Dar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Darmamûd (Sequoiadendron giganteum)

Dar ji riwekên qemçik darikî re dibêjin. Di zimanê kurdî de zayenda darê mê ye, lê heger bê birandin dibe nêr. Dar şaxeke mezin ji cîhana riwekan e.

Ji biziran şitil, ji wan jî dar digihê. Her sal dar aj dide ku temenê darê jî ji wir kivşe dibe. Heger sal baş û bi şiliyê derbas bûbe, xeleka wê salê biber, hişkayî bûbe jî bêber dibe. Darvan baş ji viya dizanin. Di darekê de cihê jîndar kambiyum e ku di bin qalikê de ye ji wir aj didin. Heger bizmarek (mix) lidarê bi kutan, bilindahiya wê her wekî xwe dimîne. Dar jî wekî hemî jîndaran bi avê dijîn. Dar hene kêm, dar jî hene rojê 400-500 lt avê xerc dikin. Darên wiha li hezekan diajon ku axê ziwa bike.

Av bi demarên darê vedikişin. Bi sîstema adhezyon u kohezyonê, av heya 100 m bilidahiyê vedikişe ki bi rastî jî hêz û enerjiyeke mezin divê. Dar bi fotosentezê xurdemeniya xwe çêdike. Ango bi av, karbondîoksît û tîrêjên rojê.

Dar di jiyana mirov de roleke girîng dilîze. Ji darê kaxez, mobîlya û bi hezaran pêdiviyên mirovan tên çêkirin. Dar şewat e, dar kana xurdemeniyan e bo mirovan. Gelek fêkî ji daran in. Daristanên welatekê kûltûr û dewlemendiya wê welatê nîşan didin. Li civakên nûjen û pêşketî xwedî li daristanan tên derketin, lewra riwek oksîjenê hildiberînin. Dar tenduristî, dar aborîye herwiha.

Pirraniya daristanên Kurdistanê ji aliyê dewletên Kurdistan parve kirine ve (Tirkiye, Îran, Îraq, Sûrî) hatine şewitandin. Ji ber wê floraya Kurdistanê ziyaneke mezin dîtiye û gelek cureyên riwek û ajalan ketine xetereya tunebûnê. Mirov dijminê heri mezin ê darê ne.

Darên sereke û navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: dar – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir