeyê sêperrî (trîkuspît) heye. Derîçeyê sêperrî bi girjbûna guhikeyan, xwîna nav guhikeya rastê, aresteyê zikokeya rastê dike. Dema guhike xav dibe îcar zikoke girj dibin, lê derîçeyê sêperrî bi girjbûna zikokeya rastê tê girtin, bi vî awayê rê li ber vegera xwînê ya guhikeya rastê tên girtin. Herwisa di navbera guhikeya çepê û zikokeya çepê de derîçeyê duperrî (derîçeyê mîtral) heye, derîçeyê duperrî xwînê ji guhikeyê arasteyî zikokeya çepê dike, lê nahêle xwîna zikokeyê vegere guhikeya çepê. Bi girjbûna guhikeyan, derîçeyên navbera guhike û zikokeyan tên vekirin, bi girjbûna zikokeyan van herdu derîçe tên girtin.[8] Xwîna zikokeyan bi navbeynkariya derîçeyan derbasê xwînberan dibe. Şiklê derîçeyên derê zikokeyan dişibe kevanê, an jî heyva nîvî, loma ev derîçeyên zikokeyê wekî derîçeyên kewaneyî tên binavkirin. Di navbera zikokeya rastê û xwînbera pişikê de derîçeyê pişikan heye. Bi girjbûna zikokeyê ev derîçe ve dibe û xwîna nav zikokeya rastê derbasî xwînbera pişikê dibe. Gava zikoke xav dibin, îcar derîçeyê pişikê tê girtin. Bi vî awayê xwîna nav xwînbera pişikê venagere zikokeyan. Derîçeyek kewaneyî jî di navbera zikokeya çepê û şaxwînber (aort) de cih digire. Ev derîçe jî xwînê ji zikokeya çepê ber bi şaxwînberê araste dike

Gera koronerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lûleyên koroneri û krîza dil

Çîna navendî ya dîwarê dil myokardiyum (masûlkeya dil) ji masûlkeyan pêk tê, dil tu car ranaweste û lê dide. Ji bo lêdana dil divê masûlkeyên dil girj bibe û xav bibe. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan pêdivî bi enerjiya ATP (Adenozîna sêfosfatî) heye. Xaneyên dilemasûlkeyê bi navbeynkariya oksîjenê, glukozê perçe dikin û ATP bi dest dixin. Ango ji bo peydakirina ATP, divê xwîna têrglukozî û têroksîjenî ji xaneyên myokardiyumê ve bên şandin. Di nav guhike û zikokeyan de her tim xwîn heye, lê çîna endokardiyumê rê nade xwînê ko xwe bigihîne xaneyên masûlkeyên dil. Lûleyên taybet xwînê digihîne dîwarê dil, ev lûleyên xwînê wekî lûleyên koronerî tê binavkirin. Di zimanê latînî de peyva “corona” ji bo tac (taca serê qiral û şahan) tê bikaranîn.[9] Lûleyên koronerî wekî mîna tacek, dîwarê dil dorpêç dikin. Xwînberên koronerî li jorê derîçeyê xwînbera sereke ji şaxwînberê şax didin. Xwînbera koronerî ya çep aliyê çepê dil, xwînbera koronerî ya rast jî aliyê rastê dil dorpêç dike.[10] Bi vî awayê xwîn digihîje xaneyên dilemasûleyê. Xwîna kêmoksîjenî û kêmglukozî bi xwînhênerên dilî vedigere guhikeya rastê. Gera xwînê ya navbera dil û myokardiyumê wekî gera koronerî tê binavkirin. Di hin cureyên dilnexweşiyê de hinek ji lûleyên koronerî teng dibin an jî dixitimin, di rewşek wisa de bi têra xwe xwîn nagihîje masûlkeyên dil. Heke beşa masûlkeya bêoksîjen û bêglukoz mayî, beşek piçûk be krîza dil pêk tê, lê heke beşek mezin ji masûlkeyên dil bêoksîjen û bêxurek bimîne, wê gavê dibe ko dilrawestan pêk were.[11]

Çerxa dillêdanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çerxa dillêdanê

Dilê mirov bi ahengî girj dibe û xav dibe. Dema girjbûnê, dil xwînê pompe dike, dema xavbûnê xwîn diherike çaviyên dil. Çerxa dillêdanê bi girjbûna guhikeyan destpê dike û bi xavbûna zikokeyan bi dawî dibe, wekî çerxa dillêdanê (cardiac cycle) bi nav dibe.[12] Çerxa dillêdanê de qonaxa girjbûnê wekî sîstol, qonaxa xavbûnê jî wekî diyastol tê binavkirin.

