Ebdurehmanê Benî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ebdurehman Benî mehkûmê navdar yê kurd e. Ebdurehman li gundê Licê Benê ji ber sedema pefçûnekê dibe mehkûm. Demekê li deşt û çiyayên Amedê digere û xwe ji hêzên fermî diparêze û şûn de di bin hîmayeya lawê Seyfedîn Paşa Xetîb Begê de li gundê Meyqûnê bi cih dibe. Xwişkeke Ebdurehman ya bi navê Gulê li ba peyayekî begleran bûye. Ev peya Sîsî bûye û ji aliyê begleran ve li Çawuşelîkeya hatiye bicihkirin. Wê demê Mistefayê lawê Mehmed Keyayê Kerwezî jî di asta serbaziya çeteyan de bûye. Mistefa di zivistana 1932yan de li ser şopa Evdirehmanê Benî tevî peyayên xwe diçe Çawuşelîkeya. Mistefa ji keyayên Çawuşelîkeya dixwaze ku Evdirehman radestê wî bikin. Lê Çawuşelîkî radestê wî nakin. Ji ber vê yekê Mistefa bi alikariya hêzên dewletê gund dagir dike dide ber agir. Evdirehman û birayê xwe dîwarên malan qul dikin û ji agir direvin. Di terka dîwarê malekî de keysê li Mistefa tîne û bi tifinga mîrî ber didê, Mistefa û du peyayên xwe têne kuştin. Piştî wî hêzên dewletê û peyayên Mistefa yên din vedikişên. Ebdurehman û birayê xwe ji Çawuşelîkeya dertênê û direvin. Şûn de diçin Binê Xetê. Di sala 1950î de bi derxistina efûyê vedigere, diçe li gundê xwe bi cih dibe.