Ebdulkerîm Surûş (Aryas)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebdulkerîm Surûş (Aryas)
Jidayikbûn5ê îlona 1958an
EsilKurd
PîşeNivîskar û lêkolînerê folklora kurdî
Dînmisilman
biguhêreBelge

Ebdulkerîm Surûş (Aryas) ( 1958 selmas ) Nivîskarê kurd e. Ew di 1958an de li gundê Zindeşta, selmasê ji dayîk bûye. Wî di warê nivîsandinê de gelek çalakî û berhem pêk aniye.[1]

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ebdulkerîm Surûş (Aryas) di sala 1958an de li gundê Zindeştê navça kinarberojê ku li ser bajarê Selmas a parêzgeha Azerbaycana rojava a Îranê ji dayîk bûye. Dewrana biçûkatî û her wisa xwendina seretayî li wî gundî derbas kiriye. Ji bona dewama dersa xwe ya navendî çûye bajarê Urmiyê. Piştî wergirtina dîplomê diçe bajarê Tehranê û li Zanîngeha Tehranê lîsansê distîne. Paşê dibe mamoste diçe nava karê perwerdehî û piştî 15 sal karê perwerdehî yekcar li wezareta perwerdehî diqete û diçe rêkxirava radio û televîziyona dewletî ya bajarê Mehabadê dişixule. Navbirî piştî 15 sal karê medyayî di sala 2013an de malnişîn û karbes dibe û dubare dizivire bajarê Urmiyê. Surûş eleqeyek taybetî bi folklore û edebiyata devkî ya kurdî heye. Ew gund bi gund û bajar bi bajar li nava gelê xwe digere û bi dilsojî û eleqe hêmanên folklorîk berhev dike, şirove dike û dinirxîne.

Xebat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên xebata Ebdulkerîm Surûş (Aryas) bi wî awayî ne:[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1. Gilî û gazinên evîndaran ji kelepora kurmancên Îranê (bi zimanê kurdî), W.

Nûbihar, 2016, Stembol bi tîpên latînî.

  • 2. Folklora kurdî (edebiyata devkî) bi zimanê farisî. W. Dîrok, 2018, Bocnûrd.
  • 3. Folklora kurdî (stran û awaz) bi zimanê farisî. W. Dîrok, 2018, Bocnûrd.
  • 4. Deng û dengbêjî bi zimanê kurdî. W Pênivîs 2019, Tehran.
  • 5. Newayên motrib û çengên kurdan bi zimanê kurdî. W. Madyar, 2020, Sine (Senendec)
  • 6. Gilî û gazinên evîndaran ji kelepora kurmancên Îranê (bi zimanê kurdî), W.

Madyar, 2020, Sine (Senendec) bi tîpên erebî- aramî.

Berhemên ku li ser wan xebat tê kirin û jibo çapê amade dibin:[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1. Folklora kurdî (irf , edet û resm) bi zimanê farisî
  • 2. Folklora kurdî (bîr û bawir) bi zimanê farisî
  • 3. Folklora kurdî (zanista gelêrî) bi zimanê farisî
  • 4. Antolojiya dengbêjên kurdên kurmanc yên Îranê)
  • 5. Mem û Zîn û folklor.
  • 6. Şopa lingan (komkirin û şirove û nivîsîna gelektir ji 90 govendên kurdî a kurmancî

Surûş (Aryas) endamê şêvra nivîskarên du kovarên kurdî – farisî bi navên Jîlvan li Sine û Beyan li Mehabadê ye.

Kurd mîratdarên xizîneyeke mezin ji hêmanên folkolorîk in û gencîneyek bê bin ku mixabin karên ku jibo komkirin, wejandin û şiroveya beşên curbicur yên vê gencîneyê hatine kirin kêm in û li ser esasên lêkolînên akadimîk jî nînin. Helbet meriv dikare hinek karên ku hatine encamdan jî wek binaxeya lêkolînên pêşerojê bihesibîne, lê pir kême û têrê nake.

Li salên dawîn da pêngavên gelek baş li vê mijarê hatine rakirin û Ebdulkerîm Surûş (Aryas) jî pêngaveke kurt li warê bêsînor ê lêkolîna jibo nasandina folklor û edebiyata devkî û gelêrî ya gelê xwe hilaniye û hêvîdarim e ku bi alîkariya dost û hevalan, bi taybet dilsojên çand û folklora kurdî, em bigihîjin astekê ku em bikaribin lêkolîn û şiroveyeke dirost ser folklora gelê xwe bikin.

Îrojê mixabin tê dîtin ku hinek ji ciwanên me, jiber ku çanda xwe baş nas nakin, xwebawer nînin û hin ji çand, dîrok û folklora xwe dûr ketine ku bi çavekî sivik temaşeyî çand, ziman û folklora xwe dikin û axaftina bi zimanê bav û kalên xwe jî tiştekî nebaş û dûrî şaristaniyê dizanin. Eva di halekê da ye ku divê em balyozên çandî yên war û gelê xwe li seranserî cîhanê bin. Dive em li nirxên çandî yên axa bav û kalên xwe xwedî derkevin û wan li cîhanê bidin nasandin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 nîsan 2020 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2022{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)