Diyastola dil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka çerxa dillêdanê de, guhike û zikokeyên dil sist in (xav in) ev rewş wekî diyastola dil bi nav dibe. Di vî qonaxê de xwîna kêmoksîjenî ji xwînhênera sereke ya jêrîn û ya jorîn ve diherike guhikeya rastê. Di heman qonaxê de çar xwînhênerên pişikê, guhikeya çepê bi xwîna têroksîjenî tijî dike. Di qonaxa diyastola dil de herdu derîçeyên dil ên navbera guhike û zikokeyan de vekirî ne, loma xwîna nav guhikeyan bi hêsanî diherike nav zikokeyan û %70- 75 ê her zikokeyêk bi xwînê tijî dibe.[13] Di vî qonaxê de derîçeyên kewaneyî girtî ne, bi vî awayê rê li ber vegera xwîna hundirê xwînbera pişik û aortê tê girtin.

Sîstol û diyastola guhikeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi girjbûna (sîstol) guhikeyan, qebareya guhikeyan kêm dibe, pestoya xwîna nav guhikeyan bilind dibe. Ji ber pestoya xwînê, xwîn ji guhikeyan ber bi zikokeyan ve tê pompekirin. Di vî katê de derîçeyê sêperrî û ya duperrî vekirî ne. Bi vî awayê zikoke bi xwînê tijî dibin. Sîstola guhikeyan hetanê destpêka diyastola zikokeyan didome.

Sîstola zikokeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi girjbûna masûlkeyên zikokeyan, pestoya xwîna nav zikokeyan bilind dibe, lê ev pestoya pêşîn ji bo vekirina derîçeyên kewaneyî yên pişik û şaxwînberê têr nake. Loma xwîn ji dil dernakeve. Gava pestoya xwîna zikokeyan ji pestoya xwîna guhikeyan bilindtir dibe, xwîna zikokeyan ber bi guhikeyan ve diherike, lê derîçeyên sêperrî û duperrî tên girtin û rê li ber vegera xwînê digirin. Her ko diçe pestoya xwîna nav zikokeyan zêde dibe. Dema hêza pestoya xwîna nav zikokeyan, ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û ya şaxwînberê zêdetir dibe, îcar derîçeyên kewaneyî vedibin. Xwîna nav zikokeya rastê, aresteyê pişikan dibe. Xwîna nav zikokeya çepê jî bi navbeynkariya xwînbera sereke belavê laş dibe.

Diyastola zikokeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka qonaxa diyastola zikokeyan de her ko masûlkeyên zikokeyan xav dibe, pestoya xwîna nav zikokeyan de mayî, nizim dibe. Gava pestoya xwîna nav zikokeyan ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û aortê nizimtir dibe, xwîn ji xwînberan ber bi dil ve diherike. Di heman demê de derîçeyên kewaneyî tên girtin û rê li ber vegera xwînê tên girtin. Her ko xavbûna masûlkeyên zikokeyan didome, pestoya xwîna nav zikokeyan hê pirtir kêm dibe û ji pestoya xwîna guhikeyan nizimtir dibe. Gava pestoya xwîna zikokeyan bi têra xwe daket, derîçeya sêperrî (trîkuspît) û ya duperrî (mîtral) ji ber pestoya guhikeyan ve dibin, xwîn ji guhikeyan diherike nav zikokeyan. Bi vî awayê pestoya xwîna nav guhikeyan hê pirtir dadikeve. Ji xwînhêneran xwîn ber bi guhike û zikokeyên xavbûyî ve diherike. Di vî qonaxê de derîçeyên navbera guhike û zikokeyan de vekirî ne, derîçeyên kewaneyî girtî ne, guhike û zikoke di qonaxa diastolê de ne. Bi vî awayê çerxek dillêdanê bi dawî dibe.

Sîstema kontrola dillêdanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dilê mirov bi ahengî lê dide, ango herî pêşî guhike girj dibin, paşê bi girjbûna zikokeyan guhike xav dibin, dawiya dawîn jî zikoke xav dibin. Bi xavbûna zikoke û guhikeyan çerxa dillêdanê diqede û ji nû ve girjbûna guhikeyan çerxek nû dide destpêkirin. Her çiqas çerxa dillêdanê biahengî be jî, leza dillêdanê ne sabît e. Di xulekek de hejmara kutana dil wekî leza dillêdanê tê binavkirin. Dilê mirovê gihîştî di demên asayî de di xulekek (deqe) de bi qasî 70 - 75 car lê dide. Lê li gor jiyana rojane dibe ko leza dillêdanê kêm bibe an jî zêde bibe. Wekî mînak di xewê de an jî dema bêhnvedanê de dilê mirov hêdî lê dide, lê dema mirov karekî giran dike an jî dema stresê de dilê mirov dibe ko di xulekek de 120-130 caran lê bide. Ahenga dillêdanê ji aliyê dil, leza dillêdanê jî ji aliyê Demarekoendama xweyî ve tên kontrolkirin.[5][14]

