Famîleya ebenûsan
Xuyakirin
(Ji Ebenaceae hat beralîkirin)
Famîleya ebenûsan (Ebenaceae) famîleyeke riwekan e, di Koma gezik, çay û çûxan (Ericales) de cih digire. Ev kom jî yek ji endamên riwekên bi kulîlk (Magnoliopsida) e. Di vê famîleyê de 4 cins, bi qasî 490 cure hene. Cinsê herî navdar; dara ebenûsê (Diospyros) e ku navê xwe jî daye famîleyê. Welatê ebenûsê Afrîka ye û ji cihên tropîk hez dike.^
Sîstematîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Famîleya Ebenaceae sala 1891'ê de ji aliyê Robert Louis August Maximilian Gürke ve, di Die Natürlichen Pflanzenfamilien, 4(1), rûpel 153'yê de hatiye binavkirin.
Di vê famîleyê de, 2 serefamîle, bi qasî 4 (3 heya 6) cins, 490 cure hene:
- Lissocarpoideae Wallnöfer: Tenê cinsekê wê heye:
- Lissocarpa Benth.: 8 cure.
- Ebenoideae Thorne & Reveal: 3 cins:
- Diospyros an carnan Cargillia R.Br., Cavanillea Desr., Ebenus Kuntze, Embryopteris Gaertn., Guaiacana Duhamel, Idesia Scop., Maba J.R.Forst. & G.Forst., Mabola Raf., Macreightia A.DC., Noltia Thonn., Paralea Aubl., Pimia Seem., Rhaphidanthe Hiern ex Gürke, Ropourea Aubl.,, Tetraclis Hiern): 475 heya 485 cure.
- Euclea L.: 12 heya 20 cure.
- Royena L.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Famîleya Ebenaceae di APWebsite.
- Famîleya Ebenaceae di DELTA. Girêdana arşîvê 2021-01-05 li ser Wayback Machine (îngl.)
- James E. Eckenwalder: Ebenaceae in der Flora of North America, c. 8, r. 247: Online.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Famîleya ebenûsan de hene.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |