Amûdê

Amûdê
Amûdê
Amûdê li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Amûdê
Amûdê
Amûdê (Sûrî)
Amûdê li ser nexşeya Rojavaya Kurdistanê nîşan dide
Amûdê
Amûdê
Amûdê (Rojavaya Kurdistanê)
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Rojavayê Kurdistanê
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Hesîçe
Demografî
Gelhe 47.580 (2008)
Erdnîgarî
Bilindayî 472
Koordînat 37°06′15″Bk 40°55′48″Rh / 37.10417°Bk 40.93000°Rh / 37.10417; 40.93000

Amûde an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajerên Rojavayê Kurdistanê ye.

Bajerekî navçeya Qamişloyê ye, li parêzgeha Hesîçeyê ye û dora 30 kîlometran rojavayî Qamişloyê û 80 kîlometran bakur û rojhilatî Hesîçeyê ye. Hejmara niştecîhên bajarê Amûdê (tevî 156 gundên wê) dora 200.000 e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin ji êzdiyan dijîn. Di 13ê çiriya paşîna 1960î de di Şewata Sînemaya Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hatiye napesinkarkirin, dora 200 şagirtên dibistanê mirin.

Li Amûdê ji bilî kurda hema hema gel najîn. Tenê çend malbatên ermeniyan û çend malbatên ereban li vî bajarê kurdan dijîn. Li başûrê Amûdê di ser 10an de gundê êzdiyan hene. Êzdî li gundên Amudê yên Merkebê, Dugirê, Qelaçix, Xirbê Xwê, Çetelê, Kuliyê, Xirbexezal, Gorseîd, Xirbedilan, Mîk, Hêşerî, Tolko, Berzan, Morîka, Enteriyê, Mehmûdiyê û Kerengo dijîn[çavkanî hewce ye]. Lê piraniyan niştecihên van gundên êzdiyan jî koçî Ewropayê kirine.

Şewata Sînemaya Amûdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 13yê çiriya paşîn a 1960an de bi sedan zarokên dibistana seretayî li Sînemaya Amûdê kom kirine û agir bi sînemayê ketiye. Di encama vê şewatê de nêzî 200 zarokên kurd di encama şewatê de jiyana xwe ji dest daye[çavkanî hewce ye].

Mihemed Seîd Axa li Amûdê bi rêzdarî tê nasîn. Bo amûdiyan û gelê kurd ew leheng e. Dema li Sînemaya Amûdê şewat derdikeve Mihemed Seîd Axa agahiya şewatê dibihîse û ber bi sînemayê ve baz dide. Dema Seîd Axa ber bi sînemayê ve diçe welatiyek jê re dibêje: "Kurê te Fehed ne li sînemayê ye." Seîd Axa jî bersîv dide û dibêje: "Hemû zarokên Amûdê zarokên min in." Seîd Axa gelek zarok ji salona sînemaya Amûdê rizgar dike. Dema du zarokên din hembêz dike û ji salona Amûdê derdikeve hesinê derî ku ji agir sinciriye û heliyaye bi ser wî de dikeve, ew û du zarokên di hembêza wî de jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê Seîd Axa di dilê gelê Amudê de wekî şehîd tê dîtin. Le gelek saziyên rêveberiya Rojava wêneyê Seîd Axa jî daleqandiye.[1]

Navdarên Amûdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fehd Dakourî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]