Ahenga dillêdanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herika sînyalên elektrîkê
Dil sînyalên ji bo girjbûnê, tena serê xwe dirist dike

Dil endamek (organ) taybet e. Masûlkeyên dil bêhemdê mirov dixebitin. Ango girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil di bin deshilatdariya mirov de nîn e. Ji ber vî taybetmendiya dil, masûlkeyên dil wekî masûlkeyên xwenewîst tê binavkirin. Ji bo çalakiya masûlkeyan, pêdivî bi sinyalên elektrîkê heye. Ji xeynî masûlkeyên dil hemû masûlkeyên laş sinyalên elektrîkê ji demarexaneyên koendama demar digirin. Masûlkeyên dil jî bi sînyalên elektrîkê çalak dibin, lê dil sînyalên ji bo girjbûnê tena serê xwe dirist dike.[7] Li ser diwarê hundir a guhikeyê rastê de hin xaneyên taybet hene, komeleya van xaneyan wekî girê berika guhike (bi înglîzî: sinoatrial node) tê navkirin. Kontrola ahenga lêdana dil ji aliyê girê berika guhikeyê ve tê rêvebirîn. Navê din a girê berika guhike "pêngave diristker " e (bi Înglizî: pacemaker).[15] Girê sînoatrî (berika guh) sînyalên elektrîkê berhem dike û arasteyî masûlkeyên herdu guhikeyan dike. Bi vî awayê masûlkeyên guhikeyan girj dibin, xwîna nav guhikeyan aresteyê zikokeyan dibe. Sinyalên elektrîkê ji girê berika guhike, xwe digîjin girêka duyemîn, ev girêk di navbera guhikeya rastê û zikokeya rastê de cih digire. Navê vî girêkê girê guhike-zikoke ye (bi înglîzî: atrioventricular node). Girê guhike-zikoke herrika sinyalên elektrîkê bi qasî 0,1 çîrke dereng dixe, bi vî awayê ji bo guhikeyan firsend peyda dibe ko beriya zikokeyan çalak bibin. Sînyalên elektrîkê ji girê guhike-zikoke, derbasê gurzên His dibe. Gurzên His rîşalkên taybet ên masûlkeyên dil e, sînyalên elektrîkê ji girê atrîoventrîkî (guhike-zikoke) digire û dişîne navbirka dil. Kardîologê swîsî Wilhelm His, Jr., di sala 1893 de erka van xaneyan diyar kir, loma paşnavê vî zanyarê li gurza van xaneyan hat dayîn. Gurzên Hîs ji du gurzan pêk tê, gurzêk dirêjê ber bi zikokeya raste, a din jî dirêjê ber bi zikokeya çepê dibe. Gurzên His lê diwarên zikokeyanan şax didin û mina torek dîwarên zikokeyan dorpêç dikin. Ev pêkhate wekî rîşalkên Purkinje tê binavkirin. Van rîşalkên masûlkeyen dil di sala 1839î de ji aliyê zanyarên Çekî Jan Evangelista Purkinje (bi zimanê Çekî: Jan Evangelista Purkynë) ve hat kifşkirin. Gava sînyalên elektrîkê digihîje rîşalkên Purkinje, tora rîşalkên purkinje girjbûna masûlkeyen zikokeyan dide destpêkirin. Bi girjbûna zikokeyan xwîn ji dil, derbasê xwînberan dibe.

Leza dillêdanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demarekoendama xweyî leza dil kontrol dike.

