Ehmedê Huseynî
Ehmedê Huseynî | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | Ehmed Huseynî |
Jidayikbûn | 1955 Amûdê |
Pîşe | Helbestvan Bernamevan |
Netewe | Kurd |
biguhêre![]() |
Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di Roj TVê de bernameya wî heye.
Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand. Piştre li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedandiye.
Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê.
Huseynî di sala 1989an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin.
Di sala 2002’yan de berhemên wî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatin çapkirin.
Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê
- Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû
- Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû
- Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê
- Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê
- Bajarê Dirinde, 2003, Weşanên belkî
- Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî 2004, Weşanên Aram
Çend mînak ji helbestên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nimêjgeha Xewnê
Dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min, pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn û bazbendaên bejna te dikin. Dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min, pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.
bîna xwe ji sêvên te, didizin.
di şemala gerdena rojçêbûna te de, di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin.
“serxet” û tirsegavên bêrîkirina dapîra min, sertaca Amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.
û pirtûka êşa stêrkên sînga te, çîroka aferîdeyên ji tozê, ji miriyên xoşewîst re dibêjin.
di asoyên sersomiya min de, sawa şevistanê ji bîr dike.
Ji nişkê ve nermebarana nêrîna te, Paytexta seferê pîr dike.
li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.
li ser şaxên metirsiya te, di bêhûdeyiya navê xwe de , radiperim.
û giryana cengên xwe li ber lingên te radixînim.
bi dudiliya duryan û bi kêlikên velerzînê, bi nehwirînê, dişikînim.
di wêrana birîna xwe ya rizyayî de di dûmana axîna xwe ya serberdayî de qebqeba kewên te, desthilata dewê te, êşa berboriya te dikişînim.
û berê xwe didim reştava te û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.
ji keservedana te der diçim û zeviyên matmayîna te de, di sirûdên zayîna te de, diçêrim. — Ehmedê Huseynî
|
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Malpera Ehmedê Huseynî Girêdana arşîvê 2004-12-05 li ser Wayback Machine
![]() | Ev gotara ji bo nivîskarekî/e kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |