Famîleya ebenûsan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kakî (Diospyros kaki),
Dar û fêkiya wê ya gihîştî)

Famîleya ebenûsan (Ebenaceae) famîleyeke riwekan e, di Koma gezik, çay û çûxan (Ericales) de cih digire. Ev kom jî yek ji endamên riwekên bi kulîlk (Magnoliopsida) e. Di vê famîleyê de 4 cins, bi qasî 490 cure hene. Cinsê herî navdar; dara ebenûsê (Diospyros) e ku navê xwe jî daye famîleyê. Welatê ebenûsê Afrîka ye û ji cihên tropîk hez dike.^

Sîstematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Famîleya Ebenaceae sala 1891'ê de ji aliyê Robert Louis August Maximilian Gürke ve, di Die Natürlichen Pflanzenfamilien, 4(1), rûpel 153'yê de hatiye binavkirin.

Di vê famîleyê de, 2 serefamîle, bi qasî 4 (3 heya 6) cins, 490 cure hene:

  • Lissocarpoideae Wallnöfer: Tenê cinsekê wê heye:
  • Ebenoideae Thorne & Reveal: 3 cins:
    • Diospyros an carnan Cargillia R.Br., Cavanillea Desr., Ebenus Kuntze, Embryopteris Gaertn., Guaiacana Duhamel, Idesia Scop., Maba J.R.Forst. & G.Forst., Mabola Raf., Macreightia A.DC., Noltia Thonn., Paralea Aubl., Pimia Seem., Rhaphidanthe Hiern ex Gürke, Ropourea Aubl.,, Tetraclis Hiern): 475 heya 485 cure.
    • Euclea L.: 12 heya 20 cure.
    • Royena L.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]