Leza dillêdanê di bin kontrola koendama demrara xweyî de ye. Demarekoendama xweyî ji du beşan pêk tê; sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî. Sîstema sîmpasawî li ser leza dillêdanê bandorek erenî dike û hejmara kutana dil zêde dike. Sîstema parasîmpasawî jî hêjmara dilkutanê kêm dike. Demarekoendama xweyî raste rast li ser girêka sînoatrî bandor dike, li gor vî bondorê ahenga dillêdanê diguhere. Du cureyên demar, di leza dillêdanê û di mêjera pestoya xwînê de çalak in. Yek ji van demaran bi navê demara vagus tê nasîn. Demara vagus ji mejî wekî du gurz derdikeve û di nav sîng û zik de belavê endamên wekî dil, gede, masûlke, kezeb, gurçik û pişikan dibe. Çalakiya demara vagus wekî beşek ji sîstema parasîmpasawî ye. Vagus bi derdena hormona asetîlkolîn (acetylcholine) lêza dillêdanê û pestoya xwînê kêm dike.[5] Demara duyemîn a demarekoendama xweyî, demara dilî ya sîmpasawî ye. Ev demar bi derdana hormonên nefrîn û epînfrîn, lêza lêdana dil zêde dike [13]. Her wisa di nav xwînê de zêdebûna karbona dîoksîd, berzbûna pileya germahiya laş, hêrsdarî (stres) û werzîş hin ji sedemên çalakbûna sîstema sîmpasawî ne.

Testa Elektrokardiyogram ê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

EKG û çerxa dillêdanê
Elektrokardiyograma mirovek sax (tendurist) wîsa dixuyê.

Ji bo girjbûna masûlkeyên dil, ji girêkên dil sînyalên elektrîkê tê diristkirin. Makîneya Elektrokardiyogramê (EKG an jî ECG) dikare bi navbeynkariya elektrodan van sînyalên elektrîkê bişopîne.[12] Bikaranîna makîneya elektrokardiyogramê, wekî elektrokardiyografî tê binavkirin. Makîneya elektrokardiyogramê ji aliyê zanyarê Almanî, Willem Einthoven ve di sala 1903 de hat çêkirin.[16] Navê makîneyê bi almanî ” Elektrokardiogramm” e. Bi alîkariya makîneya elektrokardiyogramê, mirov dikare rêça sînyalên ji girê sînoatrî derdikevin bişopîne. Bi şopandina rêça sînyalan, mirov dikare dema sîstol û diyastola guhike û zikokeyan diyar bike. Navê pelên sînyalên elektrîka dil bi tîpên P, Q, R, S, T tê nîşankirin. Sînyalên dibe sedema girjbûna guhikeyan, wekî pela P tê binavkirin. Pelên Q, R, S bi tevahî wekî kompleksa QRS tê bi navkirin. Girjbûna zikokeyan û xavbûna guhikeyan bi kompleksa QRS destpê dike. Her wisa pela T jî xavbûna zikokeyan dide destpêkirin. Elektrokardiyograma dilê mirovên tendurist, wekî EKG ya asayî tê navkirin. Ji bo EKGya asayî hin rêjeyên standard hene. Bi bikaranîna testa elektrokardiyogramê; ahenga dillêdanê, çalakiya çaviyên dil, qebareya çaviyên dil û masûlkeya dil, nexweşiyên perdeya dil, nexweşiyên ji ber derîçeyên dil, krîzên dil, pestoya xwîna dil, bi hêsanî eşkere dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Taber's cyclopedic medical dictionary. Donald Venes, Clarence Wilbur Taber (Çapa Edition 21, illustrated in full color). Philadelphia. 2009. ISBN 978-0-8036-1560-1. OCLC 244418259.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk) CS1 maint: others (lînk)
  2. ^ Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology ( PDFDrive.com ).
  3. ^ Collins English Dictionary – Complete and Unabridged, 12th Edition 2014 © HarperCollins Publishers 1991, 1994, 1998, 2000, 2003, 2006, 2007, 2009, 2011, 2014
  4. ^ Dictionary of Unfamiliar Words by Diagram Group Copyright © 2008 by Diagram Visual Information Limited
  5. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  6. ^ https://embryology.med.unsw.edu.au/embryology/index.php/Cardiovascular_System_-_Heart_Development
  7. ^ a b c Villee, Claude Alvin, et al. (1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  8. ^ Colbourne, H. (2007).Inquiry into biology. Toronto, ON: McGraw-Hill Ryerson. ISBN 978-0-07-096052-7
  9. ^ The American Heritage® Student Science Dictionary, Second Edition. Copyright © 2014 by Houghton Mifflin Harcourt Publishing Company
  10. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [2]Blood supply to the heart
  11. ^ Brainard J., Henderson R. (2013) CK-12's College Human Biology FlexBook. CK-12 Foundation, [3]
  12. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  13. ^ a b Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  14. ^ BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. p197 ISBN 0-07-866427-6
  15. ^ Collins Discovery Encyclopedia, 1st edition © HarperCollins Publishers 2005
  16. ^ NOBELPRIZE.ORG, [4] Girêdana arşîvê 2017-11-17 li ser Wayback MachineThe electrocardiogram – looking at the heart of electricity